Bayik: Newroza 2017’an wê ji faşîzmê re bibe bersiveke xurt
Bayik diyar kir ku AKP-MHP ji bo Kurdan bûye Deheq û got, Newroza 2017’an wê li dijî mêtingeriyê bibe roja raperînê.
Bayik diyar kir ku AKP-MHP ji bo Kurdan bûye Deheq û got, Newroza 2017’an wê li dijî mêtingeriyê bibe roja raperînê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got gelê Kurd bi çalakiyên Newrozê wê bersiveke xurt bide faşîzma AKP-MHP’ê.
Bayik diyar kir ku Newroz ji bo Kurdan her carê bûye destpêka pêvajoyeke nû û bang kir ku her kes ji bo ku bersivê bide zilma dewleta Tirk bi rihê Newrozê derkeve qadan.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik têkildarî geşedanên Kurdistanê û herêmê bersiv dane pirsên ANF’ê. Beşa 1. a ku me bi Cemîl Bayikr re kirî wiha ye:
Pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Newroz îsal ji bo Tevgera Azadiya Kurd tê çi maneyê?
Beriya her tiştî ez Newroza Rêber Apo, hemû gelê Kurd, dostên Kurdan û hevrêyên xwe pîroz dikm. Ez careke dî dubare dikim ku Newroza 2017’an bi îdîaya em ê teqezî bi ser bikevin wê bibe ew sala ku têkoşîna azadiyê û demokrasiyê geş û gur bibe.
Newroz yek ji cejna herî berê ya dinyayê ye. Newroz roja şiyarbûna sirûştê ye. Roja vejîna sirûştê.Rojeke wiha ye ku hêvî aj didin. Ew roj e ku sirûşt bereketa xwe dide mirovahiyê. Roja Newrozê, 21’ê Adarê vê vedibêje. Lê ji bo Kurdan ev hêvî, ev şiyarbûn, ev vejîn xurttir bûye û bûye xwedî wateyên cuda. Bûye xwedî wateya civakî û çandî. Ji vê hêlê ve Newroz ji bo Kurdan rojeke wiha ye ku bi qasî ku di dîroka dinyayê de, di dîroka mirovahiyê de, di dîroka cejna yek welatên din de nebe, xwedî nirxên civakî, çandî, siyasî, berxwedêrî, hêvî, moral e. Karekterê cografyaya Kurdistanê, çarenûsa wê, wateyên wiha kûr li Newrozê bar kirine.
Ne rasthatiniyek e ku Dastana Kawayê Hesinkar di rasteqîniya Kurdan de bûye xwedî wate. Bi cografya û bi dîroka civakîbûna Kurdan re têkildar e. Kurdistan hem ew cografya ye ku civakîbûna pêşî, civaka Neolîtîk, çanda mirovahiyê lê hatiye afirandin, her wiha ew cografyaye jî ku li derdora wê serwerên pêşî, dewlet û şaristanî hatine avakirin. Bi mêjûyê re bûye cografyeyeke wiha ku li ser şerê Rojhilat-Rojava, Bakur-Başûr pêk hatiye. Cografyaya Kurdistanê cografyayeke wiha ye ku li derdorê dewletên pêşî, împaratorî hatine avakirin, bi vî rengî jî bûye ew cografya ku dewletên dagirker xwestine wê dagir bikin ku civakîbûyina pêşî li ser ava bûye, derfetên mezin ên jiyana civakî ya xurt lê ava bûye. Ji bo vê jî rewşa cografyaya Kurdistanê, di mêjûya Kurdan de pêvajoyên nû bi xwe re anîne, di civakîbûn û çanda Kurdan de taybetmendiyên cihêreng bi xwe re anîne.
Ji bo vê jî ew rastî heye ku cografyaya Kurdistanê, civakîbûna Kurdan, ji bo Kurdayatiyê çarenûseke cihê ava kiriye, nirxên cihê ava kirine. Çawa ku ew cografya ye ku nirxên pêşî, çanda pêşî lê şîn hatiye, çawa ku ew cografya ye ku şaneya binyadî ya çanda mirovahiyê lê şîn hatiye, çawa ku rasteqîniya civakî ya nirxên herî xurt lê ava bûye, her wiha ji hêla dî ve jî ji ber sedema dewletên li derdora wê û împaratoriyan herî pir rastî li dagirkerî, îstîla û êrîşan hatiye. Ji hêlekê ve welatekî bihiştî ye. Cografyaya bihiştê ya ku di pirtûkên pîroz de tê pênasekirin, weke ku li Rojhilatnavîn pênaseya Kurdistanê be. Pênaseyên pir nêzî Kurdistanê hene. Ji bo vê jî tim hatiye xwestin ku were dagirkirin. Ji bo vê jî cografyaya ku yekem têkoşîna azadiyê, yekem berxwedanî lê çêbûye Kurdistan e. Ev bi karekter û dîroka cografyayê ve têkildar e. Naxwe ne nirxandineke subjektîf e ku me daniye holê. Iraq a ku ewlet, dewletên sîte, dewletên mezin ên ku di dîrokê de cara pêşî ava bûne, yên li Mezopatamyaya Jêrîn wê pêşî berê xwe bidine kû? Helbet wê berê xwe bidin Kurdistanê ku civakîbûna pêşî, xweşikiyên jiyanê herî pir lê hene. Gotina ku wê ev wiha bibe, fikirina vê ne kehaneteke mezin e. Ji bo vê jî ne tesadûfek e ku berxwedan, helwesta li dijî êrîşkar û emperyalîst û dagirkeran bûye Kurdistan. Ev hem ji bo cografyayê wiha ye, û hem jî ji bo ku civakîbûna xurt lê heye, xwedî vê potansîyela berxwedanê û vî karekterî ye.
