'Baluken: Em rê li provokasyonan venakin'
Xebatên namzetên HDP'ê yên hilbijartinê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê berdewam dikin.
Xebatên namzetên HDP'ê yên hilbijartinê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê berdewam dikin.
Xebatên namzetên HDP'ê yên hilbijartinê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê berdewam dikin. Namzetê HDP'ê yê Wanê Îdrîs Baluken di vekirina buroyê de axivî û gotinên Serokomar Erdogan ên li hemberî HDP'ê gotin bibîrxistin û wiha got: "Erdogan dît ku HDP bendavê derbas dike û serokîtiyê nabîne dest bi êrîşan kir. Ji bo vê yêk jî weke Agiriyên li cihên cuda provokasyon xistin dewreyê. Em rê li provokasyonan venakin."
DÊRSÎM
Namzetên HDP'ê yên Dêrsîmê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin. Di ziyaretan de têkildarî xebat ên hilbijartinê de agahdarî hat kirin.
ÇANAKKALE
Rêxistina HDP'ê ya Çanakkale bi bernameyekê namzetên HDP'ê dan nasîn. Bernameya li Tesîsên Dabakoglu pêk hat û gelek nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tevlî bûn. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Çanakkale Rahîme Kanilga diyar kir ku di hilbijartina 7'ê hezîranê de dê hemû ol, nasname û baweriyên cuda di bin sîvanekê de bên cem hev.
STENBOL
Namzetên HDP'ê jî li taxa Pinar buroya hilbjartinê vekirin. Namzetên herêmê sêyemîn jî tevlî vekirina buroyên cuda bûn.
KOCAELÎ
Rêxistina HDP'ê ya Kocaeliyê jî li Darica buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzeta HDP'ê ya Kocaeliyê Ayfer Koçak jî tevlî vekirina bûroyê bû. Koçak diyar kir ku HDP'ê ji siyasetê re gelek tiştên nû qezenc kirin. Piştî axaftinan vekirin.
SAMSUN
Rêxistina HDP'ê ya Samsun jî bi tevlîbûna namzetan bernameyek li dar xist. Namzetê Samsunê Alp Altinors di bernameyê da axivî û wiha got: "Heskirina me ya li hemberî Deryaya Reş tenê hilbijartin nîn e. Weke duh em dê niha şunda jî li Deryaya Reş bin." Altinors balkişand ser pirsgirêkên gundiyên Bafra û Çarşambayê.
AMED
Namzetên HDP'ê yên Amedê Feleknaz Uca û Îmam Taşçier jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de esnaf ziyaret kirin. Namzetan li Kolana Ekîncîler li esnafan geriyan û pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Feleknaz Uca diyar kir ku ew dê di 8'ê hezîranê de ji Tirkiyeyekî nû hişyar bin.
Namzetên HDP'ê Îdrîs Baluken û Nesrîn Şanli jî li gundên Karaçali, Terkan û Kagitli buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetê HDP'ê Îdrîs Baluken di vekirina buroya hilbijartinê ya li gundê Karaçali de axivî û wiha got: "Erdogan dît ku HDP bendavê derbas dike û serokîtiyê nabîne dest bi êrîşan kir. Ji bo vê yêk jî weke Agiriyên li cihên cuda provokasyon xistin dewreyê. Em rê li provokasyonan venakin." Baluken balkişand ser êrîşên li dijî partiya wan û da znaîn ku tu êrîş heycana wan a ji bo azadiyê natepisîne.
Namzedên HDP'ê yên Amedê Altan Tan, Çaglar Demirel, Hevşaredarê Yenîşehirê Selîm Kurbanoglu, hevşaredarê navçeya rezan Eşref Guler, hevserokê DBP'ê yê Bajar Alî Şîmşek, Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê (DTB) Ebubekir Bal li meqama wî ziyaret kirin.
Namzedê HDP'ê yê Amedê Altan diyar kir ku hemû sazî û dezgehên Amedê, pêşêngên baweriyan ziyaret kirine û di der barê xebatan de agahî da û wiha axivî. " Armanca me ew e ku ji hemû kesên ku em ziyaret dikin fikr û baweriya wan hîn bikin". Serokê Borsya Bazirganiyê Ebubekî Bal jî keyfxweşiya xwe ya ziyaretê anî ziman û serkeftin ji namzetan xwest.
DÎLOK
Namzetên HDP'ê yên Dîlokê Mahmut Togrul, Gulseren Kocaer, Osman Demîrcî, Fatoş Çetînkaya û Mecît Bozkurt jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxên Vatan, Beybahçe û Perîlîkaya yên navçeya Şahînbeyê ziyaret kirin. Namzetê HDP'ê Mahmut Togrul diyar kir ku di demên dawî de li Dîlokê bi deh hezaran kes bêheqî ji kar hatine avêtin. Togrul anî zimanku berpirsiyarê vê yêkê hikûmeta AKP'ê ye. Togrul da zanîn ku ji bo vê rewşê biguherînin dê di 7'ê hezîranê de serkeftinekî bi hêz bi dest bixin.
RIHA
Namzetê HDP'ê yê Rihayê Serhat Dicle Yuksel jî di esnaf ziyaret kirin û guhdariya wan kir. Namzetê HDP'ê Serhat Dîcle Yuksel û rêveberên HDP'ê yên Wêranşarê esnafên bazara Halê ziyaet kirin û ji esnafan piştgirî xwestin. Yuksel di gerê de axivî û wiha got: "Buhayê fêkî û sebezeyan gelek zêde ye û welatî nikarin êdî bikirin. Welatiyên fêkî û sebez naxwin hêdî hêdî nexweş dibin. Ji ber vê yêkê em derketin rê." Yuksel pişt re derbasî suka Qesaban bû û esnafên wir jî ziyaret kirin. Yuksel herî dawî esnafên li Kolana Rihay Kevin ziyaret kirin.
