Başaraner: Berxwedan hînbûneke polîtîk a hilbijêrên HDP'ê ye

Hevberdevak HDK'ê ya Enqerê Emek Başaraner têkilî êrîşên li ser HDP'ê axivî û got, hilbijêrên HDP'ê bi hînbûyineke wiha ne li dijî vê desthilatê li ber xwe bidin û teslîm nebin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Enqerê Emek Başaraner diyar kir fezleke kelevajiyek e û got, ''Ti  aliyê hiqûqî ya wan fezlekeyan nîne ku ji bo wekîlên HDP'ê hatine hazirkirin. Ne ku tenê em vê dibêjin, partiyên pergalê yên muxalîf jî vê dibêjin. Qunciknivîskarekî ku ji xwe re, ''bersûcê bi qidem'' digot, kelevajîtiya van fezlkeyan bi pirsa, ''dîplomaya hin dozgeran heye yan na?'', teşhîr dikir. Sûcdariyên weke, ''Propaganda nîne lê bi wê potansiyelê ye', bêhelwest dimîne, destek dide propagandaya rêxistinê'', hene.

''Şêwaza xîtabî ya dayiksalarî' a Leyla Guven ku beriya bi çend mehan hatibû girtin, sûc hatibû dîtin û ev hêmaneke nûkûnû ya sûc e! Kelevajîbûna fezlekeyên ku bi vîna polîtîk hatine nivîsîn, me fêhm kir ku di serdema vê desthilatê de ne tiştekî wiha ku mirov pê şaş bimîne.''

HILBIJÊRÊN HDP'Ê YÊN HERÎ BÎREWER IN

HDP were girtin an jî neyê girtin, hêla herî giring meselê 6 milyon hilbijêrên HDP'ê ne. Ev hilbijêr hilbijêrên herî zane, polîtîk û biryardar in. Ew jî pê dizanin tenê xeyalek e ew fikra ku dibêje ev hilbijêr wê belawela bibin. Ji ber ve bi amûrên tundiyê hewl didin ku pêvajoyê kontrol bikin. Tundî ji aliyekî ve hînbûna polîtîk a vê desthilatê ye lê 'hînbûyinek polîtîk' a 6 milyon hilbijêrên HDP'ê heye ku li dijî vê desthilatê li ber xwe dide û teslîm nabe.''

NIKARIN TÊKOŞÎNA TINE BIKIN

Başaraner got li ser darizandina HDP'ê mirov tenê nikare bi çavê, ''tenê partiyeke yasayî tê darizandin'' binere û wiha domand: ''Em nikarin wiha bibînin ku ya tê darizandin tenê partiyeke siyasî ye. Ya ku êrîş diçe ser jiyana nû û parêzvanên wê ne..Xwediyên pergalê çavê wan lê bar nabe ku nûnerên jiyana nû li parlamentoyê, saziyan, deverên din bibînin, ku bi wan deverên aidî pergalê ne.

Ev êrîşa bi qaqilkê hiqûqê yê tenik tînin helbet ne tenê bi partiyeke yasayî re sînordar e. Lê têkoşîna ku bi dehan salan ava bûyî nikarin tine bikin. Bi girtinê dikarin amûrên me yên têkoşînê ji dest me bistînin lê dîsa jî em ê têkoşîna xwe ya ku bi me rewa ye, bidomînin. Em HDP heta ji dest me were e mê vê têkoşînê bidomînin.''