BI DÎMEN

Bang li Elewiyan, jinan û demokratan hat kirin ku dengê 'NA' bidin

Bang li Elewî, jin û demokratên li Ewropayê dijîn hat kirin, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de dengê 'NA' bidin.

Endama Desteya Rêveber a Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Fatma Bînîcî ji rêxistina Yaşanacak Dunya Gulay Nacar û ji Halkevlerî ya Ewropayê Fatîh Yildiz, ji bo siberoja Tirkiyeyê radestî şexsekî neyê kirin bang li hilbijêran kirin ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.

FATMA BÎNÎCÎ: Em dixwazin pêşî li rewşa neyînî ya ku sîstema serokatiyê rê li ber veke bigirin. Lewma dibêjin 'NA'.

Em dibêjin NA, ji ber ku erka rêvebirinê radestî kesekî tê kirin û dîktatorekî ve tê girêdan. Em dibêjin NA, ji ber ku wê Serokkomar bi rengekî yekalî wezîran wezîfedar bike û ji wezîfeyê bigire. Em dibêjin NA, ji ber ku wezîfeya Meclîsê ya kontrolkirina desteya wezîran ji holê rakirin. Em dibêjin NA, ji ber ku derfetên Meclîsê yên ji bo kontrolkirina qanûndanînê tên kêmkirin.

Di pratîkê de lêpirsîna li wezîran di asteke nepêkan de zehmet dibe. Em ji vê re dibêjin NA. Em dibêjin NA, ji ber ku Serokkomar dibe endam an jî serokê giştî yê partiyekê.

Serokkomar wê namzetên parlamenteriyê hilbijêre. Em ji vê re dibêjin NA.

Meclîs wê bi Serokkomar ve bê girê dan, cudahiya navbera hêzan wê ji holê were rakirin. Em ji vê re dibêjin Na.

12 ji 15 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn wê ji aliyê Serokkomar ve bê wezîfedarkirin. Em ji vê re dibêjin NA. Em dibêjin NA, ji ber ku dadgeriya serbixwe bi temamî ji holê tê rakirin.

Bi fermana dîktator wê hemû rewşên neyînî bên nixumandin. Erka qanûndanîn, dadgerî û hemû hêz wê di destekî de bin. Em ji vê re dibêjin NA.

Em li gorî peyama Newrozê bêjin 'NA'. Em bawerin wê Elewî hemû bêjin 'NA'.

GULAY NACAR: Li Ewropayê, xebatên ji bo dengê NA dewam dikin. Li Tirkiyeyê rejîm tê guhertin û di vê çarçoveyê de hemû erk radestî kesekî tê kirin. Hewl tê dayîn rewşa civakî jî were guhertin. Ji ber vê yekê, ji bo qada siyasetê, aborî û civakî radestî şexsekî neyê kirin, ez dibêjim NA.

Ji gelek aliyan ve wê sîstem were guhertin, têkildarî jinan wê gelek guhertin bên kirin. Dema mirov li 15 salên dawî dinerin, dibînin ku destavêtin, destdirêjiya li jinê zêdetir bûye.

Di nava sîstemekê de ku ev feraseta paşverû lê serdest be, jin wê nikaribe bi rengekî azad baxive, li nava kolanan bigere û xwe îfade bike. Em ji vê astengiyê re dibêjin NA.

Ji sîstema ku hewl dide biryarê bide bê jin wê çi li xwe bike, çend zarokan bînin dinyayê re dibêjin NA.

Bi taybetî li bajarên Kurdan gelek komkujî hatin kirin û hesabê ti ji wan nehat pirsîn. Wê ferasete ku gelan li ber hev rake, bê xurtkirin. Dibe ku komkujiyên ji yên heyî gelekî girantir rû bidin. Ji bo xwedî li siberoja xwe derkeve, divê her kes dengê 'NA' bide.

FATÎH YILDIZ: Em li dijî her şêwe binpêkirin, dîktatoriyê û faşîzmê ne. Lewma em dibêjin NA.

Em civakeke ku her kes lê azad e dixwazin. Dengdan di nava şert û mercên awarte de tê kirin, lewma divê em têkoşîna xwe ya ji bo demokratîkbûnê mezintir bikin.

Helwesta me NA ye.

Weke koçberên li Ewropayê dijîn, em li dijî yên ku jiyana me ya rojane dixe nava xeteriyê û provokasyonan dikin re dibêjin NA.