Baydemîr: Hûn nikarin HDP'ê tûne bikin!

Berdevkê HDP'ê Baydemîr di koma HDP'ê ya Meclîsê de axivî û bal kişand ser êrîş û zextên li ser HDP'ê û wiha got: "Dixwazin qedexeya siyasetê bînin ser HDP'ê. Hûn nikarin HDP'ê tûne bikin'

Berdevkê koma HDP’ê Osman Baydemîr, di koma HDP'ê ya Meclîsê de helwesta Serokê AKP'ê Erdogan rexne kir û got: "2 sal in we ev welat veguherand gola xwînê. Êrîşê li dijî HDP’ê û siyaseta kurd navenda AKP’ê, wezaret û Qesra Beştepeyê bi hev re bi koordîne dikin."

Berdevkê koma HDP’ê Osman Baydemîr di komcivîna partiya xwe de bûyerên dawî nirxandin. Baydemîr axaftina Serokê AKP'ê Erdogan a di komcivîna AKP’ê ya derbarê demokrasiyê de kir, rexne kir û wiha got: "2 sal in we ev welat veguherand gola xwînê. Ji ber ku we nekarî di hilbijartinan de HDP’ê têk bibin. Ma ne hûn in 5 hezar endam, rêveber, parlamenter, hevşaredar dan girtin. Ev êrîşê li dijî HDP’ê û siyaseta kurd navenda AKP’ê, wezaret û Qesra Beştepeyê bi hev re bi koordîne dikin."

Baydemîr, berdana zavayên AKP’î rexne kir û got: “Heke ji ber ku navnîşana wan a sabît heye tên berdan ma navnîşana Demîrtaş û Yuksekdag tune ye? Lê binêrin ji bo Demîrtaş û Yuksekdag dozgerê Kayseriyê fezleke dide amadekirin û her du jî qet neçûne Kayseriyê. Li aliyê din leşkerekî ku xwe paşa dibîne radibe pêşiya parlamenterê me yê Dêrsimê Alîcan Onlu dibire. Serokê meclisê jî qey koltix li xweşa wî çûye rûniştiye û li vê rezaletê temaşe dike. Gelo ev leşker krîptoyê kîjan rêxistinê ye?"

Baydemîr bal kişand ser salvegera berxwedana karkeran a di 15-16’ê Hezîranê de jî û wiha axivî: "Îro di bin navê tasfiyekirina cemaetê de rêxistiniya di qada kedê de rastî êrîşan tê ku sedema vê jî rêxistiniya di qada kedê de ye. AKP bi van êrîşan dixwaze rêxistiniya civakê tarûmar bike. Berxwedana Nuriye Gulmen, Semîh Ozakça û Velî Acun dijî êrîşan 100 rojin di greva birçîbûnê de ne. Divê berxwedana wan bê mezinkirin."

Baydemîr der barê krîza li Qatarê jî wiha got: “Ez di serî de bibêjim ha Qatar û ha jî Siûdî ti ferqa wan tune ye. Geşedanên dawîn hemû nîşan didin ku Dîwaro ji te re dibêjim bukê tu fêm bike; qatar ji te re dibêjim Erdogan tu fêm bike. Heke ev polîtîka wiha berdewam bike Wê fatûreya wê ji Tirkiyeyê re pir giran be.”