Balenco:Jinên kurd xwedî rêxistineke mezinin

Balenco:Jinên kurd xwedî rêxistineke mezinin

Çermsorê ku salan rastî zextên serdestan hatin, bi gelê kurd re heman qederê parve dikin. Ji gelê Quechua ya li Komara Per ya Başûrê Afrîkayê Balenco da zanîn ku gelê kurd bedelên mezin dane û got: “Li Kurdistanê li hemberî zext û zilmê têkoşînek mezin tê dayîn. Jinên kurd yên vê têkoşîna azadiyê dimeşînin xwedî rêxistineke gelek mezinin.

Çermsorê ku li ser axa xwe rastî qirkirinê hatin, ji bo kevneşopî, çand, ziman, terza jiyana xwe, statuya xwe biparêzin têkoşîna xwe didomînin. Çermsor di vî alî de bi gelê kurd re ku bi salan rastî polîtîkayên înkar û îmhayê hatin re heman qederê parve dikin. Çermsor di çarçoveya têkoşîna ku qedera xwe bi xwe tayîn bikin de, 500 hezar donim erdên xwe yên ji aliyê DYA’yê ve hatibû dagirkirin, di navbera salên 98-2007’an de kirî bû.

Çermsorên ku axa wan ji aliyê welatê wan DYA’yê ve li Şîlî, Arjantîn, Bolîvya û Peruyê hat belavkirin, hê jî di bin zextên hikûmetê de ne.

Carmen Valer Balenco ya ji gelê Quechua ku ji bo civîna Jinên Kurd û Jinên Latîn Amerîkayê, ji Komara Peruyê hatibû Amedê ji ANF’ê re axivî.

GELÊ KURD Û QUECHUA DIŞINBIN HEV

Baleco diyar dike kul i Peruyê li gorî xala 2’emîn her kes dikare zimanê xwe bikarbîne lê gelê Quechua hêj di bin zextên dewletê de ye û got: “Li gorî makeqanûnê divê zimanê gelê Quechua li dibistanan wek zimanê perwerdê bihata bikaranîn, lê dema zarokên me bi zimanê xwe diaxivin me wek sûcdar dibînin. Di navbera gelê kurd û quechua de şibandineke mezin heye. Em wek gel di bin zextan de ne. Çandên hemû gelan dişibin hev. Lê em û kurdan pir zêde dişibin hev. Lê pergalên serdest diwazin me tune bikin. Bi taybet têkoşîna me li dijî hilweşîna ekolojiyê heye.”

JIN DI BIN ZEXTAN DE NE

Balenco da zanîn ku desthilatdarî jiyana Quechua dike bin zextan û got: “Dema vê dikin jiyana me biçûk dixînin. Em wek gelê kut iştekî nizanine, nîşan dan. Krîzên global û aborî nîşan dide ku em mafdarin. Her wiha gelên din jî êdî êdî bi ser xwe ve tên.”

Balenco got ew di heman demê de li dijî jiyana patrîarkalin jî û got: “Di jiyana me ya hezaran salî de jin û mêr hev û din temam dikirin. Wek şev û roj, hêv û rojê bû. Her diçe em dibînin ku ev wenda dibe. Dema behsa pirsgirêka jin û mêr tê kirin, serdest berovajî vê îdia dikin. Hevsengiyeke ji bo ne başiya jinê xera dibe. Dema em vê tînin ziman, dibêjin hun dixwazin parçe bikin. Yanî zextên li ser jinê qebûl nakin.”

FEMÎNÎSTÊN ROJAVA JINÊN GELÊ HERÊMÎ NABÎNE

Balenco balkişans ser nêrîn femînîstên rojava û got: “Fermînîstên Rojava jinên gelê herêmî ji nedîtîve tên. Me rêxistibûna xwe ava kiriye.”

Balenco got di sala pêş de dê li kongreyeke femînîst ya ku jinên Karayîp û Başûrê Afrîkayê tevli dibin dê pêk bînin û got ev ji bo qezenckirin hêzê girînge.

BI PIŞTEVANIYÊ EM DIKARIN QEZENCAN BIDEST BIXIN

Baleco got gelê kurd bedelên mezin dane û wiha pêde çû: “Min pir dixwest ez jinên kurd li ser erdnîgariya wan bibînim. Ez hatim. Ev xeyala min pêk hat. Li Kurdistanê têkoşînek mezin heye. Jinên kurd xwedî hêzeke mezin ya avakirina rêxistinêne. Em li vir dê pir tiştan ji hev hîn bikin. Bi ruh û piştevaniyê emê qezencên mezin bidest bixin.”

Balenco balkişand ser hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta tirk û got divê gelê tirk jî piştgiriyê bide têkoşîna gelê kurd.