Ji bo vê jî hebûna dastana Kawa ya di nav Kurdan û Kurdistanê de, herî pir xwedîderketina wê ya ji hêla Kurdan ve, vejandina wê ya ji hêla Kurdan ve bi vê rasteqîniyê re têkildar e. Deheqê zalim mirovahiyê kezebreşî dike. Dike ku mirov ji jiyanê off bibin. Cografya Kurdistanê ji bo dagirkerî û îstîlayên bi vê astê dilkêş e. Lê di heman demê de ew cografya ye ku nirxên pêşî, exlaq, ûcdan, dadmendî, heq, azadî û nirxên demokrasiyê lê peyda bûne. Şaneya binyadî ya van nirxan e. Ji bo vê jî dema ku zordarî ev çend bi pêş ket,li vê cografayayê ku civakîbûna di genê wê de hene, civakîbûna pêşî lê pêk hatiye, neolîtîk lê peyda bûye, nirxên heqî, edelat, wekhevî, ûcdan, nirxen exlaqî wê tehemûlî zilma Deheq nekira û nedikarî jî ragire. Jixwe li dijî Deheq alaya raperînê hatiye libakirin, serhildanekê rû daye. Ji bo vê jî rastiya Deheq û dastana Kawayê Hesinkar ne têkildarî bûyereke tekane ye. Ev dastan xwedî karekterekî wiha ye ku gelek nirxan di xwe de vedihewîne. Di şexsê Deheq de zalimî, mêtingerî, zext, bêûcdanî, bêsincî, ango dijberê hemû nirxên mirovahiyê tê sembolîzekirin, Kawa jî dibe senteza nirxên ku mirovahiyê heta wê demê ava kirin, dibe nûnerê vê. Ev berbiçavbûna vê çandê vedibêje. Nirxên ku mirovahiyê ava kirine, bi dasteneke wiha berbiçav dibin û mayinde dibin. Mayindebûna van nirxên mirovahiyê, berbiçavbûna wê, bûne wê ya weke çandekê beri ya her tiştî li Kurdistanê pêk tê. Ev pir girîng e. Nirx, pîvan, xweşikî bi hunerê, wêjeyê dibin; bi dastan û çîrokan dibin, bi çîrokan, helbestan dibin. Ev mayinde dikin, şaxên wan kûr berdidin. Di dastana Kawayê Hesinkar de jî hemû nirxên mirovahiyê di mayinde dibin, şaxên xwe kûr berdidin. Li dijî zilmê çanda berxwedanê kûr dibe, dibe xwedî karekterekî civakî.
‘DASTANA KAWAYÊ HESINKAR TIM NÛJEN BÛYE, ZINDÎ BÛYE’
Hebûna rastiya Kawayê Hesinkar a li cem Kurdan, jiyandina wê, domdarkirina wê tenê ne hînbûna dastanekê ye; karekterekî civakî tê afirandin, manzûmeya nirxan derdikeve holê. Karekterê civakê, karekterê mirov pêk tê. Berxwedana li dijî zilmê, heqê li dijî neheqiyê, li dijî neheqiyê dadmendî, li dijî zilmê raperîn, li dijî bêûcdaniyê ûcdan, ev di şexsê Kurdan û Kurdistanê de li hemû Rojhilata Navîn belav bûye. Ji bo jî wateyeke wê ya mezin heye ku rastiya Newrozê, dastana Kawaye Hesinkar û ev bi sedan salan li Kurdistanê jiyaye. Ev dastan, bi sedan salan, jê wêdetir bi hezaran salan, li cofrafyayeke wiha ku tim tê dagirkirin, zilmê lê dibe û êrîş li ser dibin, li dijî vê bûye rastiya berxwedanê. Ji vê hêlê ve dastana Kawayê Hesinkar tim nûjen bûye, bi berbiçavbûnê zindî bûye. Li ser zemîna vê şênberbûnê pêdiviya jiyandina wê çêbûye. Ji ber ku Kurdistanê bihurîneka dagirkerî û îstîlaye ye. Cihekî wiha ye ku Deheq tim dikarin derkevin holê. Di dîrokê de Skender heye, hatiye ji Kurdistanê derbasî rojhilat bûye. Li rojhilat Imparatoriya Îranê heye, ji Kurdistanê derbasî rojava bûye. Şaristaniya Ereb, Îslamê heye, ji Kurdistanê li rojhilat, rojava belav bûye. Kurdistan rasteqîniyeke wiha dîrokî vedibêje.
RASTEQÎNİYEKE GEL HEYE KU BI BERXWEDANÊ HEBÛNA XWE DOMDAR KIRIYE
Li hêlekê zilm, zext, îstîlaya domdar û êrîşa bi ser nirxan de heye; bi vî rengî zorlêkirina li rastiya Kurd û Kurdistanê lê li hêla dî jî li dijî vê rasteqîniyeke gel a wiha heye ku bi kevneşopiya berxwedanê ya dastana Kawayê Hesinkar li ber xwe daye û hebûna xwe domdar kiriye. Ji bo vê jî Dastana Kawayê Hesinkar di heman demê de bi Newrozê tê vegotin, bi Newrozê tehma xwe girtiye, Newrozê derketiye holê, bi nirxên Newrozê re bûye yek. Hêviya vejîna sirûştê, vejîna wê, bi van hemû rastiyan re bûye yek, bi Newrozê, bi dastana Kawayê Hesinkar re, di rojeke Newrozê de, di raperîna dijî Deheqê dagirker de, rasteqîniyeke wiha ku di rojeke Newrozê de, agirê azadiyê, agirê vejînê, hêza vejînê derketiye holê û bi dîrokê re pêk hatiye. Ji bo vê jî Newroz bûye rojeke wiha ku nirxên di dastana Kawayê Hesinkar de vedihewîne, li ser vê zemînê jî dike ku Kurd li dijî her cure êrîşkariyê li ser piyan bimînin, hebûna wê domdar dike. An jî nirxên Kurdan di Newrozê de hatine vehewandin, nirxên Newrozê, nirxên di dastana Kawayê Hesinkar de, di hebûna Kurdan de hatiye neqişandin. Ji bo vê jî dema ku em Newrozê ji hêla Kurdan ve dinirxînin, ji gelên din cudatir xwedî wateyekê ye, dibe xweyî rengekî dî yê wateyê, xweyî naverokeke dî, karekterekî dî ye û divê ev baş were dîtin.
