Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ê di nava heyeta Îmraliyê de cih digire, polemîka 'Mutabaqata Dolmabahçeyê' ya di navbera Alîkarê berê yê Serokwezîr Bulent Arinç û Serokkkomar Erdogan de bi dawî kir. Balûken diyar kir, ji destpêkê heta dawiyê haya Erdogan ji temamiya pêvajoyê hebû.
Balûken di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de ragihand, ku Mutabaqata Dolmabahçeyê, wêneyekî rasthatî yê wê rojê derket holê nîne û destnîşan kir, ku ev mutabaqat, metneke hevpar a di encama hevdîtin û nîqaşên berfireh de hatiye amade kirin e.
Balûken diyar kir, cihê rûniştinê jî di nav de li ser her tiştên di wêneyê Dolmabahçeyê de nîqaş hatiye meşandin û got, "Haya Serokkomar Erdogan û heyeta bi me re hevdîtin kir, ji her tiştî hebû. Qewimînên dawî jî van gotinên me piştrast dikin. Kî çiqasî înkar dike bila bike, reva ji rastiyan li pêşberî dîrokê nepêkan e. Lewma li şûna ku rastî bê înkarkirin, divê ev karê herî hêja yê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ji cihê maye bê dewamkirin."
'PÊVAJOYA ŞÊWIRÎNÊ PLANA NIXUMANDINA VÊ REWŞA HILWEŞANDÎ YE'
Balûken, stratejiya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ya navê şêwirînê li pêvajoya çareseriyê dike û bi vê yekê re hewl dide HDP'ê mûxatab negire, nirxand.
Balûken anî ziman, li gelemperiya cîhanê mûxatabên pirsgirêkên bi heman rengî ji aliyê gel ve tên diyarkirin û got, "Ji vî alî ve dema were nirxandin, mûxatabnegirtina HDP'ê yan jî tevgera Kurd, ne karekî ku Davûtoglû yan jî rayedarên AKP'ê li dora maseyê diyar bikin e. Mûxatabî pêwendiya xwe bi meseleyeke 100 salî û encamên têkoşîneke siyasî ya realîteya xwe ev 40 sal in derketiye holê, heye."
Balûken da zanîn, di pêvajoya bi navê 'şêwirînê' de hin rêxistinên nêzî AKP'ê yan jî li dijî tevgera Kurd in mûxatab tên girtin û destnîşan kir, ku hikûmet xwedî bernameyeke çareseriyê nîne, berevajî; li dû nixumandina vê rewşa hilweşandinê ye. Balûken bibîr xist, hikûmet bi dervehiştina partiyeke siyasî ya 6 mîlyon deng stendiye û bi dervehiştina tevgera Kurd a ku mûxatabê esasî yê pirsgirêkê ye, nikare ti encamê bi dest bixe.
'HIKÛMET NAXWAZE KURD BI TI AWAYÎ BIBE XWEDÎ STATU'
Balûken diyar kir, ev polîtîkaya hikûmetê ji qewimînên li Rojhilata Navîn cihê nîne û anî ziman, ku polîtîkaya şer a hikûmet li nava welêt li dijî Kurdan dimeşîne û polîtîkaya derve ya li Sûriyeyê dimeşîne, yekser bi hev ve girêdayî ne.
Balûken da zanîn, ku di ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de AKP naxwaze Kurd bibin xwedî statuyekê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Ji ber vê yekê hewl dide statuya kantonên xweser ên li Rojava bifetisîne. Paralelî vê, di hundir de jî hewl dide pêşî li bidestxistina statuyeke Kurdan bigire. Aliyekî din ê şerê li nava Tirkiyeyê ew e, ku AKP hewl dide hêzên mîna DAIŞ, El Qaîde, El nûsra û Arar el Şam ên li dijî Kurdan şer dikin, rehet bike, bêhnê bîne ber wan. Lewma nabe ku ev ji hev cuda bê nirxandin. AKP li hundir li dijî gelê Kurd şer dike, li derve jî bi ti awayî statuya gelê Kurd qebûl nake. Ev feraset rewşa xitimandî ya AKP'ê di meseleya Kurd de radixe pêş çavan."
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken ji bo rizgariya ji vê rewşê û pêkhatina çareseriyê got, "Pêwîste tecrîda li ser Îmraliyê derhal bê rakirin û di nava mercên muzakereyê yên azad û wekhev de bi Birêz Ocalanr e ji nû ve nîqaş bê destpêkirin û bi serenavên di Mutabaqat Dolmabahçeyê de hatine destnîşankirin re muzakere destpê bike."
'LI CIZÎRÊ MIROVAHÎ HATIYE QETILKIRIN'
Balûken li ser jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ku 13 roj in birîndar lê asê man e û ev 4 roj in agahî ji wan nayê girtin, bal kişand ser tirs û fikarên înfazkirina birîndaran. Balûken destnîşan kir, ku li jêrzemîna wehşetê mirovahî hatiye qetilkirin û diyar kir, hikûmetê hem mewzûata xwe hem jî mewzûata hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.
Balûken got, "Em hêvîdar in ji wê derê komkujiyek wê dernekeve. Em hêvîdarin ev rewşa înfazê ya em jê bi fikar in, wê nebe. Ji ber ku di rewşeke bi vî rengî de wê hikûmet û dewleteke li dijî mirovahiyê sûc kiriye, derkeve pêşiya me. Ev yek wê di heman demê de di navbera gelan de jî rê li ber travmayên gelekî giran û birînên cidî, veke."
Balûken da zanîn, ku der barê mijarê de wan serî li Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane, lê belê ji van saziyan ti deng derneketiye û ev bêdengî jî bûye sedem ku hikûmet van pêkanînên xwe yên li dijî mirovahiyê rewa bike.