MÊRDÎN
Rêxistina HDP'ê ya Şemrexê li taxên Dêr, Girêsor û Banqir dest bi xebatên hilbijartinê kir. Hevşaredarê Şemrexê Alî Ozkan, rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê gelek welatî tevlî xebatan bûn. Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Şemrexê Sefer Yildiz diyar kir ku ji bo meşandina xebatên hilbijartinê komîsyonan ava kirine û got ku dê gelê Şemrexê di hilbijartinê de bersiveke di cih de bide.
HATAY
Namzetên HDP’ê yên Hatayê Nîhat Eraslan, Kerem Nalbant, Hîlmiye Kizilay, Bekîr Soylu, Abdulkerîm Aslan di taştiya ku ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Îskenderunê ve hate organîzikirin de bi xebatkarên çapemeniyê re li Teras Kafeyê hatin ba hev. Xebatkarên çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşanî taştê dan û li vir namzet hatin nasandin. Piştrê Eraslan axivî û got ku HDP hemû gelan hembêz dike û dê di 8’ê Hezîranê de erjîma AKP’ê ya dîktator bi dawî bibe, gelên Tirkiyeyê azad bibin.
EDENE
Namzetên HDP’ê yên Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Vedat Ozkan, Hatîce Kavran û Hidir Koluman li taxa Barbarosê bi beşdariya gel buroya hilbijartinê vekirin. Meral Daniş Beştaş li vir axivî û got ku 7’ê Hezîranê di navbera dîkatorî û demokrasiya gel de bibe tercîhek. Beştan anî ziman kut ê xwestin ji bo sîstema serokatiyê HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bê hiştin.
Beştaş diyar kir ku li Tirkiyeyê perwerdehiya zimanê dayikê hê jî qedexe ye lê ew ê li her taxê kreşên ku bi zimanê dayikê xizmetê didin vekin. Beştaş destnîşan kir ku jin di xebatên hilbijartinê de pêşengiyê dikin.
Namzetê HDP’ê Vedat Ozkan jî anî ziman ku HDP partiyeke ku hemû beşên civakî bi hev re ne ye.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê namzetê HDP’ê Dengîr Mîr Mehmet Firat çû serdana karkerên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrsînê ve ji kar hatine avêtin. Karkeran eleqeyeke mezin nîşanî Firat dan. Firat pirsgirêkên karkeran guhdar kir û got ku ew ê her tim piştgiriyê bidin karkeran.
Karkerên ku axivîn jî diyar kirin ku divê sîstema taşeroniyê ji holê bê rakirin û di vê çarçoveyê de danezana HDP’ê ya hilbijartinê di li ser esasê daxwaza karkeran hatiye amadekirin.
Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê jî namzetên HDP’ê Alî Tanriverdî, Nazim aslan û Gulay Bîngol çûn serdana esnafan û pirsgirêkên wan guhdar kirin. Namzetan li taxa Mîthatpaşayê dest bi gera xwe kirin û heta taxa Gazîpaşayê esnaf ziyaret kirin.
Li taxa 45 Evler a navçeya Yenîşehîra Mêrsînê jî namzetên HDP’ê Çîlem Oguz, Mahmut karabulut û Nursel Demîr çûn serdena Komeleya Dêrikiyan a Mêrdînê. Rêveberên Komeleyê bi kulîlkan namzet pêşwazîkirin. Çîlem Oz li vir axivî û wiha got: “Em ê li meclîsê yê ku ya me temsîl bikin. Tişta ku pêwîstiya m epê heye ne dengê gelê me tenê ye, dengê hemû gelan e. HDP dê teqez bendê derbas bike lê em ê vê bi piştgiriya we ve pêk bînin.” Karabulut jî diyar kir ku ew ê bendan bi gelên Tirkiyeyê ve binerd bikin.
QERS
Namzetên Qersê Ayhan Bîlgen, Şafak Ozanli û Onder Fîdanboy jî li bajar ubro vekirin. Namzetan serê sibehê esnaf ziyaret kirin piştre jî li Sûka Faytonê buro vekirin. Ozanli vir got ku ew ê bidin dest hev partiyên sîstemê yên ku polîtîkayên înkar û îmhayê didomînin tune bikin.
Onder Fîdanboy jî got ku di danezana wan de li gorî rewşa Qersê sernavên hene û ew ê di warê projeyên aboriyê de eleqedar bibin. Bîlgen jî got ku ew bang li hemû kesan dike ku li dijî qral di bin banê HDP’ê de cih bigirin. Piştre buro hate vekirin.
Namzet piştre derbasî Sûka Dîgorê bûn û li vir buro vekirin. Piştî rêzgirtinê buro hate vekirin û axaftin hatin kirin. Namzetan li vir bi gel re sohbet kirin.
WAN
Li Wanê jî namzetên HDP’ê Lezgîn Botan, Adem Ozcaner, Selamî Ozyaşar bi Hevserokê HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî re li navenda bajar esnaf ziyaret kirin û gel vexwendin merasîma vekirina buroya hilbijartinê. Gel eleqeyeke mezin nîşanî namzetan da. Namzetên HDP’ê jî xwestin gel piştgiriyê dibe HDP’ê. Nemzatên HDP’ê çûn serdena esnafên Kurhesiniyê jî û diyar kirin ku ew her tim bi wan re ne, tenê dê nebin wekîlê hin kesan ji bo ku bibin wekîlê hemû Wanê derketine rê. Welatiyên Kurhesiniyê jî anî ziman ku AKP’ê li dijî wan şaşîtiyeke mezin kiriye û ew ê îro şûnv e bi HDP’ê re bin.