Newroz a ku ji bo Kurdan xwedî vî karekterî ye, di van sed salên dawî de piştî ku dagirker û îstîlaker bûne xwedî derfetên nû, derfetên ku bikaribin nirx û çanda xwe bidin ferzkirin jî çêbûne. Hewldana wan çêbûye ku çanda Newrozê bidin jibîrkirin an jî nava wê vala bikin. Ji hêla dî ve jî bi taybetî di dema Impratoriya Osmanî de bi demê re bi xurtbûna împaratoriyê, bi bidestveanîna derfet û delîveyên nû yên împaratoriyê, li Kurdistanê li gel serweriya leşekerî, li gel têkiliyên siyasî û girêdayinê, heta astekê rewşeke wiha jî bi xwe re aniye ku nirxên çandî yên rastiya civaka serdest jî veguhaztiye. Ji bo vê jî ev serweriya domdirêj di mijara pîrozkirina Newrozê de, di mijara nirxên Newrozê yên pêşî de hin qelsî çêkirine. An jî di dema Împaratoriya Osmanî de Newroz ji naveroka xwe cudatir, an jî ji naveroka xwe ya ku li Kurdistanê çêbûye cudatir hatiye fêhmkirin û jiyîn. Lê ji bo ku nirxên Kurd û Newroz têkelî hev bûne, hebûna xurt a Kurdayatiyê Newroz jî daye jiyîn, jiyana wê ya Newrozê, bi domdarî pîrozkirina wê jî, kiriye ku nirxên Newrozê yên ku di nirxên Kurdan de vehewandî bijîn. Ji bo vê jî ji dawiya sedsla 19. û heta destpêka sedsala 20. Newroz li Kurdistanê bi rengekî xurt hatiye jiyîn. Nirxên berxwedanê yên ku bi Newrozê re di dîrokê de çêbûyin, nirxên demokratîk, nirxên ku pîvanên heq, dadmendî, wekhevihê di xwe de vedihewînn, bi Newrozê re dîsa vejîn bûne, hatine bibîranîn û heta sedsala 20’an hatine.
Lê bi taybetî hişmendiya netewdewletê ya ku di sedsala 19’ê de derketî holê, milletperweriya ku bi vê re çêbûyî, her kû çûye ji hêla Osmaniyan ve hatiye pejirandin, bizavên miletperweriyê di nav Osmaniyan de bi pêş ketiye û li dijî nirxên netewî yên Kurdistanê bûye xwedî helwest. Peydabûna hişmendiya netewî ji vê hêlê ve tê maneya êrîşê ya bi ser nirxên Newrozê de. Hem hewl hatiye dayin ku cihêrengî, pevre jiyana cihêrengiyan, hevqebûlkirin ên ku nirxên Newrozê ne hatine vederkirin, li hêla dî ve jî li ser zemîna hişmendiya netewdewletiyê bi mebesta avakirina yek neteweyê hewl hatiye dayin ku nirxên xwerû yên Kurdan, çanda wan, taybetmendiya wan a civakî weke mehandin û pişavtin. Bi taybetî piştî ragihandina Komarê înkara Kurdan a bi rengekî tund ev pêvajo geştir kiriye. Di ber Mûsil û Kerkûkê de desteka rojava a ji bo avakirina dewleteke Tirk, bi komara dewleta Tirk re înkara giştî ya Kurdan, derfet çêkiriye ku nirxên Kurdayatiyê werin tinekirin, kiriye ku polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdan were meşandin. Herî pêşî jî pêvjaoya qirkirina nirxên Newrozê ye. Pêvajoya jibîkirina Newrozê ye. Ji ber ku Newroz û Kurdbûn têkelî hev bûne. Beriya ku nirxên Newrozê, Newroz were tinekirin, beriya ku Newroz ji holê were rakirin, tinekirina nirxên Kurdayatiyê, qirkirina wê ne pêkan e. Ji bo vê jî pêvajoya qirkirina Kurdan û dan jibîkriina Newrozê, nirxên di Newrozê de û pûçkirina naveroka wê û bi temamî jiholêrakirina wê paralelî hev çêbûne. Bi tinekirina nirxên Newrozê hewl hatiye dayin ku li dijî sîstema qirkirina Kurdan berxedana Kurdan ji holê rabikin û berxwedanê bişkînin. Ji bo vê jî pêvajoya qirkirina Kurdan di heman demê de encama tinekirina Newrozê, bi rengê qirkirina Newrozê jî bi xwe re aniye.
Jixwe ber bi salên 1970’yî ve polîtîkaya qirkirinê ya bi ser Kurdan de têra xwe mesafe daye ber xwe. Êdî li cem dewleta Tirk bîr û baweriyeke wiha çêbûye ku Kurd nema dikarin rabin ser piyan. Kurd êdî nema dikarin rabin. Her wiha êdî Kurd bi dildarî ber bi Tirkbûnê ve, ber ber cerceya qirkirinê, tinebûnê ve çûne. Ha ev pêvajoya di heman demê de ew pêvajo ye ku Newroz tê jibîrkin, ber bi tinebûnê ve dibe. Di destpêka salên 1970’î de Newroz li Kurdistanê ji bilî Botanê û derdorê hatiye jibîkririn. Ev rewş her wiha wê rastiyê dibêje ku ji bilî Botan û Mêrdînê Kurdayatî heta bi asteke girîng hatiye tinekirin, ji holê hatiye rakirin, nirxên Kurdayatiyê hatine asîmîlekirin, qirkirin.
Ber bi salên 1970’yî ve Newroz bi rastî jî ji bilî Botanê û navçeyên Mêrdînê li cihên din hema hema nayê pîrozkirin. Li Başûrê Kurdistanê her çendî heta radeyekê bihatana pîrozkirin jî naveroka wê hatibû valakirin. Ji wê rastiya ku nêzî raya xwe ya dîrokî be pir dûr e. Jibîrkirina Newrozê, pîroznekirina wê, weke rastiyeke ku hebûna Kurdan dixe talokeyê, rewşeke wiha bi xwe re aniye ku Kurd ji jiyana nirxên xwe yên rastîn dûr ketine. Li Bakurê Kurdistanê rastiya ku dewleta Tirk di qirkirina Kurdan de heta radeyeke girîng serkeftî bûye, paralelî danjibîrkirina Newrozê ye. Çawa ku Kurd xistibin halê mirinê Newroz jî kiribûn halê mirinê. Ev ji ber xwe ve çênebûne. Bi polîtîkayên zanebûn ên dewleta Tirk çêbûne. Dewleta Tirk çawa ku bi komarê re hemû polîtîkayên xwe yên sosyal, çandî, ekonomîk, dîplomatîk, perwerdehiyê li ser qirkirina Kurdan ava kiribe, ev hemû her wiha bi rengê ku Newrozê bidin jibîrkirin pêk anîne. Di destpêka salên 1970’yî de Newroz ku ji bo Kurdan nirxên her cure berxwedanî, heq, dadmendî, azaadî, demokrasî, jiyana bi hev re ya bi biratî vedihewand, ketiye pêvajoya jibîrkirinê û tinekirinê.
Ji nû ve rabûna Newrozê ya ku ji bo Kurdan ev çend girîng e û ev çend bi bûneweriya Kurdan re têkelî hev bûye çawa pêk hatiye? Ev pêvajoya ji nû ve rabûnê, ev bûneweriya nû çawa pêk hatiye?
