Bayik: Yekitiya Kurdan dê israra dewleta Tirk a neçareserkirinê bişkêne
Bayik: Yekitiya Kurdan dê israra dewleta Tirk a neçareserkirinê bişkêne
Bayik: Yekitiya Kurdan dê israra dewleta Tirk a neçareserkirinê bişkêne
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya Amedê destnîşan kir ku, bi konferansa Amedê re bingeha yekîtiyê tê avakirin û got, “Ger ev yekîtî were domandin û biryarên hatine girtin werin şopandin wê astengiyên bingehîn ên li pêşiya azadiya Kurdan werin derbaskirin.” Bayik da zanîn ku, dê yekitiya Kurdan israra dewleta Tirk a neçareserkirinê bişkêne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya di Azadiya Welat hat weşandin de der barê yekîtiya Kurd, astengî û sûdwertina dijminên Kurd a heya niha ji pêşnexistina yekîtiya Kurd ku kiriye mijar, her wiha ku der barê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî xalên girîng dide xuyakirin û wiha dibêje: “Niha di têkoşînê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê derketiye pêş. Li Rojava mîna ku şoreşeke mezin tê jiyîn, pirsgirêkên girîng jî tên jiyîn. Ji ber vê yekê jî divê hemû parçeyên Kurdistanê di mijara Rojava de xwedî berpirsiyarî bin. Nêzîkbûna ji bo Rojava berpirsiyariya bingehîn a welatparêziyê ye.”
Nivîsa Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:
'HÊZÊN MÊTÎNGER JI NEBÛNA YEKETIYA KURDAN SÛD WERGIRITNE'
“Hêzên mêtinger timî ji nebûna yekîtiya Kurdan sûd wergirtine. Ger heta niha li hemû parçeyên Kurdistanê hîn azadî nehatibe bidestxistin sedema bingehîn a vê yekê saznekirina yekîtiya Kurdan e. Tevî ku li parçeyekî Kurd li dijî hev hatine bikaranîn, hêzên parçeyên Kurdistanê li dijî hêzên Kurd ên parçeyên din jî hatine bikaranîn. Ger were lêkolînkirin wê derkeve holê ku hin hêzên Kurd li dijî rêxistinên parçeyên din ên Kurdistanê sûcên gelekî giran kirine. Bilindbûna têkoşînê ya li tevahiya parçeyên Kurdistanê û sazbûna raya giştî ya Kurd her çi qas bi tevahî kêmasî ji holê ranekiribe jî beşeke ku kêmasiyên bi vî rengî yên nû biafirîne asteng dike.
'YEKITIYA KURDAN DÊ ISRARA DEWLETA TIRK A NEÇARESERKIRINÊ BIŞKÊNE'
Tevgera Azadiya Kurd û polîtîkayên wê yên rast di asteke girîng de yekitî afirand. Konferansa Amedê raxist ber çavan ku li Bakurê Kurdistanê bingeha yekîtiyê tê avakirin. Ger ev yekîtî were domandin û biryarên hatine girtin werin şopandin wê astengiyên bingehîn ên li pêşiya azadiya Kurdan werin derbaskirin. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê li hundir û derve nîşan dide ku ew piştgiriya hin Kurdan û hêzên siyasî distînin û di polîtîkaya neçareseriyê de israr dike. Yekîtiya ku Konferansa Amedê pêk anî wê israra dewleta Tirk a neçareserkirinê bişkîne.
Dewleta Tirk di tirsa xwe de mafdar derket; Kurdan yekîtiya xwe pêk anî. Dibe ku di bingeha civakî de yekîtî di asteke pêşketî de pêk hatibû, niha nêrînên siyasî jî biryara yekîtiyê didin û bi vê yekê re hinceteke ku hêzên dewletê bidin pêş nemaye. Ji niha û pê ve wê zehmet be ku di neçareseriyê de israr bike. Tenê bila îrade û biryarên di konferansa Amedê de derketin bêyî werin sistkirin bikevin pratîkê. Bi vê konferansê re eleqeya gel û hêzên siyasî ya der barê Kurdan, mijarên hundir û derve re wê zêde bibe.
