Sendîkaya Xebatkarên Kolej û Zanîngehê ya Brîtanyayê (UCU), ku weke mezintirîn sendîkaya Hîndekariya Bilind a Cîhanê tê naskirin, nameyek ji Sefîrê Bilind ê dewleta Tirk ê li Londonê renivîsand û xwest, şîdeta li herêma Kurdan tavilê biqedînin.
Piştî danezana zêdeyî 500 akademîsyenên ji dehan zanîngehên li Brîtanyayê, Sendîkaya Xebatkarên Kolej û Zanîngehê (University and College Union-UCU) jî ji Sefîrê Bilind ê Tirk Abdurrahman Bîlgîç re nameyek nivîsand. Di nameya bi îmzeya Sekretera Giştî ya Sendîkayê Sally Hunt de hat ragihandin, ku ji ber gef û zextên li akademîsyenên xwestin şîdeta li Kurdistanê bidawî bibe tên kirin, ew gelekî bi endîşe ne. Di nameyê de hat destnîşankirin, ku bi taybetî dibistanên li Cizîr û Silopiyayê ji aliyê leşker û polîsan ve hatine dagirkirin û hat xwestin, ku ev dibistan tavilê werin valakirin û perwerde lê were dayîn.
Nameya bi serenavê "Protestokirina Tirkiyeyê ji aliyê Sendîkaya Perwerdeyê ya Qraliyeta Yekbûyî" di 15'ê Çileyê de pêşkêşî Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Londonê Abdurrahman Bîlgîç hat kirin. Name bi vî rengî ye:
JI BER ÊRÎŞAN EM BI ENDÎŞE NE
"Li ser navê 110,000 endamên Sendîkaya Xebatkarên Kolej û Zanîngehê (UCU), ji bo endîşeyên xwe yên ji ber êrîşên li Tirkiyeyê li hemberî azadiya akademîk tên kirin ragihînim, li ser navê sendîkaya me dinivîsînim.
Ji zanîngehên cuda yên Tirkiyeyê 1200 akademîsyenan xwestin şîdeta hikûmeta Tirk a li hemberî herêmên Kurdan bi dawî bibe. Em, ji ber gefên li van akademîsyenan hatine xwarin, gelekî bi fikar in. Piştî axaftina Serokkomar Erdogan a kampanya akademîsyenan rexne dikir, YOK'ê ragihand, ku ew ê der heqê akademîzyenên mora xwe danîne binê danezanê lêpirsînê bide destpêkirin. Vê yekê em xistine nava fikaran.
Ev êrîşên li hemberî akademîsyenan û li dijî azadiya ramanê nayê qebûlkirin û em bang li hikûmeta we dikin ku dawî van gefên xwe bînin.
DIBISTAN JI ALIYÊ LEŞKER Û POLÎSAN VE HATINE DAGIRKIRIN
Federasyona me ya Sendîkaya Global ji ber şîdeta li rojhilatê Tirkiyeyê dewam dike, gelekî bi endîşe ye. Yek ji fikarên me yên spesîfîk jî li ser tenduristî û ewlekariya xwendekar û mamosteyên li herêmên Kurdan e. Hempîşeyên me yên ji Egîtîm-Senê ji me re ragihandine ku avahiyên perwerdeyê ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine desteserkirin. Her wiha ji me re hat ragihandin ku mamosteyên li herêmê, bi mesajeke telefonê ya ji saziyên erkdar re, herêm terikandine. Weke encama vê yekê jî niha bi hezaran xwendekar nikarin biçin dibistanê.
ŞÎDETÊ BIQEDÎNIN
Weke UCU em bang li rayedarên Tirk dikin ku dawî li şîdeta xwe ya li rojhilatê Tirkiyeyê bînin, ji bo perwerde bi lezgînî destpê bike, avahiyên dibistanan ên ji aliyê leşker û polîsan ve hatine dagirkirin vala bikin û bihêlin ku mamosteyên li Cizîr û Silopiyayê karibin li karê xwe vegerin.
Ji ber rewşa lezgîn a mijarê, em li benda bersiva we ya lezgîn e."