Pêvajoya rakirina ser piyan a Newrozê beriya her tiştî bi serwextbûna rastiya dîrokî ya Newrozê pêkan bûye. Di vê mijarê de azîneya Rêber Apo pir girîng e. Rêber Apo dadikeve binê hemû bûyer û diyardeyan, li ser zemîna wê ya dîrokî bûyer û diyardeyan vedibêje. Nirxandina ‘’dîrok di roja me de, roja me di kûrahiya dîrokê de veşartiye’’ hê di destpêka koma Apoyî de, bûye azîneya lêhûrbûnê ya Rêber Apo. Bûye azîneya nirxandina bûyeran. Fêhmkirina Rêber Apo ya kêşeyan, çareserkirina wan jî, bi nirxandina vê azîneyê ya civakên dîrokî ye.
Rêber Apo hê ji destpêkê ve ji bo ku ji rasteqîniyê serwext bibe çûye çêbûna pêşî ya mirovahiyê, civakîbûna pêşî. Ji wir dest bi nirxandina xwe kiriye. Bi lêhûrbûna civaka dîrokî, hewl daye ku bûyerên dîrokî û yên rojane fêhm bike. Ji bo vê jî ev nêzîkatiya Rêber Apo biriye wê rewşê ku rasteqîniya Newrozê ya ji bo Kurdan, giringiya wê û kûrbûna wê têbigihije. Rasteqîniya Kurd a di Newrozê de, têkelîhevbûna hebûna Newrozê û Kurdan, hevhîkariya li hev pir baş dîtiye. Bi vî rengî Rêber Apo ku hê destpêka salên 1970’yî gotî rastiya Kurdan kirine ber halê mirinê, di heman demê de dîtiye ku Newroz jî kirine halê ber mirinê. Ji bo vê jî dîtiye ku ji bo Kurd û Newroz ji halê mirinê rabin, têkoşîna rakirina wan a ji halê ber mirinê wê hev xurt bikin û temam bikin. Ji bo vê jî tevgera Apoyî ji destpêka salên 1975’an pir girîngî pê daye ku Newrozê rake ser piyan, rojên Newrozê li her deveran were pîrozkirin. Ji bo vê jî ji sala 1976’an ve Newroz bi berfirehî hatiye pîrozkirin. Newroza ku li gelek deverên Kurdistanê hatî jibîrkirin, wê rojê li her deverê bi êgir pîroz kiriye û vejandiye. Ji bo vê jî têkoşîna rakirina ser piyan a Newrozê û rakirina Kurdan a li ser lingan têkelî hev bûye. Têkoşîna ku nirxên Newrozê bike nirxên Kurdan, bi nirxên Kurdan gihandina wateya rast a Newrozê hatiye domdarkirin. Pir girîng bûye ku ji destpêka 1976’an ve li hemû deverên Kurdistanê agirê Newrozê were vêxistin û ev hatiye domdarkirin. Ji Dêrsimê ta bi Colemergê li çi devera ku Kurd lê hebûne agirê Newrozê hatiye vêxistin. Li hin deveran gel şaş bûye û gotiye ev çiye. Ji ber ku Kurdên ku hatine qirkirin ji nirxên xwe hatiye qutkirin.
NEWROZ Û PKK
Tevgera Apoyî bûye xwedî ristekî pir girîng ku Newrozê vejîne û rake ser piyan. Giringiya di navbera nirxên çandî û civakê de pir baş dîtiye. Bi tayebetî jî ji bo civakeke weke Kurdan ku hatiye kolekirin, qira wê anîne, berxwedan, rabûna wê, ji bo bûneweriya wê zindîkirina nirxên kulturî yên ku di dîrokê de çêbûne pir girîng e. Ji vê hêlê ve rakirina ser piyan a Newrozê ya ku nirxên berxwedanê yên Kurdan di nav xwe de vedihewîne, zindîkirina dastana Kawayê Hesinkar a weke nirxê kulturî, di heman demê de ew kiriye rastiya ku li dijî qirkirina Kurdan têbikoşe. Ji vê hêlê ve pêvajoya rakirina ser piyan a Newrozê bi pûtepêdanî çêbûye; xwedîderketineke mezin li Newrozê çêbûye. Ji bo ku giringiya Newrozê ya ji bo Kurdan pir baş hatiye fêhmkirin, hewldanên di vê biwarê de pir zêde bûne. Dema ku rojên Newrozê nêz bûne, rêxistinkirina rakirina ser piyan a Newrozê, pîrozkirina wê ya li her deverê zêde bûne. Ber bi Newrozê ve helwdanên rakirina hîs, coşa Newrozê hatine dayin. Newroz anîne rewşeke wiha ku bibe coşa netewî, berxwedanê, nirxan û xweheyîkirinê. Coşa ku di rayeka Newrozê de hatiye rakirin. Coşa Newrozê dîsa ji bo civakê bûye nirxê moralê. Ji vê hêlê ve her ku Newroz nêz bûye hîsên netewî, azweriya azadiyê, azweriya demokrasiyê, berxwedanê, azweriya rabûna li dijî zilmê zindî bûne û bûne coş. Ev helwdan bi zanebûn hatine kirin. Hişmendiya xurt a dîrokî ya Rêber Apo, şîrovekirinên wî yên dîrokê, bi tevgera Apoyî veguheriya tevgereke wiha ku Newrozê bi vî rengî rake ser piyan.
Divê ev rasteqînî baş were dîtin. Zindîbûna hişmendiya Newrozê ya bi vî rengî tenê di nav tevgera Apoyî de na, lê di komên din ên Kurdan de jjî, rê li ber vekiriye ku kevneşopiya pîrozkirina Newrozê ya di rojên Newrozê de mayinde bibe, di rojên Newrozên de manzûmeya nirxan a rajorbûna hîsên netewî di nav Kurdan de berbelav bibe. Ji bo vê jî, Newroz ji bo Kurdan ne rewşeke wiha ye ku em jirêzê nêz bibin û ji rêzê jî nêzîkatî lê nehatiye kirin. Bi taybetî ji bo Kurdan, ji bo gelê Kurd ê ku divê rabe ser piyan, ku ji jiyana azad û demokratîk hatiye bêrîkirin, hatiye kolekirin, ji bo ku dîsa xwe heyî bike, ji bo ku bibe xwedî jiyana azad û demokratîk, nirxên di Newrozê de bûne nirxên Kurdan, Newroz hatiye zindîkirin, Newroz bûye ew roj hebûna Kurd lê hatiye nîşandan. Ji vê hêlê ve pîrozkirina Newrozê ya bi vê nirxê, ji bo têkoşîna bûneweriyê ya Kurd bûye fitlonekeke girîng, geşedanên pir girîng bi xwe re anîne. Kiriye ku têkoşîna bûneweriyê ya Kurd di asta çandî, ramanî, hîsî de karîger bibe. Ji bo vê jî bi qasî fêhmkirina wateya dîrokî ya Newrozê, başdîtina pêvajoya rabûna pêdarê ya Newrozê, pêkanîna vê ya bi zanebûn jî, bi fêhmkirina vê û watedarkirin û nirxdayina Newrozê pir girîng e.
