Bayik: Wexta dawî heya biharê ye
Bayik: Wexta dawî heya biharê ye
Bayik: Wexta dawî heya biharê ye
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yuksekovahaberê de diyar kir ku AKP'ê pêvajo xetimandiye û destnîşan kir ku weke tevger heta biharê wan wext dane AKP'ê ji bo pêngavan biavêje.
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv dan pirsên rojnamevanê Yuksekovahaberê Necîp Çapraz.
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Bayik têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn diyar kir ku di Rojhilata Navîn de nû bûneke tê jiyîn û wiha axivî: “Ji ber ku PKK jî tevgerek nûjen e pêş ket. Mirov dikare bêje ku PKK ji hemû hêza bêtir pêş ket. Şansê dewletên kapîtalîst ên li ser piyan bimîne tune ye. Xwestin rejîmên ku li ser olê xwe ava kirine pêş bixin. Mînaka vê jî darbeya li Misrê ye. Deshilatdariya olî pêş xistin û xwestin bi vî awayî pêş bikevin. Ev jî nagihîje armancê. Bi vê El-Qaîdê pêş dikeve ji ber ku sûd jê digire. Niha dixwazin vê li Sûriyeyê jî pêş bixin. Bi kurtasî li Rojhilata Navîn guhertin tê jiyîn. Yê ku pêşengiya ve guhertinê bike, Tevgera me ya ku xeta sêyemîn pêş xistiye, ye. Rêber Apo li ser vê bingehê rê û rêbaz nîşandan. Ev kaosa li Rojhilata Navîn encax dikare bi paradîgmaya Rêber Apo pêş bikeve.”
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku çûna Mesûd Barzanî ya Amedê normal e lê wextê hevdîtinê pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ku Barzanî xizmetê hilbijartinê ji bo AKP’ê neke. Ji ber ku AKP têk çûye dixwaze bi hilbijartinê vê têkçûna xwe derbas bike. Naxwaze têk çûna wî xuya bike. Serokwezîrtiya wî jî bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye. Di aliyê din de jî dixwaze mudaxaleyî nava kurdan bike ji bo wê divê ku bi baldarî tevbigere. Tecrûbeyên Barzanî yên di vî alî de jî hene. Înşallah Barzanî zêde zemîn nedabe van tiştan. Ji ber ku li hemberî van nakokî hene. Divê ku di aliyê Rojava de Barzanî tiştek ligel Erdogan parve nekirîbe, ji ber ku em qebûl nakin. Ger ku dibêjin ev tiştên ku di çapemeniyê de derketine me hevdîtin li ser van nekirine divê ku Barzanî û PDK vê şênber bikin. Ger viya nekin, demekî li ser Rojava li hevkirine. Her kes nêzîkatiya hikûmeta Tirkiyeyê ya li hemberî Rojava dizane. Ji bo ku gelê li Rojava statuyek bi dest nexe her tiştê dikin. Bi her awayî piştgiriyê dide hêzên El-Qaîde yê. Divê ku ligel polîtîkayên Tirkiyeyê nebe yek.”
AKP MAKÎNEYA DEREWAN E
Bayik destnîşan kir ku bi israr dixwazin PKK’ê û gelê kurd ji hev cuda bikin. Ev yek bi zanebûn û bi şerê pîskolojîk dikin û ev tişt anî ziman: “Tu caran nikarin PKK’ê, gel û Rêber Apo ji hev cuda bikin. Destpêkê divê vê qebûl bikin. AKP tenê propagandeya mijûlkirin û li bendê bûnê dide avakirin. Minak dibêje em bi Ocalan re hevdîtinê dikin dê hinek tişt çêbibin hinek kurd ji vê bawer dikin. Divê ku bê zanin ku ev yek siyaset bi destxistina dengan e. Dibêjin me bi Rêber Apo re li hevkiriye emê bi demê re gav biavêjin. Ev yek jî binî ve derewe. AKP makîneya derewan dide xebitandin. Bila kes ji vê yekê bawer neke. AKP’ê pêvajo têk biriye, AKP’ê tenê riya şer ji me re hiştiye û vê datîne pêşiya me.”
SÊ ŞERTÊN GIRÎNG
Bayik anî ziman ku ger wisa berdewam bike dê şer derbikeve û axaftian xwe wiha domand: “Me pir caran AKP hişyar kir. Ji bo ku ev yek çênebin divê AKP di aliyê muzakereyê de gav biavêje. Divê ku AKP sê şertên ji bo muzakereyan qebûl bike. Ya yekemîn divê ku şert û mercên Rêber Apo bên guhetin. Wekî sermuzakerevan nêzî Rêber Apo bibin, ne bi taktîk, bi stratejîk nêz bibin. Ya duyemîn jî divê makeqanûn bê amadekirin. Ji ber ku bi tu awayî ewlehî tune ye, ev jî taluke ye. Ya sêyemîn jî divê aliyê komîsyona çavdêr a pêvajoyê bê avakirin. Muzakere bên kirin. Ger ku ev qebûl neke pêvajo têk çûye û gel dixapîne. Me ji bo vê yekê heya biharê wext daye dewletê gav avêt avêt ne avêt ev pêvajo bi vî awayî nameşe.”
MUXATAB OCALAN E
Cemîl Bayik diyar kir ku Serokwezîrê tirk Erdogan got bila çek rawestin siyaset biaxive lê belê wî bi xwe ev yek pêk neanî û wiha pêde çû: “Di bin navê siyasetê de bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Divê ku hemû bihatana berdan lê nehatin berdan. Yên ku siyastê dikin dê digirtîgehan debin pekî wê astengiya li hemberî siyastetê çawa bê rakirin. Bi gotinê got em ê çareser bikin lê di pratîkê de tiştek tune ye. AKP di her alîde xitimiye. Ji bo hilbijartinê her tiştê dike. Dikare parêzerên ku ev du sal e neşandiye gel Rêber Apo bişîne lê ev tiştekê naguherîne. Ev hemû taktîk in û pîskolojîk in. Ger ku bi rastî dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin me di destpêkê de jî got muxatabê sereke yê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Divê bi Rêber Apo re muzakereyan bidin meşandin.”
Bayik herî dawî wiha got: “Bi rastî Rêber Apo di şert û mercên pir giran de vê pêvajoyê dide meşandin. Me gelek pêngav avêtin lê AKP bi tu awayî gav neavêtiye. Baweriya wê bi xwe bi wê nayê. Komîsyona Aqilmendan kê ava kir dîsa Erdogan ava kir. Wan rapor amade kirin dan Erdogan çima cih nedan wan raporan. Ji ber ku ji niviyê zêdetir gel çareseriyê dixwaze ji ber ku vê pêk nayne cih neda van raporan. Heta di raporê de hat xwestin ku Rêber Apo bê azad kirin. Erdogan ji ber ku ev yek dît cih neda van raporan û qebûl nekirin.”