Bakirhan: Desthilatdarî alikariya mexdûrên erdhejê nekir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got: ‘’Desthilatdarî di pêvajoya erdhejê de alikariya gel nekir û gel di konteynirên ku dişibin girtîgehên tîpa F de dijîn.’’

Platporma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê bi boneya erdhejên 6’ê Sibatê hin çalakî li dar xistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî beşdarî çalakiya li Komeleya Pîr Sûltan Abdal bû.  Serokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz, Federasyona Elewî û Bektaşiyan, Federasyona Komeleyên Elewiyan a Swîsreyê jî  di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Beriya destpêkirina çalakiyê mexdûrên erdhejê hatin bîranîn û piştre jî sînevîzyoneke têkildarî erdhejê hate nîşandan.

Piştre Bakirhan axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Desthilatdariyê di pêvajoya erdhejê de alikariya gel nekir. Pirsgirêk û kêmasiyên erdhejê hê jî berdewam dikin. Gotibûn ku em ê di nava salekê de xanî û kargehan ji nû ve ava ava bikin. Lê belê welatî hê di konteyniran de dijîn. Em dibînin û dizanin ku welatî hê jî di konteynirên ku dişibin girtîgehên tîpa F de dijîn. Ne xema wan e ku gel çawa dijî û di çi rewşê de ye. Xwezî li şûna HTŞ’ê girîngî bidana pirsgirêkên vî gelî. Lê belê em ê bi hev re van pirsgirêkan çareser bikin. Divê STK jî li ser vê yekê bisekinin. Divê polîtîkayên desthilatdariyên yên li herêmên erdhejê werin eşkerekirin.’’

Çalakî wê di saet 03.00’yan de li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê a berê bi meş û bîranînê berdewam bike