Bavê Sakîne Cansiz: Ez amade me biçim Kobanê

Bavê Sakîne Cansiz: Ez amade me biçim Kobanê

Bavê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê  Sakîne Cansiz, Îsmaîl Cansizê 85 salî piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya li paytexta Elmanyayê bi armanca piştgirya bi berxwedana Kobanê re hatiye destpêkirin û got: “Ez 85 salî me. Lê amade me biçim Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikim."

Çalakiya greva birçîbûnê ya li ser banga Navenda Civaka Kurd a Elmanyayê (NAV-DEM) bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê, li qada Brandenburg Torê ya li paytexta Elmanya Berlînê, di 30'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di roja çaremîn de berdewam dike. Çalakiya Kurdan dê li qada navdar a ku weke yekgirtina Elmanyayê tê zanîn “Potsdamer Platz”  berdewam bike.

Bav û dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê  Sakîne Cansiz, Îsmaîl Cansiz û Zeynep Cansiz piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya li Berlînê. Bavê siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz a ku 9’ê cotmeha 2013 li Parîsê hatibû qetilkirin, Îsmaîl Cansizê 85 salî axaftinek kir û got:

"Kurdên xweşewîst, şoreşger û welatparêzno; Ez jî bi we re me, bi dil û hêza xwe ve bi were me. Ez 85 alî me, ez amade me ku bi her awayî piştgirî bidim berxwedana we. Pêwîst bike ez amade biçim çiyayan jî û amade biçim Kobanê jî. Ez ji vir berxwedana Kobanê ji dil û can silav dikim û dibêjim ez dê her tim li gel we li ber xwe bidim."

Roja Pênçşemê, çalakger heta ber Qesra Serokkomariyê meşiyan û bêdengiya hikûmetê protest kiribûn. Sibê jî dê bi pêşengiya çalakgerên greva birçîbûnê, saet di 14.00 de li qada "Potsdamer Platz" meşeke girseyî bê lidarxistin.