Balafirgeh venebûn, krîza bûdçeyê didome
Krîza di navbeyna Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ya siyasî û aborî didome.
Krîza di navbeyna Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ya siyasî û aborî didome.
Beriya niha hatibû gotin ku destpêka Adarê balefirgehên Hewlêrê û Silêmanî wê werin vekirin lê Hikûmeta Navendî ev 3 mehe dî taloq kir. Bûdçeya 2018’an ku Çarşemê li Parlamentoya Iraqê hate axaftin ji ber ku komên kurd li dij derketin nehate qebûlkirin.
BALEFIRGEH SÊ MEHÊN DÎ WÊ GIRTÎ BIMÎNIN
Piştî ku artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî 16’ê Cotmehê Xeneqîn, Xurmatû, Dakûk, Kerkû dagir kirine krîza siyasî û aborî ya di navbeyna Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de dest pê kirî didome.
Hêleke dî ya krîzê herêmên sînor ên Başûrê Kurdistanê, derî û balefirgehên Hewlêr û Silêmanî bûn ku jê firînên navnetewî çêdibûn. Arîşeya deriyê sînor û sînoran hatin çareserkirin lê arîşeya balefirxaneyan ku ji 16’ê Cotmehê ve ji firînên navnetewî re qedexe ne nehate çareserkirin. Beriya bi heftiyekê Hikûmeta Navendî ya Iraqê gotibû destpêka Adarê wê balefirgehên Hewlêr û Silêmanî vebin. Hê du roj neketin nav vê daxuyaniyê bi daxuyaniyek di hate gotin ku vebûna balefirxaneyan 3 mehên dî talaq bû. Li gorî daxuyaniya dawî heta dawiya Gulanê wê firînên navnetewî li van balefirxaneyan çênebin.
PARLAMENTERÊN KURD BÛDÇE RED KIRIN
Krîzeke dî ya di navbeyna Hikûmeta Navendî û Herêmî de bûdçeya 2018’an û dayina mehmiza karmendaan e. Çarşemê ji bo qebûlkirina bûdçeya Iraqê Parlamentoya Iraqê civiya. Di civînê Hikûmeta Navendî li ser rêjeya 12.66 rawestiya, li ser vê parlamenterên ji komên Kurdan nerazîbûna xwe diyar kirin. Lê li gel vê jî piştî ku Hikûmeta Navendî li ser rawestiya parlamenterên Kurd diyar kirin ku ew bûdçeyê red dikin û Parlemento terikandin. Koma Parlamenterên Kurd ku duh gotin ew bûdçeyê red dikin, ramanên xwe yên li ser bûdçeyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê gotin.
Koma Parlamenterên Kurd ev daxuyanî dan:
‘Bi bûdçeya 2018’an a Iraqê para bûdçeyê ya Herêma Kurdistanê hate kêmkirin, bi vê neheqiyel li gelê Kurdistanê hate kirin û her wiha li pêşmergeyan, ji bo ku em vê neheqiyê rakin em bi Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî re axivîn lê ev hevdîtinên me yên bi rayedarên Iraqî re bê encam man. Daxwazên me yên ku dane pêş mixabin bi cih nehatin.
Weke her carê rêveberiya Iraqê daxwazên Kurdan di ser guhê xwe re avêt. Em pêşnûmeya bûdçeya 2018’an Iraqê red dikin. Em ji lîderên Kurd û ji civaka navnetewî jî dixwazin ji bo ku dawî li vê neheqiyê were hewl bidin. Em dixwazin ku ev polîtîkaya şaş a li ser Kurdan bi dawî bibe. Heta ku ev şaşî neyê rastkirin tevahiya Iraqê wê ji vê ziyanê bibîne.’’
GAVA MEHMIZÊ
Li hêlekê ku krîza balefirgeh û bûdçeyê didome, ji bo rageşî nerm bibe daxuyanî hate dayin ku wê mehmizên ku di daîreyên pasaport û adrêsên îkametan de yên Wezareta Navxwe ya Iraqê, ya Kurdistanê de dixbitin werin dayin. Ji Cotmeha 2017’an ve ev maeş nedidan.