Bayik: Erdogan wê di şerê xwe yê kirêt de bifetise

Bayik daxuyaniyên Bulent Arinç nirxand û anî ziman, ku hevdîtinên dewleta Tirk ên bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re hem li Oslo hem jî li Îmraliyê, bi agahî, ferman û erêkirina Erdogan hatine kirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku Erdogan wê di şerê kirêt ê li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd dimeşîne de, bi xurtî têk biçe.

Bayik da zanîn, ku pîvanên şer, normên însanî û hiqûqa gerdûnî li aliyekî, Erdogan û ekîba wî bi binpêkirina qanûnên xwe şerê kirêt dimeşîne û bê exlaqî ji xwe re kirine pîvanek.

Bayik daxuyaniyên Bulent Arinç nirxand û anî ziman, ku hevdîtinên dewleta Tirk ên bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re hem li Oslo hem jî li Îmraliyê, bi agahî, ferman û erêkirina Erdogan hatine kirin.

BIRYARA ŞER DI CIVÎNA MGK A 30'Ê COTMEHA 2014'AN DE HAT WERGIRTIN

Gotara Bayik a di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de îro hat weşandin, bi vî rengî ye:

"Têkildarî sedema ku li Tirkiyeyê şer çima ewqasî dijwar bû belge û agahî yek bi yek derdikevin holê. Tevgera Azadiya Kurd gelek caran ragihand ku biryara şer di civîna MGK’a 30’ê Cotmeha 2014’an de hatiye standin. Plana Rûxandinê ya paşê derket diyar kir ku di Îlona 2014’an de biryareke bi vî rengî hebû. Bi vê yekê re derket holê ku beriya çalakiyên piştgiriya bi Kobanê re yên 6-7-8’ê Cotmehê yên ji bo xwe xistin hinceta şer û hinceta sererastkirina asayîşê biryara şer hatiye standin. Gotinên Tayyîp Erdogan ên, 'agahiya min jê tine bû, ji ber ku min rast nedît min Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir', tê wateya mikûrhatineke vekirî ya ka vî şerî çawa destpê kir. Ji xwe peyama demokratîkbûn û aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd a di Newroza 2015’an de hat xwendin jî ji aliyê Tayyîp Erdogan ve erênî nehatibû dîtin û gotibû ev yek Rêberê Gelê Kurd rewa dike. Bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re û ji 5’ê Nîsanê û vir ve ev deh meh in pêkanîna tecrîda giran li ser Îmraliyê, radixe ber çavan ka li dijî gelê Kurd şerekî çawa û ji bo çi tê meşandin.

Biryara şer a hat standin di 23’ê Tîrmehê de bi şêwazekî topyekûn xistin pratîkê. Davûtoglû jî beriya çend rojan bi gotina, 'Ev şerê ku me di 23’ê Tîrmeha 2015’an xist pratîkê gelekî bi îsabet bû' mikûr tê ka vî şerî çawa destpê kir. Yanî beriya îlankirina xwerêveberiyan a ji aliyê gelê kurd ve vî şerî bi şêwazekî giştî destpê kir. Bi vê yekê re propagandayên qaşo ev şer li dijî îlanên xwerêveberiyan hatiye destpêkirin ji aliyê serokwezîrê tirk bi xwe ve tê derewderxistin. Bi şêwezekî pir zelal diyar bû ku biryara şer beriya wê bi gelekî hatiye standin û di 23’ê Tîrmehê de ev şer bi şêwazekî giştî derbasî pratîkê bûye. Lewre berxwedana Tevgera Azadiya Kurd û îlana xwerêveberiyan a ji aliyê gelê kurd ve li dijî êrîşên giştî yên tesfiyeyê bi pêş ketin.

CIVÎNA DOLMABAHÇEYÊ BI AGAHDARÎ Û ERÊKIRINA ERDOGAN PÊK HAT

Rayedarên AKP’ê di derew û demagojiyê de hemû hikûmetên dîroka Tirkiyeyê li pey xwe hiştine. Gotinên Erdogan ên dibêje; haya min ji Mutabaqata Dolmabahçeyê tine bû, piştrast dike ka derewînên çawa ne. Em careke din destnîşan bikin; ji hemû hevdîtinên li Îmraliyê, ji hemû hevdîtinên li Osloyê agahdariya Tayyîp Erdogan hebû. Hemû hevdîtin bi ferman, perspektîf û erêkirina Erdogan pêk hatin. Di van mijaran de Erdogan rojane, carnan jî serê saetê hat agahdarkirin. Di Mutabaqata Dolmabahçeyê de jî agahî û hakîmiyeta Tayyîp Erdogan ji ya Davûtoglû bêtir hebû.

Mutabaqata Dolmabahçeyê ne encameke di rojekê de derket holê bû; piştî hevdîtinên bi hefteyan pêk hatin wekî mutabaqat derket holê. Bi taybetî deh rojên dawî pêşnûmeya mutabaqatê gelek caran di navbera Qandîl-Enqereyê de çû û hat. Konseya Rêveber a KCK’ê xwest hin guhertin pêk werin. Di dawiyê de bi guftûgoyên di navbera Rêber Apo, heyeta HDP’ê, heyeta dewlet û hikûmetê de çarçoveya dawî ya mutabaqatê hat destnîşankirin.