ÇALAKIYA MAZLÛM DOGAN BÛ EW ÇIRÛSK BÊ KA ZILM WÊ ÇAWA WERE RÛXANDIN
Ev wate û nirxên Newrozê li zindanê jî nirxekî giranbiha afirandiye. Bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî, bi 1970’yî, bi geşedana têkoşîna azadiyê ya Kurd, bi mebesta ku koka vê têkoşînê biqelînin ev darbe çêbûye. Ji bo qirkirina ku ji sala 1923’an ve pêk dihat were temamkirin hatiye hedefkirin kuTevgera Azadiyê were tepeserkirin û koka wê qere qelandin. Ji bo vê jî yek ji serdema herî mezin a zextê ya di dîroka Kurdistanê de pêk hatiye. Zindanên li Amed, Erzerûm, Edene, Dîlk, Xarpêtê bi ciwanên Kurd ên welatparêz hatine tijekirin. Girtîgeha Amedê kirine navenda êşkence û mirinê ku êşkenceyên dijî mirovahiyê lê hatin jiyîn û gelek girtî hatin kuştin. Li dijî êrîşa qirkirina Kurdan, di şexsê gitiyên PKK’yî de fetisandina hêviyên azadiyê yên Kurdan, rabûna ser piyan a giyanê Newrozê pêk hatiye. Ji bo Kurdan giyanê berxwedanê yê li dijî zilmê, çanda berxwedanê giyanê Newrozê ye. Ji bo vê jî yek ji qedroyê pêşeng ê PKK’ê Mazlûm Dogan, di Newroza 1982’an de bi vêxistina sê niftikan dawîlêanîna jiyana xwe û şermezarkirina vê zilmê, bûye ew çirûsk bê ka zilma li zindana Amedê wê çawa were têkbirin.
Mazlûm bi vê çalakiya xwe li dijî êrîşa faşîzma 12’ê Îlonê ku di şexsê zindanan de dixwestin Tevgera Azadiya Kurd tepeser bikin, nîşan daye ku tenê bi karekterê berxwedêr ê Kawa dikare ev êrîş were têkbirin. Ev peyama Mazlûm ji hêla girtiyên PKK’ê ve weke fermanekê hatiye pêşwazîkirin, ev çirûsk piştî ku Çaran xwe şewitandin û kirin xetîre, piştre jî bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Temûzê bûye serhildaneke mezin. Li zindana bi nimroya 5’an a Amedê li dijî êrîşa ku di şexsê girtiyên PKK’ê de têkoşîna azadiya Kurd bixin bin betonan bi giyanê Newrozê bersiv hatiye dayin, giyanê Newrozê bi berxwedana Çaran, bi berxwedana 14’ê Temûzê mezin bûye, zindî bûye û di zindanê de faşîzma 12’ê Îlonê têk biriye. Newroz di serdemeke wiha de ku bêhêvîtî berbelav bûye, serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî Deheqê zordar vedibêje. Şert dijwar in, zilm zêde ye, ji bo vê jî divê bi giyanê Newrozê berxwedan pêk were.
Daxwaza Rêber Apo a rakirina ser piyan a Newrozê bi karekterê dijwar ê şoreşa Kurdistanê re têkildar e. Li Kurdistanê tenê bi giyanê Newrozê, şert her çendî giran û dijwar bin jî, hêvî her çendî qels jî be, bi hişmendiya tenê bi berxwedanê serkeftin û serfirazî dikare were, di zindanê de faşîzma 12’ê Îlonê têk biriye. Ji bo vê jî 1982’an di Newrozê de jiyana xwe danîna holê ya Mazlûm, rê li ber vekir ku di zindanê de berxwedan geş bibe û faşîzma 12’ê Îlonê têk bibe, li hêla dî jî rê li ber vekir ku Kurd di Newrozan de rabin ser piyan, Kurd wateyeke mezin bidin Newrozê, Newrozan bikin roja têkoşînê. Berxwedana Mazlûm di şertên faşîzma 12’ê Îlonê de di berxwedana zindanê de, di geşedana Tevgera Azadiya Kurd de, di geşbûna têkoşîna gerîla de, dîsa detpêka salên 1990’î di geşbûna serhildanan de karîgeriyeke mezin çêkiriye. Li nav Kurdan ew hişmendî pêş ketiye ku di şertên herî dijwar de, di zindanan de heke berxwedan dikare çêbibe, em jî dikarin têbikoşin, em jî dikarin li ber xwe bidin çêbûye. Weke nirxekê berjorbûna Newrozê, veguherîna wê ya bi rengê nirxê berxwedanê pir girîng e. Ji vê hêlê ve çirûska beerxwedanê ya Kawayê Hemdem Mazlum û di zindanê de veguherîna wê ya bi rengê berxwedanê, kiriye ku li civaka Kurdistanê jî giyanê Newrozê, nirxên Newrozê geş û gur bibe.
Jixwe piştî geşbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, bi pêşketina têkoşîna gerîl ali Kurdistanê Newroz bi rengê berxwedanê, serhildanê hatiye pîrozkirin. Di rojên Newrozê de li bircên Amedê xweşewitandina Zekiye Alkan, a Rahşan li Keleha Kadîfekale a Izmîrê, dîsa li Ewropa bi xweşewitandina Ronahî û Bêrîvan, li Kurdistanê bi zelalî nîşan dide ku Kurdistan bûye giyanê berxwedanê, fedaîbûnê. Ji bo vê jî vejîna Newrozê, vejîna Kurdan, bi çanda berxwedanê ya Kurdan tê maneya li dijî mêtingeriyê rabûnê. Tê maneya giyanê berxwedêr ê kul i dijî mêtingeriyê rabûna ser piyan, peydabûna çanda berxwedaniyê.
Di nav vê çarçoweyê de salên 1990’î serhildanên li Newrozan geş bûyin, berbelavbûna vê ya li Kurdistanê, ji bo Kurdan, têkoşîna azadiya Kurdistanê û siberoja wê tê çi maneyê?
