Balûken: Çareseriya hemû pirsgirêkan di demokrasiyê de ye

Serekwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken di rûniştina derasayî ya li Meclîsê ku piştî hewldana darbeyê ya hduh pêk hatî,got, hemû pirsgirêk di nav demokrasiyê de dikarin werin çareserkirn.

Balûken diyar kir armanca sereke ya êrîşa bi ser demokrasiyê de ku civak pê re hevrû bûye, dubendîkirina civakê û afirandina kaosê ye û got divê ti kesek li hemberî kesekî dî rê û rêbazên tundiyê bi kar neyîne.

Baluken diyar kir kaos armanca dijminên demokrasiyê ye û got, ‘’çareseriya tekane ya hemû kêşeyên me demokrasî ye’’

Deqa axaftina Balûken wiha ye:

Em hê jî bi hewldana darbeyekê re hevrû ne ku şeva 15’ê Tîrmehe dest pê kiriye û heya vê saetê jî weke tehdît dewam dike û hedef û armanca wê demokrasiya Tirkiyê û çêkirina kaose ye. Beriya her tiştî ez li ser navê xwe diyar bikim ev hişmendiya darbeyê bi awayekî tund şermezar dikim.

Ti hênceteke meşrû ya darbeya leşkerî, burokratîk yan jî sîvîl nîn e û helwesta me ya li hemberî êrîşên bi ser parlamentoyê de her dem pir zelal bûye û li ser rêgezan bûye. Hêvî û armanca me ya herî sereke ye ku ev hewldana darbeyê were kontrolkirin.

Bi van êrîşên bêperwa ya vê hewldana darbeyê 161 kes jiyana xwe ji dest dane, 1440 kes birîndar bûne û parlamentoya ku temsîla îradeya gel dike bi balafirên şer hatiye bombekirin û bi helîkoptêrê lê hatiye reşandin. Ev keval bi xwe jî nîşanî me dide ku li welatê me demokrasî çawa bûye xefek û bi talokeyeke mezin re hevrû ye.

Di nav vê çarçoweyê de ji bo kesên ku duh jiyana xwe ji dest dayîn ez serxweşiyê didim malbata wan a bi kul û êş, ji gelê me re sebrê dixwazim û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazim.

EV ÊRÎŞ TI CARAN WÊ NEGIHIJIN ARMANCA XWE

Êrîşên bi vî rengî ne duh gihaştina armanca xwe û ne jî sibehî wê bigihijin armanca xwe. Kesên ku bi êrîşên bi vî rengî dikin û dixwazin bi ser îradeya gel de bînin divê kesên ku dixwazin darbeyê bikin baş bizanibin ku, civakên Tirkiyê qet prîm nedaye darbeyê, serî jê re netewandiye û ji niha û şûn de jî wê netewîne.

Têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyê di darbeyên 1960, 1971, 1980’yî e, di 28’ê Sibatê de û di e-muxtirayan de hate îtin li hemberî darbeyên leşkerî û yan jî weke dî bi her hawî bûye xweyî helwesteke zelal. Li hemberî hemû hewldanên bi mebesta rawestandina siyaseta demokratîk HDP wê berxwedana xwe ya dîrokî, rista xwe ya temsîlî ya îro û mîsyona xwe bi cih bîne. Bi vê mebestê em ji gelê xwe re bi awayekî hişkere û zelal dibêjin, em ê hevkariya xwe ya siyasî li ser zemîna dewleta hiqûqê ji bo aştiyê, demokrasî, mafê mirovan pêk bînin. Ti rê û rêbazên li derveyî siyaseta demokratîk ku dixwazin pê siyasetê dîzayn bikin, ji hêla partiya me ve wê neyê qebûlkirin.

HEWLDANA DARBEYÊ WÊ WEKE ŞKESTINEKÊ TEVLÎ DÎROKÊ BIBE

Êrîşên ku duh saet 10’ê şevê dest pê kirî û heya berê sibehê jî bi tundiya xwe li ser gel, saziyên fermî û taybet, siyasetmedar û meclîsa ku temsîlîyeta serweriya civakê dike, bi ser balafirgeh, weşanên çapemeniyê û bi ser gelek niqteyên welêt de pêk hatin, ji hêa dîroka siyasî ya welatê me ve wê weke xaleke şikestinê derbasî dîrokê bibe.

Diyar e ku êrîşên heya bi vê saetê jî berdewam dikin armanc dike ku li Tirkiyê saziya siyasetê û sazûmaniya cameweriyê ji holê rake û komeke berteng li Tirkiyê serweriyê li civak û saziyan bike. Ji vê hêlê ve dixwazim diyar bikim ku a ku tê armanckirin îradeya siyasî ya 78 milyon mirov e.

