Baluken, polîsê li Oguz da pirsî
Baluken, polîsê li Oguz da pirsî
Baluken, polîsê li Oguz da pirsî
Parlamenterê BDP’ê Îdrîs Baluken der barê welatiyê bi navê Vedat Oguz ku li Antalyayê di çalakiyê piştgiriya Parqa Gezî de çavê xwe wenda kir, pêşnûme da meclisê û diyar kir ku der barê polîsê li Oguz daye lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ciwanê bi navê Vedat Oguz yê 18 salî di protestoyên li Antalyayê pêk hat de çavê xwenda kir. Parlamenter Îdrîs Baluken da zanîn ku di encama ku gombeya gazê li çavê Oguz ketiye de pêşnûme da meclisê
Baluken bi armanca ku wezîrê Karê Hundir Guler bersivê bide ev pirs pirskirin;
“-Der barê polîsê bû sedema wendakirin çavê Vedat Oguz de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na? Polîsê ku bûyer pêk aniye kî ye?
-Der barê Amîr û Midûrên Midûyeta polîsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na? Ger hatibe vekirin, di çi rewşê de ye?
-Vedat Oguz diyar dike ku ger edelet cihê xwe nebîne, dê baweriya wî ya bo dewletê têk biçe. Gelo hun dê derbarê vê de çi bikin?
-Li Antalyayê çend welatî birîndar bûne?
-Der barê çend polîsan de lêpirsîn hatiye destpêkirin?