Hem bi bandora têkoşîna gerîla, berxwedana zindanê û hem jî karekterê serhildanê yê berxwedêr yê giyanê Newrozê, salên 1990-91-92’an li Newrozan serhildan çêbûne. Her Newrozê hem li Kurdistanê û hem jî li her devera ku Kurd lê dijîn, li metropolên Tirkiyê Kurd rabûne ser piyan. Newroz li dijî mêtingeriya qirker bûne rojên serhildanê. Jin, zarok, yixtiyar, ciwan her kes li Newrozan meydan bi hezar, deh hezar û sed hezaran tije kirine. Êdî Newroz li Kurdistanê seranser bûye serhildan, bûye roja nîşandana hebûn, nasname û çanda Kurdan. Kurd di Newrozan de gotiye ez heme, li ser piya me, jiyana azad û demokratîk dixwazim û meydan tije kirine. Hêza gelê Kurd nîşan daye. Newroz tenê ji pîrozkirina roja Newrozê, ji yek rojê derketiye, bûye ew rojên pêkhatina şoreşa sosyal, demokratîk, çandî, netewî, şoreşa siyasî ya Kurdan. Newrozan şoreşên demokratîk pêk anîne. Êdî prangayên di dest û lingên Kurdan de hatine şikandin. Êdî ti otorîte, ne ya dewletê, ne ya axa, eşîrê, tarîkatê nikarîbûn pêşî li rabûna Kurdan bigirin. Kurd bi hişmendiya neteweya demokratîk,bi hişmendiya ku divê Newroz bibe rabûna Kurdan rabûne serhildanê. Bi serhildanên ku Newrozan pêk hatin, Kurdbûne civakeke demokratîk. Êdî Kurd rastiyeke civakî ya ku civaka demokratîk, neteweya demokratîk dijîn bi dest ve anîne.
NEWROZAN KURD VEJÎN KIRINE
Ji vê hêlê ve salên 1990-91-92 Newrozan di dîroka Kurdistanê de rasteqiniya ku civaka Kurd serûbin bûyî, paşverûtiyên li nav Kurdan têne hilweşandin, li bajar, bajarok, gundan yekeretiya civakî pêk tê, hemû civaka Kurditanê hev digirin derkete holê. Rêber Apo ji vê re gotiye vejîn pêk hat, dora rizgariyê ye. Newroz hem Kurd dikirin netew, dikire xwedî karekterê demokratîk, digihand şoreşa sosyal, çandî, demokratîk, bûne ew roj ku rastiya nû ya civaka Kurd, mirovê nû yê Kurd derdixîne holê. Serhildanên salên 90’î û rabûna giyanê Newrozê paralelî hev çêbûne. Hemû Newroz bûn rabûna Kurdan, rojên serhildanê, hemû serhildan jî bûne rojên ku nirxên Kurdan bi giyanê Newrozê têne jiyîn û li dijî zilmê raperîn, bûne rojên rabûnê, têkoşînê. Ji bo vê jî serhildanên 90’î pir girîng bûne. Kurd ji nû ve bûne. Di navbera Kurdên beriya 90’î û bİ 90’î re Kurdên ku di Newrozan de rabûne ser piyan, giyanê Newrozê bi serhildanan vedijandin gelek cihêtî heye. Kurdan xwe spartina rehekên xwe, şoreşa demokratîk, sosyal pêk anîne, xwe bi nirxên nû, bi pîvanên nû, bi xweşikên nû xemilandine. Kurdan di Newroz û serhildanan de xwe ji nû ve ava kirine. Her serhildan, her Newroz bûne ew roj ku Kurd bi nirx, xweşkî, pîvanên nû xwe ava kirine, giyanê berxwedanê kûr kirine, giyanê azadiyê, bêrîkirina demokratîk kûr kirine, pîvanên nû danîne, nirxên netewî derxistine holê û yekîtiya netewî ya demokratîk pêk anîne. Ji vê hêlê ve Newrozan Kurd vejandine. Serhildanan Kurd vejandine.
Rêber Apo gelê Kurd weke gelê Newrozê pênase kiriye. Ango weke gelê berxwedêr, azadîxwaz, xwedî karekterê demokratîk, li pêş zilmê serê xwe natewîne, jiyan bi hev re ya bi biratiya gelan danî ber xwe pênase kiriye. Wateya gelê Newrozê tê wê maneyê ku êdî Kurd bi hemû nirxê xwe rabûye ser piyan. Tê maneya ragihandina ku êdî wê serê xwe ji zilmê re netewîne, heta ku jiyana azad, demokratîk bi dest ve bîne wê li ber xwe bide. Rastiya ku Kurd bûne gelê Newrozê, di heman demê de tê wê maneyê ku Kurdan Kurdan siberoja jiyana xwe ya azad û demokratîk bi rengekî mîsoger kirine. Di nav vê çarçoweyê de vejîn temam bûye, Kurdan xwe heyî kirine. Ên ku dixwestin ku Kurdan ji dîrokê rakin, tine bikin, dîtin ku Kurdan bi vî giyanê Newrozê li pêş dîrokê xwe li ser kokê xwe rakiriye û vejîna xwe pêk aniye. Gelê ku di dîrokê de civakîbûna pêşî pêk aniye, karekterê pêşî yê berxwedaniyê nîşan daye, gelê ku bi Newrozê re hemû nirxê mirovahiyê di xwe de berbiçav kirî, di sedsala 20’an de li dijî mêtingeriya qirqer bi giyanê Newrozê serhildana mezin pêk anîne, Kurdan dîsa xwe spartina rehekên xwe yên dîrokî û şayanî van rehekan civakîbûna xwe, rasteqîniya ku nirxên jiyana azad û demokratîk diparêze, li dijî her cure zilmê li ber xwe dide pêk aniye. Ji vî alî e Newrozan careke dî nîşan daye ku Kurd çawa vejandine, çawa ji nû ve strandiye. Salên 90’î tenê ne rabûna Newrozê, bi rabûna Newrozê re, bûne ew sal ku Kurd bi giyanê Newrozê re nirxên Newrozê dîsa vejandine, afirandine û li ser vê zemînê jî ketine rêya rizgariya jiyana azad û demokratîk.
Newroz her demê bûye detpêka pêvajoyên nû. Îsal Newroz wê bibe destpêka pêvajoyeke çawa. Di vê mijarê de mesaj, banga we çiye?