Darbeyên Leşkerî yên 1960 û 1980’yî û mînakên 28’ê Sibatê û e-mixtira darbeyên leşkerî yên tîpîk bûn. Lê hewldana darbeyê ya şevê dî; bombekirina Meclîsê, kuştina bi sedan sivîlî ya li kuçe û kolanan, serdegirtinên sazî û dezgean, bombekirinên balafirgehan ji darbeya herî tîpîk a leşkerî xirabtir bû ku hovîtî, komkujî û kaos ji xwe re kiribû armanc.

DESTHILATDARIYÊ GUH NEDA ME

Ji mêj ve ye ku şerê desthilatdariyê yên ku dixwazin li Tirkiyê dewletê bi dest bixin û dubeniyên civakî ku ev şer bi xwe re dianî, welat ber bi hedefê ve dibir. Li hemberî vê rageşiya siyasî û civakî weke berpisyariyeke li hemberî gelên me û dîrokê me li hemû platforma iyar kir ku tekane rê di serî de Meseleya Kurd, çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê xurtkirina dewleta hiqûqê û zexmkirina siyaseta demokratîk e û ji hêla me ve hate diyarkirin ku ev pêşniyarên me guh li wan neyê dayin mekanîka darbeyê dikare berê xwe bide wê ku li Tirkiyê demokrasiyê bi temamî ji holê rake.

Mixabin li gel gelek caran me dengê xwe li desthilatdariyan kir jî, çaresernekirina pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê, pêkneanîna pêngavên demokratîk û rikdariya rêvebirina welêt bi bi destûra bingehîn a darbeyê, qet şik û guman jê nîn e jêderka herî sereke ya hewldêrên darbeyan bûye.

Dîsa bi taybetî ji 2013’an ve bi polîtîkayên şaş xurtkirina avaniya paralelê, nenasîna vîna gel a ku di 7’ê Hezîranê de derketî holê, dayina destlênedanê ya bijartiyan ji bo leşkeran, pêvajoyên girtinê yên siyasetmedarên ku bi vîna gel hatine hilbijartin û avêtina wan a girtîgehan, nîqaşên qeyûman ên bi ser şaredarên ku bi 100’î 90’î dengên gel hatin hilbijartin, qada siyaseta demokratîk têra xwe berteng kiribûn û saziya siyasetê bi awayekî giştî ji darbekaran re kiribû hedefa hişkere.

MEKANÎZMA DERBEYÊ ENCAQ LI CIHÊN KU SIYASETA DEMOKRATÎK BÊ ASTENGKIRIN DERDIKEVIN

Em weke HDP, ev hewldanên darbeyê yên ku gel dikin hedef û yek ji rastiya dîrokî a herî giring piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê polîtîkayên şer û qirkirinê derxistin holê. Di demê şer de siyaseta demokratîk zeîf dibe, bi ketina tankan a nava bajar di demê şîdetê de xirabî kirin ji rêzê û hêzên dijî demokrasiyê û hêzên fîlî jî li nav zêde kirin mekanîzma darbeyê zindî kirin. Li cihên ku şer lê hatin kirin îrade ji destê sivîlan hatin derxistin û radestî leşkeran hatin kirin û polîtîkayên antî demokratîk ên AKP’ê kû avê dide mekanîzma darbeyê ketine pêşiya gelên me.

Li welatekî mekanîzmeya darbeyê, di cihekî ku hiqûq, û siyaseta demokratîk; edalet, wekhevî û azadî pêk neyê de, derdikeve. Di vî alî de dema ku li ser qewimîna darbeyê tê fikirin, hewldana darbeyê ya ku di 15’ê Tîrmehê de hate kirin, heta ku bingehê rê dide darbe pêk bên, heta ku azadî û demokrasî pêş nekeve, qet dawî li derbeyan nayên.

Hewldan darbeyê û êrîşa 15’ê Tîrmehê hêviya wê nema û bi peyamên rastiya gelên me, bi helwestên rast ên saziyên siyasî yên me, hatiye şikandin.

PANZERÊN DARBEYÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYE

Hemû hewldanên di serî de partiya desthilat û hemû saziyên siyasî yên ji roja îro û pêde yên li hemer êrîşên şevê din divê rast bê xwendin. Li ser rastiya xwendina vê wê di welatê me de bibe mîlada bêhêzkirina demokrasî, wekhevî û edaletê.

