Baydemîr aqûbeta birîndarên li Cizîrê ji AKP'ê pirsî
Parlamenterê HDP'ê Baydemîr, aqûbeta birîndarên li jêrzemîna wehşetê ji hikûmeta AKP'ê pirsî.
Parlamenterê HDP'ê Baydemîr, aqûbeta birîndarên li jêrzemîna wehşetê ji hikûmeta AKP'ê pirsî.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, aqûbeta 31 kesên li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ku 6 jê ji ber jêçûna zêde ya xwînê jiyana xwe ji dest dan, ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsî.
Di pêşnûme pirsê de Baydemîr bersiva van pirsan ji Ala xwest:
"Aqûbeta 15 jê birîndar 25 mirovên li jêrzemîna avahiya li navnîşana Bostanci Sokak 23 No ya li taxa Cûdî ya Cizîrê, çi ye?
Operasyona di dema qeyda deng a 30'ê Çileya 2016'an de li vê avahiyê, ji aliyê kîjan yekîneya Wezareta we ve hat kirin?
Kê biryara vê operasyona roja 30'ê Çileya 2016'an de da?
Di dema veguhastina 25 birîndaran ji jêrzemînê de, ku bi hewldaneke koordîneyî ya rayedarên Wezaretên Karên Hundir, Tenduristiyê û parlamenterên me dihat kirin de, operasyona çekdarî hat kirin. Armanca vê operasyonê çi ye?
Di 30'ê Çileya 2016'an de Walîtiya Şirnexê û Qeymeqamtiya Cizîrê, heta saet 12:30 dema operasyonê, fermanên xwe ji Wezareta we wergirtin e? Eger wernegirtibin, ji ku derê wergirtine?
Wezareta we vê rewşa li jêrzemîna avahiyekê, li gorî kîjan Destûra Bingehîn û peymanên neteweyî û navneteweyî yên Tirkiye aliyekî wê ye, dikare îzah bike?"