Bayhan: Desthilatdarî tecrîdê bi kar tîne

Parlamenterê EMEP'ê yê Stenbol Îskender Bayhan diyar kir ku desthilatdarî hewl dide bi tecrîdê polîtîkaya zextê rewa bike û têkoşîna hevpar asteng bike û got ku karker û kedkar mehkûmî mêtingerî û şer tên kirin.

Parlamenterê EMEP'ê yê Stenbolê Îskender Bayhan ragihand ku desthilatdarî ji bo daxwazên gelê Kurd ne rewa nîşan bide, gelê Kurd û parastvanên aştiyê terorîst îlan kiriye.

Parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) ê Stenbolê Îskender Bayhan bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî têkildarî guhertinên li Tirkiyeyê çêbûne û rewşa gelê Kurd û kedkaran ji ANF'ê re axivî.

Bayhan diyar kir ku têkildarî neçareseriya pirsgirêka Kurd polîtîkek ekonomîk jî heye û wiha got: "Di pêvajoya piştî Sûriyeyê de, êdî dewletê polîtîkayên Osmanî yên nû şopand. Tirkiyeyê ji bo vê polîtîkayê bi welatên mîna Îran, Rûsyayê re hevkarî kir û armanc kir ku gelê Kurd li ser vê erdnîgariyê nebe xwedî mafê gotinê. Divê kedkar û karkerên li Tirkiyeyê jî 25 salên borî bi vî rengî fêm bikin."

Bayhan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: "Di serî de Îmralî polîtîkaya tecrîd û zextê ya li girtîgehan, îro ji aliyê Erdogan û rejîma wî ve weke pergala rewakirina polîtîkaya zext û mêtingeriyê tê karanîn. Di polîtîkayên tecrîd û zextê de jî mijareke din a girîng jî, tê armanckirin ku di nava gelê Kurd de têkoşîna hevpar bê lewazxistin."

Bayhan ragihand ku li Tirkiyeyê têkildarî tecrîdê ger 3 nuqteyên esas bên çareserkirin, wê gelek pirsgirêk çareser bibin û ev xal diyar kirin:

* Rakirina tecrîdê wê çi zirarê bide karker û kedkarên vî welatî? Ti zirarê nade. Wê çi zirara wê hebe ku Abdullah Ocalan bi malbat, parêzer û nûnerên siyasî re hevdîtinê bike? Ti zirara wê nîne. Di berê de ev yek çêbûn, ti zirara wê çênebû.

* Ji aliyê sekinandina operasyonên ji sînor wêdetir, sekinîna operasyonên leşkerî û sekinîna mirinên leşkeran û lewazxistina şer û kaosa li vê herêmê ve jî wê çi zirara wê hebe? Ti zirara wê nîne, berevajî wê erênî be.

* Divê budçeya ku ji şer re hatî rakirin, li vî welatî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, aştî û xwişk û biratiyê û ji bo başkirina jiyana gel û kedkaran bê bikaranîn.

Ev pêngavên pir hêsan in, pêkanîna wê ne zehmet e. Dema ev pêngav hatin avêtin, karker û kedkarên Tirk, gelên bindest û kedkar wê li vî welatî bibin xwedî destkeftî. Yên vî welatî bi rêve dibin, ji bo desthilatdariya xwe bidomînin karker û kedkaran mehkûmî mêtingerî û şer dikin."