Balefirên Tirk gundên Qendîl bombebaran kir

Balefirên Tirk gundên Qendîl bombebaran kir

Şeva din di demjimêr 11.45’an de 4 balefirên şer yên artêşa Tirk herêma Qendîl bombebaran kirin.

4 balefirên şer yên artêşa Tirk şeva din li gorî demjimêra herêmê di 11.45’an de qasî demjimêrek û 15 deqîqeyan gundên Bolê û Kortekê yên herêma Qendîlê bombebaran kirin. Her wiha li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin gundê Sûredê jî rastî êrîşên hewayî hatiye. Xelkê binarê Qendîl yên ku hêjan li zozananin û reşmalên wan vedayîne, ji ber bombebarana balefirên artêşa Tirk neçarman ku di bin wê sermayê de ji reşmalên xwe derkevin û di bin sermayê de şeva xwe derbaz bikin.

Artêşa Tirk bi hincetên bombebarankirina kampên PKK’ê, êrîşên xwe yên hewayî yên li dijî Başûrê Kurdistanê dîsa zêde kirin. Di êrîşên hewayî yên Tirk de xelkê sivîl zirarek mezin dibîne.

Herî dawî, şeva 6-7ê mijdarê balefirên artêşaTirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 2 kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.

Bi taybet ji salên 2007’an ve hema bêje hemû rojan êrîşên topbaranê têne kirin, bi sedan êrîşên hewayî çêbûn. Di êrîşê de herî zêde gundî jê bandor bûn. Gelek sivîlan di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan.

5’ê îlonê roja çarşemê saet nêzî 23.00’an de li hemberî Qendîlê êrîş pêk hat û di êrîşê de li gundê Duwele du gundiyên ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn. Hate hînbûn ku yek ji van jin bû.

24’ê tebaxê jî balafirên şer gundê Silê û Surede ya Qendîlê bombebaran kiribû û du gundî birîndar bibûn. Her wiha cewlîgek mirişkan jî wêran bibû. 7 hezar mirişk û gelek pez telef bibû.

7’ê tebaxa 2011’an li gundê Kortek yê Qendîlê êrîş pêk hatibû ji malbatekî 4 jê zarok 7 kes hatibûn qetilkirin.