BDP: Divê lêpirsîna Kahraman Kaya tavilê biçe serî
BDP: Divê lêpirsîna Kahraman Kaya tavilê biçe serî
BDP: Divê lêpirsîna Kahraman Kaya tavilê biçe serî
Navenda Giştî ya BDP'ê ji bo malbata Kahraman Kaya yê di encama êrişeke nijadperest de jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest. BDP'ê xwest, kujerên Kaya tavilê bên eşkerekirin û bên darizandin.
Xwendekarê Dibistana Pişeyî Kahraman Kaya, ku roja 22'ê Nîsana sala 2013'an de li navçeya Stenbol Umraniyê li êrişa nijadperestan rast hat, bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Dewletê di 6'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya Navenda Giştî ya BDP'ê ya li ser mijarê de hat gotin, "Li heman navçeyê berî niha jî karkerên Kurd li êrişê rast hatibûn. Eger hingî êrişkan bihata darizandin, hukûmet bi ser bûyerê de biçûyan, wê ev bûyer rû nedabûya."
Di daxuyaniya BDP'ê de hat ragihandin, ku ev bûyer piştî "Dirûşma bêje lê bide em lê bide, bêje bimire em bimire" ya nijadperestan a erêkirina Devlet Bahçelî ya bi gotina "Dê dema wê jî were" qewimiye û ev yek watedar e.
Navenda Giştî ya BDP'ê diyar kir, ku di çarçoveya berpirsyariya li pêşberî pêvajoya çareseriyê de, divê berpirsyar werin eşkerekirin û bi şiklê herî giran bê darizandin.