'Azadiya çapemeniyê nema, 162 rojnamevan girtî ne'

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê pîroz kir û bal kişand ser rewşa 162 rojnamevanên li Tirkiyeyê girtî ne. OGÎ diyar kir, tevî zext û zordariyê jî ew di çapemeniya azad de tawîzê nadin.

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad (OGÎ), bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di endeksa azadiya fikir û çapemeniyê de ya cîhanê, li nava 180 welatan em li welatekî ku di rêza 157'an de ye rojnamevaniyê dikin."

Însiyatîfê bi bîr xist, ku 162 rojnamevan li Tirkiyeyê girtî û hikumxwar in û bal kişand ser zext û zordariyên li rojnamevan û saziyên çapemeniyê tên kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li gel şert û mercên giran ew zanin ku gelek rojnamevan hene yên ji nûçegihaniya bêalî tawîzê nadin û hate destnîşankirin, ew bi kevneşopiya Çapemeniya Azad piştrast in.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Însiyatîfa Çapemeniya Azad, em careke din radigihînin ku piştgiriyê didin xebatkarên çapemeniya azad ên cihêrengiya Tirkiyeyê weke dewlemendiyê dibînin û rêya demokratîkbûnê ronî dikin. Bi vî ruh û ferasetê, em 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê li xebatkarên medyayê hemûyan pîroz dikin."

Însiyatîfê li ser binpêkirina mafên rojnamevanan ên mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê eşkere kir. Li gorî raporê;

"15 rojnamevan hatin destgîrkirin

8 rojnamevan hatin girtin

2 rojnamevan ketin ber lêpirsînê

Doz li 7 rojnamevanan hate vekirin

219 rojnamevan hatin darizandin

Li 26 rojnamevanan cezayê pere û girtîgehê hate birîn

Rojnamevanek hate dersînorkirin."