Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê niqaşên destnedayîna parlementeran dixe rojevê û aloziyan derixe, lê di rojeva wan de mijara destnedayîna parlementeran tune ye.
Serokwezîrtiyê, fezlekeya ku derbarê Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel, Ozdal Uçer, Emîne Ayna û Nursel Aydogan de hate amadekirin ji Serokê Meclîsê re şand. Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Dr. Îdrîs Balûken der barê fezlekeya ku ji Serokê Meclîsê re hate şandin agahî dan Ajansa Nûçeyan ya Dîcle DÎHA'yê.
Baluken anî ziman ku, dema Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di siyasetê de dixetime ji bo rojevê biguhere û balê bikşîne ser mijarên cuda rojevên din derdixe û wiha got: "Piştî gelê Kurd li daxwazên girtiyên ketibûn greva birçîbûnê xwedî derket, vê carê hikûmeta AKP rewş aloz kir. Ji bo rojeva diyalog û muzakereyan biguhere û mijarê biguher niha mijara destnedayînê dixe rojevê. Erdogan mijarê diguhere û rojeva cemaweriyê diguhere. Piştî ku gelê Kurd li daxwazên girtiyan xwedî derket û bendewariyên Kurdan li hemberî BDP'ê zêde bûn, niha bi rêbazên nijadperest bi ser BDP'ê de tên. Gefan li parlementerên me dixwin.
Baluken destnîşan kir ku, niha 800 fezleke hatine meclîsê û ji vana 240 fezleke aydî partiyên dinin. Hemû fezlekeyên ku bo me hatine şandin tev ji ber karên siyasî ne. Divê ji bo dewletê nebin sûc. Ger ku dê pêvajo ji bo hemû fezlekeyan bê meşandin bila destnedayîn rabe. Ji bilî destnedayîna kursiyê bila hemû destnedayîn rabin. Lê gel ku dê sûcên rûreşiyê bimînin û sûcên siyasî bên cezakirin wê demê em dê li hemberî vê yekê derkevin.
Baluken aşkera kir ku, AKP'ê ev rojev bi xwe ava kiriye û wiha got: "Ji xwe bi awayekî fîîlî destnedayîna parlementerên BDP'ê hatiye rakirin. Hemû hevalên me rastî tundiya polîsan tên.