Bi vekişîna gerîlayan re li dijî avakirina qereqolan û dagirtina van qadan bi cerdevanan nerazîbûn wê bilind bibe. Dîsa li dijî bêmirovhiştina Kurdistanê ya bi bendavan û bilindkirina tevkujiya çandî wê nerazîbûn were nîşandan. Piştî konferansa Amedê di mijarên ku gelê Kurd eleqedar dike de her hêza siyasî wê dengê xwe bilindtir bike. Di mijarên ku paşeroj û dahatûya Kurdan eleqedar dikin ên mîna vegera gundan de, her derdor wê bi berpirsiyarî tevbigerin.
'KONFERANSA AMEDÊ JI BO BIHÊZKIRINA AZADIYA HEMÛ PARÇEYAN GAVEK GIRÎNGE'
Bêguman konferansa Amedê wê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî bi hîstiyartir tevbigere. Êdî parçeyekî Kurdistanê nikare di mijara pirsgirêka azadiya parçeyên din de bê helwest bimîne. Ji ber ku têkoşîna dehan salan piştrast kiriye ku azadiya hemû parçeyan bi hev re girêdayî ye. Bi taybetî jî azadiya Bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve ji bo misogerbûna azadiya hemû parçeyên din xwedî girîngiyeke diyarker e. Gelê me û hêzên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê ev rastî fêm kirine. Ji ber vê yekê konferansa Amedê ya li Bakurê Kurdistanê ji bo bihêzkirina azadiya hemû parçeyên Kurdistanê gaveke girîng e.
'NÊZÎKBÛNA JI BO ROJAVA BERPIRSYARTIYA BINGEHÎN A WELATPARÊZIYÊ YE'
Niha di têkoşînê de şoreşa Rojavayê Kurdistanê derketiye pêş. Li Rojava mîna ku şoreşeke mezin tê jiyîn, pirsgirêkên girîng jî tên jiyîn. Ji ber vê yekê jî divê hemû parçeyên Kurdistanê di mijara Rojava de xwedî berpirsiyarî bin. Nêzîkbûna ji bo Rojava berpirsiyariya bingehîn a welatparêziyê ye.
Şoreşa Rojava herî zêde jî Bakurê Kurdistanê eleqedar dike. Mîna parçeyekî xwezayî yê Bakurê Kurdistanê ye. Beşeke mezin a li wir mîna koçer tên binavkirin ji Bakurê Kurdistanê koçî wir kirine. Yên mayîn jî nîvî ji malbatên wan li Bakur, nîvê din jî li Rojava ne. Sînorê herî dirêj ê Rojavayê Kurdistanê bi Bakurê Kurdistanê re ye. Ji ber vê yekê jî tevî parçeyê biçûk e jî bandoreke wê ya girîng li ser parçeyên mezin heye. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk bi dijminatî nêzî şoreşa Rojava dibe.
'TEKOŞÎNA AZADIYA ROJAVA DI HEMAN DEMÊ DE A BAKÛRE JÎ'
Şoreşa Rojava parçeyekî şoreşa Kurdistanê ye. Jixwe herî zêde ji pêşketinên şoreşgerî yên Bakurê Kurdistanê bandor dibe. Bi hezaran ewladên wê di Têkoşîna Azadiya Bakurê Kurdistanê de şehîd ketin. Lewma divê Bakurê Kurdistanê û bi taybetî jî konferansa Amedê ji nêz ve bi Rojava re eleqedar bibe. Heta ev konferans divê komîsyoneke têkildarî Rojava saz bike û li ser rêbaza piştgirî û jiholêrakirina pirsgirêkên wir bixebite. Rojavayê Kurdistanê Filistîna Kurdan e.
Li pêşberî Rojava berpirsiyariya hemû Kurdan a exlaqî û siyasî heye. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê divê gel li ba gelê Rojava ku li hemû çiya û deştên Bakurê Kurdistanê zarokên wan ên şehîd hene cih bigire. Tenê bi destekdayînê jî divê bi sînor nemîne, di nava şoreşê de cihê xwe bigire. Têkoşîna azadî û demokrasiya Rojava di heman demê de têkoşîna azadî û demokrasiya Bakurê Kurdistanê ye.”