Azadiya Ocalan wê aştiya li Rojhilata Navîn xurtir bike

Lêkolîner û profesorê Ûrûgûayî rojnamevan Raûl Zîbechî ku li ser tevgerên civakî yên Latîn Amerîkayê gelek pirtûk nivîsandiye, tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bû.

Lêkolîner û profesorê Ûrûgûayî rojnamevan Raûl Zîbechî ku li ser tevgerên civakî yên Latîn Amerîkayê gelek pirtûk nivîsandiye, tevlî kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Zîbechî ji nûçegihana rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Rewşan Denîz re axivî û got, "Azadiya Ocalan wê aştiya li Rojhilata Navîn xurtir bike."

Kampanya "Dem hatiye, Azadî ji Ocalan re" ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re ya Navneteweyî hate destpêkirin. Ji gelemperiya cîhanê gelek siyasetmedar, akademîsyen, wêjevan, hunermend, rêxistinên girseyî û sendîka piştgiriyê didin kampanyayê. Yek ji kesên daxwaza azadiya Ocalan dike, rojnamevan Raûl Zîbechî ye ku lêkolînerê tevgerên civakî ye. Zîbechî ku destekê dide tevgerên civakî yên li Latîn Amerîkayê û bi wan re dixebite, peyamek ji kampanya Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' şand.

'OCALAN LÎDEREKÎ CIVAKÎ Û SIYASÎ YE'

Peyama Zîbechî wiha ye: "Em ji Ûrûgûayê, ji Amerîka Başûr daxwaza azadiya lîderê Kurdan Abdullah Ocalan dikin ku ev 19 sal in li Tirkiyeyê girtî ye. Azadiya Ocalan mijareke ku pêwendiya xwe bi edaletê re heye. Ocalan terorîst nîne, ew lîderê civakî û siyasî yê gelê xwe ye. Azadiya Ocalan di heman demê de wê aştiya li Rojhilata Navîn ku herêmeke ji aliyê siyasî û civakî ve nearam e, xurtir bike."

Peyama Zîbechî di qenala Youtube ya Însiyatîfa "Azadî ji Ocalan re" dikare bê temaşekirin.

Raûl Zîbechî kî ye?

Zîbechî, ji sala 1969'an heta 1973'an li Ûrûgayê endamê tevgereke ciwanan a ser bi Tevgera Azadiya neteweyî ya Tûpamaros bû. Ji ber ku tevlî nava tevgerên dijberê dîktatoriya li Ûrûgûayê bû, sala 1976'an sirgûnî Madrîdê hate kirin. Li vir tevî nava refên Tevgera Komunîst bû û di karê xwendin-nivîsandina li gundan û xebatên antî-mîlîtarîzmê de bi ristekek aktîf rabû. Salên 1980'î li nava tevgerên azadiyê yên Amerîka Navîn bû kesekî herî zêde tê naskirin. Ji bo gelek rojnameyên li Arjantîn û Ûrûgûayê nivîs nivîsand. Derbarê krîz û raperîna sala 2001'ê ya li Arjantînê de, pirtûka wî ya li ser tevgerên civakî yên li welêt Genealogy of the Revolt, Argentina: Society in Movement sala 2003 xelata Rojnamevaniyê ya José Marti stand. Analîstê navneteweyî û profesor Zîbechî ku bi pirtûka xwe ya bi navê "Jihevxistina Deshilatdariyê" hat naskirin, li gelek rojnameyên li La Jornada (Meksîka), Gara (Welatê Baskê) û Brecha (Ûrûgûay) weşanê dike, tevkarî kir.