Balafirên şer ên Rûsyayê wê li Kendava Meksîkayê keşfê bikin
Balafirên şer ên Rûsyayê wê li Kendava Meksîkayê keşfê bikin
Balafirên şer ên Rûsyayê wê li Kendava Meksîkayê keşfê bikin
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku balafirên bombebarankirinê yên Rûsyayê plan dikin ku li Kendava Meksîka û Karîbînan xebatên dewriyeyê bikin. Balafirên Rûsyayê berê jî li Kendava Meksîkayê firiyabûn.
Wezîr Şoygu ku bi fermandarên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re civînek pêk anî diyar kir ku ji Derya Arktîk heta Karîbînan û Kendava Meksîkayê ji bo şopandina tevgera leşkerî wê balafirên bombebarana menzîldirêj li dewriyeyê bigerin. Tê plankirin ku balafirên bombebarana stratejîk ên kapasîteya wan a çekên nukleerî hene tevlî balafirên dewriyeyê bibin.
Berdevkê Pentagonê Steve Warren jî li ser axaftina Şoygu nirxandin kir û got: “Rusyayê berê jî heman xebat meşandibûn. Ev qada deryayî ya navneteweyî ye. Ya girîng ew e ku Rûsya li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.”