Li navçeya Tilibrek ku derdora 40 km dikeve başûrê bajarê Qamişlo, şer di navber komên çekdar ên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad û hêzên rêjîma Sûriyeyê de rû da. Di encama şerê ku bi êrîşa komên çekdar li ser navendên rejîmê dest pê kir de birînda hene. Navçe niha ketiye destê komên çekdar.
Bajarokê Tilbirek dikeve navbera Qamişlo û Hesekê de, derdora 8000 kes lê dijîn, bi piranî kesên lê dijîn Ereb in.