Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran li ser êrîşa li dijî avahiya wan a li Sancaptepeyê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'BI ÊRÎŞÊN WIHA EM TÊK NAÇIN'
Başaran got, "Êrîşa li dijî avahiya me ya navçeya Sancaktepeyê, dewama êrîşên bê navber ên li dijî HDP'ê ye ku ji sala 2015'an û vir ve têne kirin. Hêzên tîmên taybet bi mejiyê talanker avêtine ser avahiyê, nivîsên nîjadperestî nivîsandine, Hevseroka me ya navçeyê Îlknûr Yûsûfoglû û rêveberê me yê HDP'ê yê Stenbolê Nevzat Kiliç jî di nav de 16 hevalên me destgîr kirine.
Hêzên ewlekariyê ku weke koma lînç û talanê tevgeriyan, welê li avahiya me ya navçeyê kirin ku nema dikare bê bikaranîn û zerar dan amûrên muzîkê. Niha zêdeyî pênc hezar endam, rêveber, hevşaredar, hevserokên bajar û navçeyan û parlamenterên HDP'yî girtî ne. Ji encamên hilbijartinê yên 24'ê Hezîranê divê were fêhmkirin ku HDP bi êrîşên wiha hov têk naçe.
Em ê bi têkoşîna xwe ya mafdar û demokratîk bersivê bidin rayedarên hikumetê yên naxwazin fêhm bikin. Em bang li hêzên ewlekariyê dikin ku dev ji mejiyê paşverû berdin û bang li Wezîrê Karên Hundir jî dikin li xeteke medenî ya ji pîvanên hiqûqê vegere."