BDP’ê biryara derbarê Tuncel de şermezar kir

BDP’ê biryara derbarê Tuncel de şermezar kir

Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattin Demirtaş, cezayê zindanê yê ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve di derbarê Hevseroka HDP’ê Parlementera Stenbolê Sebahat Tuncel de hatibû erê kirin,  şermezar kir û got, ‘ev êrîşeke li dijî mafê siyaseta demokratike”.

Hevserokên BDP’ê di vê derbarê de daxuyaniyeke nivîskî dan û fikren xwe wiha diyar kirin; “erêkirina vî cezayê ku derbara hevseroka HDP’ê wekîla Stenbolê Birêz Sebahat Tuncel de ye û ti sedemên xwe yên hiqûqî tineye, biryareke siyasî ye.”

 BDP ku gotiye “mijara sûcê ku ji bo cezakirina Birêz Tuncel weke sedem hatiye nîşandan, bi temamî di çarçoveya azadiya fikrî û azadiya siyaseta demokratik de ye” û bi berdewamî li ser vê mijarê fikrên xwe bi vî awayî anîn ziman:

“Birêz Tuncel siyasetmedareke jine. Biryara ku hatiye dayin di heman demê de êrîşeke li beranberî rola jinê ya di nav siyaseta demokratik de ye.

Ev  biryarên ku tên wateya destwerdana li qada siyasetê, ne tenê bi dadgehê sînordare. Di girtina van biryaran de helwesta desthilatiya siyasî ku li Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê xwedî derdikeve, li ber azadiya fikri û siyasetê dibe asteng û li ZCT (TCK) xwedî derdikeve, her carê siyasetmedarên Kurd dest nîşan dike û dadgehê banî ser wezîfeyê dike, bi roleke teşwîkirinê rabûye.

Tevî ku di di ser komkujiya Roboskiyê de du sal derbas bûne, dadgehê tenê ji yek berpirsityarî li pêşberê hiqûqê hesab nepirsiye. Lêbelê dema ku mijar dibe siyasetmedarên demokratik ceza barandiye, doz li ser dozê vekiriye, wekîl û siyasetmedarên hê jî girtî serbest bernedaye. Ev rastî bi awayekî herî aşkere dest nîşan dike ku li vî welatî bê hiqûqî, bê edeletî  cotstandardî di çi astê de ye.

Çi mixabin ku ji ber biryarên bi vî awayî, baweriya ji bo edalet û hiqûqê  her diçe tine dibe. Em  vê biryara derbarê Birêz Tuncel de hatiye dayin hiqûqî û rewa nabînin, şermezar dikin.

Divê raya giştî ya demokratik û gelê me zanibe ku em ê li ber biryar û çewisînin bi vî awayî yên derveyê hiqûqê, yên dikin hedef mafê siyaseta demokratik asteng bikin  bêdeng nemînin. Em ê di zemîna demokratik de bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe bidomînin. Em tam jî di vê mijarê de bang li hemû hêzên demokratik dikin ku hişyar bin û helwesteke şirîk nîşan bidin.”