Bajaroka Ebû Raseyn ji komên çete hate rizgarkirin

Bajaroka Ebû Raseyn ji komên çete hate rizgarkirin

Bajaroka Ebû Raseyn ku di navbera Til Temir, Dirbêsiyê û Serêkaniyê de ye û piraniya welatiyên wê erebin, ji aliyê YPG'ê ji komên çete hate rizgarkirin.

 Piştî ku duh komên Dewleta Îslamî/El-Nusra hewl dan ku êrîşî Serêkaniyê bikin û li dijî hêzên YPG'ê windahiyên mezin dan, êrîşî ambulansên ku welatiyên birîndar dibirin kirin. Her wiha li bajaroka Ebû Raseyn û gundên di navbera Serêkaniyê û Til Temir de pêkûtî li ser welatiyan kirin. Li ser vê yekê welatiyan jî ji YPG'ê alîkarî xwest.

 Piştî êrîşa li dijî ambulansan û banga welatiyan, hêzên YPG'ê li herêma  operasyon da destpêkirin. Di encama operasyona ku  duh piştî nîvro hate destpêkirin û îro heta saetên piştî nîvro dom kir de, bajaroka Ebû Raseyn ku dikeve navbera Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Tiltemir û piraniya şêniyên wê ereb in, ji çeteyan hate rizgarkirin.

 Li gorî agahiyên ku çavkaniyên YPG'ê dane, di encama operasyonê de 32 çete hatin kuştin û gelek cebilxane jî hate desteserkirin. Hate ragihandin ku di pevçûnên derketin de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest daye.

 Çavkaniyên YPG'ê diyarkirin ku operasyon li gundên derdora Ebû Raseyn didome.