Bajarên Kurdan veguherîn Kobanê

Bajarên Kurdan veguherîn Kobanê

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê û hewldana dagirkirinê ji aliyê çeteyan ve bi sedhezaran Kurdistaniyên herikîn kolanan, hikûmeta AKP’ê û polîtîkayên wê şermezar kirin. Li gelek ku çalakî didomin ji ber mudaxeleyên polîsan cih bi cih pevçûn rû didn.

AMED

Li hemû navçe û taxên Amedê hemwelatî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ê ku li Kobanê pêk tên şermezar bikin daketin kolanan û kolanan veguherandin cihên berxwedanê. Piştî bangawaziya rêxistina DBP'ê ya Amedê bi hezaran kes daketin qadan û hêrsa xwe nîşan dan. Li hemû cihên Amedê veguherî cihê şer û pevçûnên ku di navbera polîs û hemwelatiyan de derketin jî heya derengiya şevê domiyan.

Bi sedan hemwelatî ku piraniya wan ciwan bûn li hemû deverên navçeya Rezanê hatin ba hev. Heya derengiya şevê hemwelatiyan li her derê Rezanê çalakiya deng derxistinê û lêdana tasikan kirin. Polîsan li hember van çalakiyan xwe ranegirtin û li gelek taxên Rezanê bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê hemwelatiyan kir. Di heman demê de herî zêde pevçûn li kolana Sento ya Kuruçeşmeyê qewimî û bi saetan ciwanan li hember polîsan şer kir. Ciwanan li kolanê dualî bi tekeran rê li trafîkê girtin û dirûşmayên "Bijî serok Apo", "Dê Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Amed ranekeve li Kobanê xwedî derkeve" avêtin. Nêzîkî 3 saetan ji aliyê ciwanan ve rê hat girtin û piştre polîs bi 4 TOMA û maşînên zirxî hatin cihê çalakiyê. Bi hatina polîsan hemwelatiyên taxê jî derketin ser balkonên xwe û dirûşman avêtin, li tasikan dan. Polîsan taxê di bin gazê de hiştin û gelek hemwelatî di bin bandora gazê de man. Polîsên ku di TOMA'yan de bûn jî bi hoparlora siwareyê bi cêrên ku nayên bilêvkirin li hemwelatiyên ku çalakî li dar dixistin kirin.

Ciwanan jî heya derengiya şevê bi keviran li hember polîsan şer kirin. Bi çûna polîsan ciwan di nivê şevê de belav bûn. Ligel kolana Sentoyê li Dortyola Rezan jî di navbera polîs û ciwanan de şer û pêvçûn heya derengiya şevê berdewam kir.

Yek ji navendên ku herî zêde berxwedan hemwelatiyên Amedê zêde bû semta Ofîsa girêdayî Yenîşehîrê bû. Şeniyên ku li semta Ofîsê dijin jî bo piştigiriyê bidin berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyan bi dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Gelê Kobanê ne bi tenê ye" û "Amed ranekeve, xwedî li rûmeta xwe derkeve" daketin kolanan. Li ser çalakiya welatiyan polîsên xwe ranegirt û bi ava şid û bombeyên gazê êrîşê hemwelatiyan kirin. Hemwelatiyan jî bi keviran bersiv dan polîsan û li gelek kolanên Ofîsê bi kevir û tekeran barîkat çêkirin. Bi taybetî ciwanan xwe ranegirtin û camên banqe û kargehên mezin anîn xwarê. Xwendekarên zaningehê ku li ser yurda xwendekaran dimînin jî derketin paceyan û bi lêdana tasikan piştgirî dan çalakiyê. Siwareyên ku di rê de derbas dibûn jî bi qorneyan piştgirî dan hemwelatiyan.

Her wiha ciwan li kavşaxa Koşûyolûyê jî siwareyek şewitandin û ji xwe re bend çêkirin.

Çalakiya hemwelatiyan heya derengiya şevê domiya û piştî çalakiyê Ofis veguherî cihê şer.

