BDP: Daxuyaniya Nazmî Gur hat berevajîkirin

BDP: Daxuyaniya Nazmî Gur hat berevajîkirin

Navenda Giştî ya BDP’ê, destnîşan kir ku daxuyaniya Parlamenterê Wanê Nazmî Gur a  "Wê xweserî were pîrozkirin” hatiye berevajîkirin û destnîşan kir ku daxuyaniya Gur têkildarî Rojavayê Kurdistanê ye. 

Navenda Giştî ya BDP’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser îddîayên ku di hin organên çapemenî û ragihandinê de têkildarî Parlamenterê Wanê yê BDP’ê Nazmî Gur tên kirin û wiha hat gotin, "Di nûçeyên têkildarî mijarê de der barê axaftina Birêz Nazmî Gur a li Wanê di merasîma cenaze de û tê îddîakirin ku di axaftina xwe de gotiye: ‘Piştî hilbijartinên herêmî wê xweserî were pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de ev sererastkirin hatin kirin: "Birêz Gur, di axaftina xwe ya Kurdî ya merasîma cenaze de bal kişandiye ser pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê, destnîşan kiriye ku ji ber mirin çênabin kêfxweş e û rola Ocalan a di vê pêvajoyê de pirr girîng e. Birêz Gur,  wek di nûçeyê de tê îddîakirin gotina 'Em ê piştî hilbijartinan xweseriyê pîroz bikin’ neaniye ziman. Gur, bal kişandiye ser pêşketinên Kurdistana Sûriyeyê Rojava, têkoşîna xweseriyê ya gelê Rojava pîroz kiriye, daye xuyakirin ku piştî 6 mehên din wê li Rojavayê Kurdistan hilbijartin çêbibin û dê ew statuya Kurdan a li wir bi hêz bike. Ji niha ve gelê Rojava pîroz û silav kiriye."

BDP'ê, bang li organên weşanê yên agahiyên şaş dane da ku agahiyan sererast bikin.