Di rewşeke ku ev mutabaqat gelek caran di navbera Qendîl-Enqereyê de çûbe û hatibe de, dibe ku agahiya Tayyîp Erdogan jê tine be? Kî ji vê bawer dike? Heyeta dewlet û hikûmetê li Qesra Dolmabahçeyê beyî agahdariya Tayyîp Erdogan çawa dikare mutabaqatake bi vî rengî ji raya giştî re pêşkêş bike? Bêguman agahiya Tayyîp Erdogan hebû. Heyeta HDP’ê gelek caran ev yek anî ziman. Ji ber ku di wan demên germ, di wan kêliyên germ de ku belge diçûn û dihatin, guftûgo li ser aliyê werin guhertin dihatin kirin de heyeta HDP’ê şahidiya pêvajoyê dikir. Ji ber ku ji nêz ve şopandin ka kî çi dibêje, çi nabêje.

ARINÇ BI TENÊ ÎLANA YA MALÛM KIRIYE

Hemû pêvajo, perspektîfa dihat dayin û tiştê ku HDP’iyan dianîn ziman mijarên ku Tayyîp Erdogan dizanîbûn. Bulent Arinç tenê ya malûm, ya tê zanîn îlan kir. Berdevkê AKP’ê Bulent Arinç ku hevdîtinên Îmraliyê ji nêz ve dişopandin bêguman rast dibêje. Tayyîp Erdogan û hikûmetê mutabaqateke bi vî rengî beriya hilbijartinê li gorî berjewendiyên xwe didîtin; lê belê dema ku ji saziyên dewletê yên hevkariya Erdogan dikin nerazûbûn hat ev mutabaqat mîna ku tine ye hat hesibandin û hikûmet lê xwedî derneket.

Çapemeniya alîgirê AKP’ê û çomezên Tayyîp Erdogan ên di çapemeniyê de piştî vê mutabaqatê çi nivîsandin? Dema ev werin xwendin wê têrê bike ku agahiya Tayyîp Erdogan jê hebû. Beyî agahdariya Erdogan gelo dibe ku van nivîskaran bi rojan pesnê mutabaqatê dabin.

AKP DEREWÎN Û BÊ EXLAQ E!

Hikûmeta AKP’ê gelekî derewîn û bêexlaq e! Bi rojan derewa sekvanên sirbî hene ji çapemeniyê re pêşkêş kirin. Dema agahî û belge tine bûn bi rojan nûçeya sekvanên sirbî hat dayin. Her wiha wêneyê segvanekî filmê Hollywoodê mîna wêneyê sekvanê sirbî hate nîşandan. Lê dema dîtin ku derewa wan derkete holê Efkan Ala derket got ev agahî ne rast e. Çima ev derewa mezin di çapemeniyê de hat dayin? Ji ber ku sekvanên sirbî di şerê navxweyî de gelekî xirab hatibûn nîşandan. Bi taybetî çapemeniya rojava û Tirkirkeyê bi mehan propogandaya sekvanên kujer ên sirbî kirin. Di cîhanê de têgihîştineke wisa afirandin. Hikûmeta AKP’ê jî bi nîşandana bi sekvanên sirbî re di heman kareyê de xwest nerazîbûna raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê li dijî berxwedanê biafirîne. Yanî mîna rêbazeke xerab nîşandana berxwedanê ev nûçe hatin amedekirin. Lê di rastiyê de wan bi xwe li bajarên kurdan sekvan li avahiyên bilind bi cih kirin û her tiştê lebitî bû hedefa wan, tenê di encama van êrîşan de bi dehan jin, zarok, kal, ciwanê sivîl jiyana xwe ji dest dan.

ERDOGAN WÊ DI VÎ ŞERÊ KIRÊ DE BIFETISE

Ewqasî derewîn û şerkerên kirêt in. Ji ber vê yekê di serî de medyaya hawizê li Tirkiyeyê nûçeyên ku televîzyon û rojname radigihînin divê kes bi wan bawer nabe. Ji bo berxwedana gelê kurd xerab nîşan bidin rojane çend nûçeyan çêdikin. Bi vê yekê re dixwazin rûyê xwe yê kirêt veşêrin.

Arinç çi got? Min aşkera nekir, li gel min gelek agahiyên ku raya giştî rûyê Erdogan û ekîba wî bibîne hene. Erdogan bi meşandina şerê kirêt gihîşte van rojan. Mîna gotina ‘Cêrê avê di rêya avê de dişike’ Tayyîp Erdogan wê di vî şerê kirêt ê dimeşîne de bifetise.

Tayyîp Erdogan vê carê li rasta pêngaveke tund a dijberên xwe yên bêbandor kiribûn hat. Di şerê li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd de wê bi windahiyeke mezin re rûbirû bimînin. Gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd wê belaya AKP’ê ji ser gelên Tirkiyeyê rake."