Baysoy: Xweseriya demokratîk hêviya jiyaneke nû û cîhaneke din e

Nivîskar Cengîz Baysoy ê di kongreya Zanist a Karabûrûn de axivî got ku xweseriya demokratîk zimanekî şoreşger ê polîtîk e yê sedsala 21. ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diyar bike.

Nivîskar Cengîz Baysoy ê di kongreya Zanist a Karabûrûn de axivî anî ziman ku xweseriya demokratîk zimanekî şoreşger ê polîtîk e yê sedsala 21. ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diyar bike. Baysoy got: “Xeyalên me didomin. Xweseriya demokratîk hêviya jiyaneke nû û cîhaneke din e.”

Kongreya Zanist a Karabûrûn a îsal ya 10. tê li dar xistin, di roja duyemîn de dewam kir. Îro li Navenda Kongre û Pêşandanê ya Tepekûle de panele bi serenavê “Faşîzm, şîdet û siyaseta alternatîf” hat lidarxistin. Nivîskar Cengız Baysoy, Çagdaş Sumer, Îlkay Yilmaz û Celîl Kaya wek panelîst beşdar bûn. Di panelê de Cengîz Baysoy li ser mijara “Xweseriya Demokratîk” axivî. Baysoy diyar kir ku xweseriya demokratîk zimanekî şoreşger ê polîtîk e yê sedsala 21. ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê diyar bike. 

Baysoy got ku bi awayekî xulase xweseriya demokratîk civakê li hember têgînên desthilatdarî û dewletê civakê li ser têgîna civakî ji nû ve dawetî hizirandinê dike.

Baysoy her wiha diyar kir ku xweseriya demokratîk demokrasiya komunalîst e jî.

Baysoy herî dawî got: "“Xeyalên me didomin. Xweseriya demokratîk hêviya jiyaneke nû û cîhaneke din e.” Panel bi axaftinên din bi dawî bû.