BastA piştgirî da Çep a Kesk

Partiya BastA ku li kantona Baselê ya Swîsreyê rêxistinbûyî ye, ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin Partiay Çep a Kesk.

Hevseroka partiya BastA Sina Deiss û sekretera partiyê Franziska Stier daxuyanî dan û diyar kirin ku ew HDP'ê ji bo xwe weke partiya xwişk-bira dibînin, lewma ew ê piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk.

Hevseroka Partiya BastA Dina Deiss anî ziman ku HDP ji bo wan partiyeke xwişk-bira û got, "Ji ber vê yekê jî bêguman ew ê piştgiriyê bidin HDP'ê. Di civînên partiya xwe de me nîqaş kir ku em bi çi rengî dikarin piştgiriyê bidin hevrê û hevalên xwe."

HDP AN JÎ ÇEP A KES, FERQ NAKE

Sina Deiss ragihand ku ew zextên li ser HDP'ê ji nêz ve dişopînin û destnîşan kir ku Tirkiye êdî welatekî demokratîk nîne. Deiss diyar kir ku Swîsre û dewletên Ewropayê van zextên dewleta Tirk ji nedîtî ve tên û got, "Zext û doza qedexekirinê ya li hemberî HDP'ê nîşan dide ku Tirkiye dewleteke demokratîk nîne. Swîsre û dewletên Ewropayê van zextan ji nedîtî ve tên. HDP bi van zextan zane û nas dike. Rê û rêbazên têkoşîna li hemberî van zextan jî zane. Zane ku çawa dikare xwe biparêze. Tevlîbûna li hilbijartinê bi navê HDP'ê yan jî Partiya Çep a Kesk ji bo me ferq nake. Bi çi rengî tevlî hilbijartinê bibin jî piştgiriya me wê dewam bike."

Deiss destnîşan kir ku wê bi delegasyonekê hilbijartinên 14'ê Gulanê bişopînin.

Deiss işaret bi girîngiya piştevaniyê kir û diyar kir ku ne tenê li Tirkiyeyê wê li Swîsreyê jî piştgiriyê bidin karên hilbijartinê.