Balefirên şer yên artêşa Tirk herêmên Parastina Medya bombebaran dike

Balefirên şer yên artêşa Tirk herêmên Parastina Medya bombebaran dike

Hêjmarek balefirên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û herêmên Parastina Medya bênavber bombebaran dikin.

Di demjimêr 9.30’ê herêmî de hêjmarek gelek balefirên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û herêmên Behdînan yên Amêdiyê, Metîna û gundê Gozê bênavber bombebaran dikin, her wiha di heman demjimêrê de gundê Bukrîska û derdorê wê yên Qendîlê jî bombebaran dikin.

Hate ragihandin ku, balefirên şer yên artêşa Tirk li herêmên Bamernê, Zap û Gare jî digerin, lê belê heya niha agahî nehatiye girtin ka têne bombebaran kirin yan na.