BDP dê li ser ‘xeta sinor’ xwedî li şoreşa Rojava derbikeve

BDP dê li ser ‘xeta sinor’ xwedî li şoreşa Rojava derbikeve

BDP bi şîara xwedîderketina li Şoreşa Rojava xwe amade dike 26’ê Îlonê li Serêkaniya serxetê çalakiyek mezin pêkbîne. Çav lê ye li gel Hevserokên BDP’ê û KCD’ê, parlementer û şaredar jî tevlî bibin.

Bi tevlîbûna BDP, KCD û saziyên civaka sivîl bi şîara “Xwedîderketina li şoreşa Rojava” dê li navçeya Serêkaniya Rihayê çalakiyekî mezin pêkbînin. Di giştînameya ku ji aliyê Navenda Giştî ya BDP’ê û bi îmzeya Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya BDP’ê Ayhan Karabûlût ve hate weşandin de hate diyarkirin ku, bi tevlîbûna hevserokên BDP’ê û KCD’ê, parlementerên BDP’ê, şaredar, endamên meclis û ên giştî, serokên bajaran û rêxistinên civaka sivîl û demokratîk dê çalakî bête organîze kirin. Di giştînameyê de hate gotin ku, hemû çalakiyên di wê rojê de dê bên îptal kirin û banga tevlîbûnê hate kirin.

Di giştînameyê de balkişande ser komên çete ên ji bo têkbirina desthilatdariya rejima Baas ketine rê û li şûna şerê rejima Baas bikin, êrîşî PYD û YPG’ê ku gelê Kurd xwe li Rojavayê Kurdistanê birêxistin kirine dikin. Di giştînameyê de ev tişt hatin gotin: “Ger hikumeta AKP’ê piştgiriya dide komên çete dê encamên nerênî rû bidin. Di vê mijarê de em bala hikumeta AKP’ê dikişînin û careke din hişyar dikin. Ji bo xwedî li şoreşa kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê derbikevin ku ji bo Rojhilata Navîn modelek e, moraleke ji bo gelên blindest, 26’ê Îlonê roja Pênceşmê di demjimêr 12:00’an de li ber avahiya Xizmetê ya Şaredariya Serêkaniyê bi hesasiyetek mezin tevlî çalakiyê bibin.”

BDP’a Serêkaniyê jî ji bo çalakiya roja Pêncşemê dest bi amadekariyan kir.