Em didin diyarkin ku weke dûh û îro û di pêşerojê de jî panzera darbeyê aştî û demokrasiye. Li cihê ku aştî û demokrasî nebe, her demê darbe wê pêk werin û wê her tim jî hebin. Xeteriya ku duh li Enqerê tank û balafirên şer derketin divê li ser vê dîtinê binirxînin.

Heta ku siyaseta demokratîk neyê esas girtin, ji meha Tebaxê ve li ser mêzeyên Meclîsê bi dehan car me îfade kir ku bûyerên kul i Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Sîlopiyayê, Farqîn, Lîcê û Geverê hate kirin dibe ku li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Anatoliyaya Navîn, Karadenîz, Ege, Derya Spî jî pêk werin, me tim bal kişand ser vê yekê. Lê mixabin ji bo fêmkirina we heta ku hewldana darbeya duh şev pêk hat.

Di 15’ê Tîrmehê de têkildarî nasnameya gelên me, bê ku pirsa nîjat, dîn û zimanê wî pirse bike tewrekî wekhev û nêzîkatiya wekhev a di warê demokrasiyê de, weke saziyên siyasî û nûrerên wan divê xwedî vê helwestê bin.

Di vê çarçoveyê de di serî de siyaseta desthilatdar û hemû saziyên siyasî, rojevên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bixînin meryetê. Hemû meqamên xwedî berpirsyar û saziyên siyasî divê ji cudkarî, zimanê ji hev cûdakirinê berde, avakirina hiqûqek di warê mafê mirov û azadiyê de avakirin, dawî li qirkirinê siyasî anîn, dawîkirina lêgerînên antî demokratîkbûnê, ji bo xweşî, aramî bê welat, berpirsyarîyên ku bikevin li ser milê her ker kesî divê demildest pêk bîne.

 Em weke HDP bi vê wesîleyê;

Hewldana darbeyê û êrîşa 15’ê Tîrmehê bi hemû aliyên wê ve bi hêrsekî mezin û bi aweyekî şidet bê cudkarî şermezer dikin. Divê hikûmet ji îro û şûn de ji bo xurtkirina demokrasiyê divê bi hêzên siyaseta demokratîk bi partiyên muxalîf re bikeve nava tevgerê, bûyerên ji şevê din ve li welat hatî pêk anîn bi raya giştî re bi awayekî herî rast ragihîne.

Beriya ku welat bi darbeyan bê pêçan, ji bo vegerîna navnîşana demokrasiyê em bi mîladekî girîng re hevrû ne. Ji bo pêkhatina vê mîladê û hemû nêzîkatiyên hestyar ji ber pêkhatina bûyerên duh başxistina deskeftiyên kesî û partiyên siyasî, siyasetvan, civakên sivîl, hêzên kedê girîng dibînin, divê ev hestyarî heta dawiyê dewma bike.

Son olarak buradan halklarımıza çağrı yapıyoruz. Karşı karşıya olduğumuz demokrasiye saldırı girişiminin esas amaçlarından biri toplumdaki kutuplaşmayı arttırmak ve kaos yaratarak iç savaşın kapılarını aralamaktır. Bu kapsamda, kaos isteyenlerin amaçlarına hizmet etmemek için, kimse bir diğerine şiddet ve zor yöntemlerini kullanmamalıdır.

Herî dawî bang li gel dikin ku yek ji hewldana vê êrîşa li dijî demokrasiyê di nava civakê de cudkarî û kaos zêdekirin û deriyê şerê navxweyî vekirinê ye. Di vê çarçeveyê de ji bo xizmeta kesên ku kaosê dixwazin nekin, ti kes li hember kesên din şidet û zoriyê bikar neînin.

Demokrastî tê wateya rêveberiya gel. Kaos jî tevlîhevkirina demokrasiyê ye.

Çareseriya hemû pirsgirêkên em, demokrasiye.

Bi vê wesîleyê, di bingeha parlementoyê de hemû detayên darbeyê wê derketin holê têkildarî pêşerojê jî ji bo demokrasiyê jî wê gavên pêwîst bên avêtin, ji bo xwe gihandina her cure agahî û belgeyan, hemû rêvbirên ku lêkolînê dikin, bi şertê ku ji her partiyê wekhev kes beşdar bin û komîyonekî ya lêgerîna heqîqetê ava bikin.

Em carekî din ji bo gelê xwe dibêjin derbasbûyî be.

Ji kesên ku jiyana xwe ji dest dabin re xûda rehma xwe şa bike, sebrê ji malbata re dixwazin, ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin û serê gelan sax be.”