Banga Şaredarê Cenevreyê Paganî ya ji bo Ocalan

Şaredarê Cenevreyê Rémy Paganî diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya binpêkirina peymanên navneteweyî û got, “Divê Ewrûpa ji bo Ocalan saziyên rayedar têxe nav tevgerê.”

Şaredarê Cenevreyê Rémy Paganî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand û diyar kir ku mafên Ocalan ji aliyê dewleta Tirk tê binpêkirin.

Paganî got ku, “Ocalan serokê tevgereke meşrû ye” û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan bêhiqûqî ye.

‘SAZIYÊN RAYEDAR DIVÊ TÊKEVIN NAV TEVGERÊ’

Paganî diyar kir ku ji bo Ocalan divê Ewrûpa têkeve saziyên rayedar têxe nav tevgerê û got, “Heke welatek ligel ku îmzeya wê li bin peymanekê hebe û wê peymanê  bi cih neyne, ji aliyê dewletên din ve tên kontrolkirin û ji bo ku li gorî van peymanan tevbigere zext lê tên kirin. Lê îroj Ewrûpa li hemberî Tirkiyeyê ya ku tecrîdê li ser Ocalan dike, têra xwe bêdeng e.”

‘TIRKIYE HER ROJEKE WÊ JI YA BERÊ XERAPTIR E’

Paganî bal kişand ser sepanên antîdemokratîk ên li Tirkiyeyê û diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan roj bi roj dîktatoriya xwe zêdetir dike û got, “Sînor ji bêhiqûqiyên Erdogan re tune. Li Tirkiyeyê her roj ji ya berê xerabtir dibe. Tirkiye êdî roj bi roj ji Ewrûpayê dûr dikeve û mixabin Ewrûpa li hemberî vê rewşê bêdeng e. Vê helwesta Ewrûpayê jî Erdogan xurttir dike.”