Balûken: Destên li Meclîsê bilind bibin wê hevparê şer û kaosê bin!

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken nerazîbûn nîşanî tezkereya şer da û banga 'li wijdanê xwe guhdarî bikin' li wekîlên CHP'yî kir.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken nerazîbûn nîşanî tezkereya şer da û banga 'li wijdanê xwe guhdarî bikin' li wekîlên CHP'yî kir.

Balûken ji ANF'ê re axivî û tezkereya şer a hat rojeva Meclîsê weke "hevpariya kaos, şer û komkujiya nû" pênase kir. Balûken anî ziman ku ev biryara li tezkereya operasyona li derveyî sînro ji bo dîroka demokrasiya Tirkiyeyê cihê şermê ye û destnîşan kir ku di navbera rojeva civakê û rojeva qesrê de nakokiyeke cidî heye.

Balûken bal kişand ser rewşa partiyên mûxalefetê ya di dema dengdayîna tezkereya şer de û anî ziman ku MHP xwe ji şer û xwînê xwedî dike.

Balûken her wiha ev rexne li CHP'ê kir: "Ev helwesta îro CHP nîşan dide ji aliyê tevahiya gelê me ve bi tundî tê rexnekirin. Ji ber ku CHP'ê heta roja îro şerê tê meşandin weke 'şerê qesrê' pênase dikir. Şaşîtiyên AKP'ê yên di polîtîka derve de, şaşîtiyên di polîtîkaya Sûriyeyê de weke sedema rewşa şer û kaosê pênase kiribû. Lê îro radibe dibêje ew ê ji tezkereya şer re dengê 'erê' bi kar bîne. Ev yek bi awayekî zelal tê wateya hevparbûyîna ji şerê qesrê re. Tê wateya hevpariya polîtîkaya derve ya AKP'ê. Tê wateya hevpariya ji hemû sûcên komkujiyê yên AKP'ê re."

Balûken bibîr xist ku bi tezkereyên operasyona derveyî sînor re komkujiyên Roboskî û Zergelê hatine kirin û got, "Destên li Meclîsê bilind bibin, bi awayekî zelal wê were wateya hevpariya ji komkujiyên nû yên Roboskî û Zergelê re."

'DIVÊ WEKÎLÊN CHP'YÎ LI WIJDANÊ XWE GUHDARÎ BIKIN'

Balûken bang li parlamenterên CHP'ê kir ku ji bo guhertina vê biryara rêveberiya CHP'ê heta kêliya dawî bikevin nava hewldanan û got, "Eger ev biryar neyê guhertin jî, girîng e parlamenter di rûniştina civata giştî de li wijdanê xwe guhdarî bikin. Polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê, cenazeyê zarokê li peravên Egeyê ye. Destekkirina tezkeerya şer a AKP'ê tê wateya hevpariya trajediya mirovahiyê."