Banga li hember pêkûtiyên li ser çapemeniya Kurd derbikevin
Banga li hember pêkûtiyên li ser çapemeniya Kurd derbikevin
Banga li hember pêkûtiyên li ser çapemeniya Kurd derbikevin
Komeleya Çand û Piştevaniya Tirkiyeyiyên li Swêdê ji partiyên siyasî, PEN, Rêxistina Rojnamegerên Sinor Nenas, Federasyona Rojnamegerên Swêdî û parlementeran re name şandin û bang lê hate kirin ku, li hemberî êrîş û pêkûtiyên li ser çapemeniya Kurd derbikevin.
Tê diyarkirin ku, ji sala 2005’an ve Hikumeta Tirk zextê li ser Hikumeta Danîmarkayê dike ku Roj TV bigire, 3’ê Tîrmehê Dadgeha Danîmarkayê bi îdiaya ku propagandaya PKK’ê dike lîsansên televîzyonên Kurdan betalkirin û 10 milyon kron pereyê Danîmarkayê ceza lê biriye.
Di nameyê de hate gotin ku, biryara dadgehê tê wateya televîzyonên Kurdan yên herî mezin û yên herî zêde tê temaşekirin têne qedexekirin. Di nameyê de balê dikişîne ser ku bi salane dewleta Tirk hebûna Kurdan înkar dike, li hember pêşketina ziman û çanda kurdan dibe asteng.
Tê destnîşan kirin ku, heman polîtîka ji aliyê hikumeta AKP’ê ve jî têne berdewam kirin, di nav de Şaredarên Kurd, rojnameger, parêzer û siyasetmedar jî heyî bi deh hezaran kes bi sûcdarkirinên bêbingeh hatine girtin.
Di nameyê de hate diyarkirin ku, desthilatdariya AKP’ê li aliyekê hevdîtinên aştiyê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêve dibe, di heman demê de jî polîtîkayên xwe ên girtinê didomîne, ji bo dengê gelê Kurd qut bike rojnamegeran digire, weke berdewama van polîtîkayan jî li Ewropa jî dixwaze televîzyona Kurdan Nûçe Tv ku herî zêde tê temaşe kirin bigire.
Di nameyê de tê gotin ku, di belgeyên Wîkîleaksê aşkera kirîn de bi zelalî derdikeve holê ku Serokwezîrê berê yê Danîmarkayê Anders Fogh Rasmussen ji bo bibe serokê NATO’yê soz dide Tirkiyeyê ku Roj TV bigire û wiha tê got; “Polîtîkayên wisan di welatên demokratîk de nabin. Biryara ku li dijî Roj Tv û çapemeniya Kurd, netenê neheqiyeke li hemberî gelê Kurd hatiye kirin, di heman demê de êrîşeke li hemberî azadiya fikir û çapemeniyê jî.”
Her wiha hate destnîşan kirin ku, pêwîste partiyê siyasî, dezgehên çapemeniyê, rêxistinên rojnamegeran û parlementer li hemberî hîlebaziya di navbera Danîmarka û Tirkiyeyê de derbikevin û hate xwestin ku mafê kurdan yê bi zimanê xwe guhdarkirina strana û nûçe girtinê biparêzin.