Welatiyên Amedê bi boneya piştgiriyê bidin gelê Kobanê daketin kolanan. Li taxa Şehîtlikê ya Yenîşehîrê jî komek ciwan ji bo piştgiriyê bidin Kobanê bi dirûşmayên " Kurdistanê ji DAIŞ'ê re bibe gorîstan", "Bijî berxwedana YPG'ê" û "Bicehime DAIŞ" çalakî pêk anîn. Şeniyên taxê çirayên xwe reşkirin û pêxistin û li şaneşînên xwe li beroş, tas, amûran xistin û deng derxistin. Çalakiya ciwanan jî li kolanê Şehîtlikê berdewam kir û polîs bi maşineyên zirxî, TOMA bi ava şît êrîşî çalakvanan kir. Di navbera ciwan û polisan de pevçûn derket. Polîsan ciwana bi bonbeyên gazê belakir. Hat hînbûn ku di çalakiyê de ciwanekî nevê wî nehat hînbûn ji aliyê polîsan ve hatiyê binçav kirin. Hat diyarkirin ku polîsan ciwanî bi zorê xistin maşinê û birin.

FARQÎN

Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ li Farqînê bi hezaran welatî herikîn kolanan.

Di tevahiya şevê de li Taxa Mescîd di navbera ciwan û polîsan de pevçûnan rû da.

WÊRANŞAR

Li Wêranşar jî ciwan li ser cadeyên Dêrik û Karacadag dest bi meşê kirin.

Ciwanan cade bi keviran û konteynirên çopan girtin. Çalakî heta derengiya şevê dewam kirin.

Di çalakiya ku polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin 30 kes hatin binçavkirin.
 

ŞIRNEX

Li Navenda Şirnexê û Sîlopiyê jî komek ciwan li dijî Dersxaneya Femê çalakî pêk anîn. Piştî êrîşa li diji dersxaneyê, dersxane wêran bû.

WAN

Li Çarşiya Misirê ya Wanê jî pirtûkxaneyek ku aîdî alîgirê DAIŞ'ê bû hat şewitandin. Li Xaçortê jî di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket.

SEMSÛR

Li Semsûrê girseya ku êrîşên DAIŞ'e yên li dijî Kobanê şermezar kir rastî mudaxaleyî polîsan hat. Girseya ku meşiyan avahiya AKP'ê piştî mudaxaleya polîsan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Li Semsûrê girseya ku bi boneya êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê şermezar bike çalakî pêk anîn, rastî mudaxaleya polîsan hat. Girseya ku xwestin bimeşin avahiya AKP'ê rastî mudaxaleya polîsan hat û piştî mudaxaleyê li ber avahiya Şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

ÊLIH

Ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar bikin li Êlihê jî gelê kurd daketin kolanan. Li gelek taxên Êlihê bi sedan ciwanên daketin kolanan dest bi çalakiyan kirin. Gelê ku daketin kolanan li taxa Îluhê êrîşî Fermandariya Cendirmeyan kirin. Li ser êrîşa gel a li hemberî qereqolê polîs hatin cihê buyerê û bi ava şit û bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Li ser êrîşa polîsan şer û pevçûn qewimîn û li kolanan belav bûn. Li aliyê din gel daketin Kolana Amedê û rê li tirafîqê girtin. Şer û pevçûn hêj didome.

SÊRT

Li Sêrtê jî li taxên Ulus, Conkbayir, Çal, Bariş, Alan Affet, Înonu, Karakol, Algul, Dogan bi hezaran welatî ji bo piştgiriya Kobanê li hev kom bûn u çalakî pêk anîn. Li taxa Afet Evlerê jî ciwanan 2 saetan rê li trafîkê girt. Li taxa Tekelê bi sedan ciwan rêya Misircê li trafîkê girt. Bi hezaran welatiyên li ber Şaredariya Sêrtê kom bûn jî bi siloganên "Bijî berxwedan YPG, YPJ, "Bijî berxedana Kobanê", "Bijî Serok Apo", "Kobanê dê bibe goristana DAIŞ'ê" gotin û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

ÊLIH

Li Êlihê çalakiyên ji êvarî de destpêkirin didomin. Bi hezaran kesên tevlî çalakiyan bûn, çeteyên DAIŞ şermezar kirin. Di çalakiyan de 2 wesayîtên aîdî HUDA-PAR'iyan hatin şewitandin û molotofkekteyl avêtin avahiya HUDA-PAR'ê ya bajêr.