Newroza 2017’an bêguman pir girîng e. Hem ji ber sedema ku ji 2016’an ve têne kirine Newroz girîng kiriye û hem jî weke salên 1980’yî dewleta Tirk bi îdîaya ku koka têkoşîna azadiya Kurd biqelîne êrîşan dike. Dewleta Tirk ragihandiye ku ew ê koka nirxên Newrozê biqelîne. Li dijî Newrozê êrîş aniye. Êrîşeke wiha aniye ya bi rengê ku nirxên Newrozê yên di dîrokê çêbûne ji holê rake, bi rengê ku serhildana dijî mêtingeriya qirqer tepeser bike, bi Newrozê û nirxên Newrozê re bi daxwaza ku Kurdan tine bike, têkoşîna azadiya Kurd tasfiye bike, Kurdan dîsa têxe pêvajoya qirkirinê û Newrozê ji holê rake. Ji vê hêlê ve Newroza 2017’an weke fitloneke girîng ên dîrokî, bûye pêvajoyeke wiha ku giyanê Newrozê divê ji nû ve were vejandin.
AKP-MHP JI BO KURDAN BÛNE DEHEQ
Niha AKP-MHP ji bo Kurdan bûne Deheq. Dibêjin em ê jiyana azad û demokratîk a Kurdan, hebûna Kurdan tine bikin û bi her cure çekê êrîş dikin. Bi gotina yek dewlet, yek milet, yek wlat, yek al hedef dike ku hemû nirxên Kurdan ên ku bi giyanê Newrozê derketine holê tine bikin. Ha ji ber desthildariya zilmê ya AKP-MHP’ê ya ku ji zilma Deheq bihurîne, divê bi giyanê Newrozê rabûn pêk were. Newroz tê maneya qebûlnekirina zilmê, têkoşîna li dijî zilmê. Ji bo vê jî Newroza 2017’an rabûna ser piyan a hemû nirxên di Newrozê de, rabûna ser piyan a hemû pîvanan, li dijî mêtingeriya qirker, rastiya Kurdan, îdîaya hebûna ya Kurdan nîşan dide. Çawa ku hebûna Newrozê hebûna Kurdan e, hebûna Kurdan jî hebûna Newrozê ye. Ji bo vê jî di vê Newrozê de divê vîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan were nîşandan. Bêyî ku vîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan were nîşandan jiyandina Newrozê ne pêkan e. Ji bo vê jî Newroza 2017’an wê bibe Newroza xweparastinê. Li dijî êrîşên ku tinekirina wan dane ber xwe, bi nirxên xwe li dijî mêtingeriya qirqer wê bibe roja serhildanê. Wateyeke wiha ya Newroza 2017’an heye.
Seweriya AKP-MHP’ê ji 24’e Temûêve ji bo mêtingeriya qirker a ji Peymana Lozanê ve serwer bikin êrîşa tinekirina Kurdan dane destpêkirin. Ji bo vê jî êrîş biriye ser Cizîr, Şirnex, Sûr, Nisêbîn, Gever, Silppya, Hezexê ku Newroz herî xurt lê tê pîrozkirin. Ev êrîş ne êrîşa kozan e, êrîşên bi hedefa tinekirina Kurdan, tinekirina Newrozê ne. Hê jî ev êrîş berdewam in. Serweriya AKP-MHP’ê tenê li Bakurê Kurdistanê na, li Rojava, Başûr, Rojhilat jî tehemûlî hebûna Kurdan nake. Li kû Kurd hebin dixwaze tine bike. Ji bo Kurdan biçewisîne her tiştî dike. Ji bo vê jî Newroza 2017’an wê bibe bersiva van.
Newroza 2017’an Kurd li diî êrêşên dewleta Tirk ên bi ser Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Silopya, Geverê, li dijî kavilkirina van bajaran, ya bi mebesta şikandina vîna Kurd û dîsa bi pergala mêtingeriya qirker kontrolakirina Kurdan, wê bi giyanê Newrozê bibin bersiv. Newroz tê maneya dijderketina van kirina, Newroz tê maneya ku li dijî van kirina giyanê netewî, berxwedana netewî, berxwedan, çand, hebûna netewî, nirx, vîna jiyana azad û demokratîk were nîşandan. Newroz tenê wiha dikare watedar bibe; Newroz tenê wiha dikare were pîrozkirin. Bi vî rengî Newroz bi nirx û giyanê xwe dikare were pîrozkirin. Heke Newroz wê li gorî nirxê xwe, giyanê xwe û li gorî karekterê xwe yê ku bi dîrokî çêbûyî wê were pîrozkirin, li dijî serweriya AKP-MHP’ê weke helwesta Kurd divê hemû qad, meydan, kuçe û kolan werin tijekirin. Divê were nîşandan ku Kurd wê nepirnisin, neyên çewisandin, Kurd wê dev ji vîna jiyana xwe ya azad û demokratîk neqerin. Ji bo vê jî Newroz ji bo Kurdan pir girîng e. Li hêlekê ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze vîna Kurdan bişkîne, biçewisîne, Kurd jî bi giyanê Newrozê, bi karekterê berxwedêr ê giyanê Newrozê, bi karekterê serhildêr yê ku serê xwe ji zilmê re natewîne, li dijî polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê wê weke helwesta Kurdan derkevin meydanan. Newroza 2017’ân wê bibe ew Newroz ku helwest, bêrî, hîsên Kurdan wê were nîşandan. Li gel hemû kirinên van du salên dawî Kurd helwesta xwe wê bi Newrozê biqêrin.
