Bavê Şehîd Ramîn, Muhemed Huseyîn Penahî wefat kir

Di salvegera 3’emîn a şehîdbûna Ramîn Hesen Penahî de, îro bavê wî Muhamed Huseyîn Penahî rehmet kir.

Bi nêzîkbûna salvegera 3’an a qetilkirina Ramîn Hesen Pehanî, bavê wî Muhemed Huseyîn Penahî 15'ê Îlona 2020'ê li Nexwexaneya Tohîd a Sîne rehmet kir.

Muhemed Huseyîn Penahî ji aliyê Kurdên Lilax û Sine ve bi navê ‘Xalomîrza’ tê nasîn, Mihemed Huseyîn Penahî û pîrika wî ya birûmet bi salan ji ber çalakiyên siyasî yên zarokên xwe ji aliyê Komara îslamî  Îranê ve hatin çewsandin. Li aliyekê zarokên wan di zindanên rejîma Îranê de hatin êşkencedan, li aliyê din wan jî dev ji lêgerîna edaletê bernedan.

Zarokên Muhamed Huseyîn Penahî Ramîn û Eşref di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de şehîd bûne. Huseyîn Penahî ku weke Xalomîrza jî tê nasîn di temenê xwe yê 82 salên de bi rûmet dijiya rehmet kir.

Malbata Huseyîn Penahî ragihand ku wê cenazeyê Xalomirza li gundê Qorochia-Lilax ku lê ji dayik bûye bi merasîmekê veşêrin.