Banga Însiyatîfa Gel: Divê gelê me biherike Dagkapi û Sûrê

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser berxwedana gel û terora dewletê ya li Kurdistanê.

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê têkîldarî êrîşên dewletê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya balê dikşîne ser êrîşên li Sûrê û wiha hat gotin: “Divê gelê me biherike Dagkapi û Sûrê.”

Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Amedê di daxuyaniya nivîskî de bal kişand ser berxwedana gel û terora dewletê ya li Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Têkoşîna azadiyê ya ku tevgera me ya azadiyê û gelê me bi fedakarî û berdêlên mezin ev 40 salî dimeşîne bi îlana xwerêveberiyan gihiştiye merheleyek nû. Xwerêveberî ne tiştekî ku wê dewlet bide ye. Xwerêveberî mafê gelê mey ê herî xwezayî yê ku em wek gel em ê bi têkoşîna xwe bi ser bixin û biparêzin.

Hikûmeta faşîst a AKP’ê bersiva lêgerînên çareseriyê ya bi tevahî niyetên baş ên Rêbertiya me û tevgera me bi konsepta şerê ku 24’ê Tirmehê destpêkirî da. Ji wê rojê ve li Kurdistanê amadekariyê şerekî cîdî û berxwedana gel heye.”

Li hember gelê me yê Cizîr, Nisêbîn, Sîlopî, Farqîn,Sûr,Dêrik û Geverê yê xwerêveberî îlankirî çeteyên faşîst êrîş dikin. Li hember berxwedana gelê me çete neçar mane vekişin. Îro li Dêrik, Nisêbînê û Sûrê çeteyên faşîst dîsa dest bi êrîşan kirin. Li hember van êrîşan divê em li her deverê Kurdistanê bi ruhê serhildanê beşdarî berxwedanê bibin. Êrîşên ku li hember gelê Dêrik, Cîzîr, Sûr û Nisêbînê pêk tên di heman demê de li hember tevahî gelê Kurd û Kurdistanê ye jî.”

Di daxuyaniya balê dikşîne ser êrîşên îro li Qada Dagkapi û navçeya Sûrê ya Amedê de wiha hat gotin:

“Li hember gelê me çeteyan bi îlankirina qedexeya kolanan îro serê sibehê saet 05.00’an dîsa êrîşî gelê me kirin. 6 roj in li Derikê dîsa terorê dibarînin. Li hember ve faşîzme gerek dike ku gelê Amedê bi ruhê serhildanê dakevê kolanan. Divê her kes derkeve ber deriyên xwe û bi qîrkirinê qebûlnekirina faşîzmê diyar bike. Di destpekê de Qada Dagkapi pêwîst e her kes biherike Surê. Pewîst e gelê Dêrik û Sûrê tenê neyên hiştin.”