NEWROZ LI DIJÎ ZILMÊ DERKIRINA HÊRSÊ YE
Ev teqez e; di dîrokê de Newroz di heman demê de ew roj in ku Kurd hêrsa xwe der dikin. Newroz ji vê hêlê ve serhildana li dijî zilmê, helwesta bi rengekî xurt e. Newroz bûne ew roj ku helwesta Kurdan, berxwedana Kurdan derxistiye holê. Di van du salên dawî de li dijî serweriya AKP-MHP’ê hêrsa Kurdan a mezin heye, helwesteke wan a mezin. Ji ber ku zilmeke pir mezin kirine. Ji ber ku polîtîkaya çareseriyê ya AKP-MHP’ê di mijara Kurdan de nîn e, êrîşa tinekirinên bi ser Kurdên xurtbûyî, rêxistinbûyî de anîne. Li dijî vê gel li ber xwe daye, Tevgera Azadiyê li ber xwe daye. Radestî vê zilmê nebûye. Weke di dîrokê de nîşan daye ku wê radestî vê zilmê nebe. Di vê Newrozê de li dijî êrîşên van du salên dawî yên dewleta Tirk, hem li bajêr, hem li çiyê bi berxwedana şehîdên me yên radest nebûyin,bi karekterê berxwedêr ê gelê me û gerîlayên me, bi karekterê fedayî divê em hêrsa xwe, bi giyanê yekîtiya netewî divê were nîşan dan ku wê li dijî êrîşa bi ser hebûna Kurd de bêdeng nebin, divê em nîşan bidin ku em vîna jiyana azad û demokratîk nîşan didin. Newroz divê bibe ew roj ku bi giyanê berxwedêr ê fedaiyên me em hêrsa xwe û helwesta xwe nîşan didin. Newroz jixwe ji bo ku helwesta Kurdan a li dijî zilmê, derbûna hêrsa wê ye girîng e; bûye nirxê herî sereke yê Kurdan. Bûye ew roj ku nirxên jiyana azad û demokratîk a Kurdan di xwe de vedihewîne. Ji bo vê jî Newroza 2017’an li ser zemîna nirxên ku di karekterê wê de heye wê bibe roja ku Kurd li dijî zilmê helwesta xwe, hêrsa xwe nîşan didin. Gel li kuçe,meydan, taxan li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê yên dijminê Kurdan ku hê jî didomînin, wê bibe helwesta Kurdan a şoreşger û wiha bikeve dîrokê.
.
Wate û encamên cuda yên vê Newrozê wê çêbibin. Tirkiye di xaçerêya sîstema qirker û hegemonîk û dmeokratîkbûnê de ye. Ji bo vê jî li dijî êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê ya dîndariya siyasî, nîjatperest, qirker û sîstema hegemonîk, hêzên demokrasiyê jî di serdeme wiha re diçin ku têkoşîna demokratikirina Tirkiyê didin. Ji vê hêlê ve Newroz bi karekterê berxwedêr ê dîrokî tim li gel demokratîkbûnê ye. Bûye dînamîka sereke ya demokratîkbûna Tikiryê û Kurdistanê. Di pêkhatina şoreşa demokratîk a Kurdistanê de, li ser vê zemînê jî di demokratîkbûna Tirkiyê de bandora têkoşîna Kurdistanê heye. Ji vê hêlê ve Newroza 2017’an wê bibe ew roj ku kevneşopiya têkoşîna demokratîk, hevcivîna demokratîk, helwesta demokratîk û karekterê demokratîk, 2017’an ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û li ser vê zemînê jî ji bo çareseriya pirsa Kurd wê vîna gelê Kurd derkeve holê. Ji bo vê jî Newroz tê wateya wê roja ku têkoşîna demokrasiyê tê berzkirin, vîna demokratîk tê berzkirin, helwesta demokratîk tê berzkirin. Li dijî desthilatdariyên faşîst sembola helwesta demokratîk, têkoşîna demokratîk e. Karekterê Newrozê jixwe ev bûye. Ev karekter j isalên 1990’î ve di hemû serhildanan de ev bûye.
Newroz bi rastî jî bûne ew roj ku vîna demokratîk têne nîşandan. Bi vê Newrozê re jî ev vîna demokratîk wê derkeve holê. Her meydan, her Newroz weke kongra gel wê bibin qadên ku Kurd vîna xwe ya demokratîk nîşan didin. Kurd bi kongreya gel a Newrozan wê nîşan bidin bê ka Kurdistaneke çawa dixwazin, Tirkiye û Rojhilata Navîn çawa dixwazin. Kurd bi Newrozan, bi kongreyan bernameya xwe ya demokratîk, bernama azadiyê nîşan didin. Vê Newrozê jî wê nîşan bidin. Di kevneşopiya Newrozê de, di rastiya wê de serê xwe tewandina li zilmê nîn e. Ji vê hêlê ve vê Newrozê gelê Kurdli her deverê, wê qadên Newrozê, meydanên wê tike bike û rabe ser piyan. Heke dewleta Tirk werek berê Newrozê qedexe bike, li dijî van qedexeyan her taxan, her kuçeyan bike qada Newrozê, divê bike. Heke qedexe nebe Kurd bi deh hezaran, sed hezaran, bi milyonan wê vîna xwe li meydanan nîşan bide. Newroz wê bi coşa cejnê were pîrozkirin.
Heke serweriya AKP-MHP’ê qedexe danî hemû qad, tax, kuçe wê bibin qadên Newrozê. Li dijî qedexekirina Newrozê, tinekirina wê, dîsa bi Kurdbûnê re nêzîkatiyên tinekirina Newrozê Kurd jî wê bi giyanê Newrozê li ber xwe bidin. Newroz li qedexeyan guhdar nake. Ji ber ku Newroz qedexeyan nas nake. Ti qedexe nikare pêşî lê bigire ku Kurd Newrozê pîroz bikin. Kurd weke bi hezaran salan wê vê roja berxwedanê, azadiyê, bûyinê pîroz kirin wê Newroza 2017’an jî pîroz bikin. Tenê li Kurdistanê na wê li hemû metropolên Tirkiyê pîroz bikin.
Newroza ku Kurd wê li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê pîroz bikin, di wê pêvajoyê de ku li Rojhilata Navîn hevseng xira dibin û hevsengên nû çêdibin, wê bibe ew Newroza k Kurd wê di hevsenga Rojhilata Navîn de cih bigirin, jiyana azad û demokratîk pêk bînin, hiş û vîna wê wê were berzkirin. Bi vê Newrozê re wê were nîşandan ku li Rojhilata Navîn wê Kurd neyên înkarkirin, jiyana azad û demokratîk neyê înkarkirin û ji hêla hemû dinyayê ve wê ev were dîtin. Li gel vê bi giyanê Newrozê, bi hişmendiya neteweya demokratîk, bi hişmendiya biratiya gelan, Kurd bi giyanê Newrozê wê tenê jiyana azad û demokratîk a xwe na, ji bo biratiya hemû gelan di demokratîkirina Rojhilata Navîn de wê bibe hêza gel a sereke. Li ser vê zemînê ez dîsa ez bang dikim ku Kurd û dostên wan Newrozê derkevin qadan, vîna xwe ya azad û demokratîk herî xurt nîşan bidin. Ez bang li Kurdan dikim ku li hemû Rojhilata Navîn vîna jiyana azad û demokratîk were nîşandan. Li ser vê zemînê ez cejna Newrozê ya gelê me û dostên gelê me pîroz dikim.