Ayten Kaplan ji her kesên destek dan wê re spas kir
Ayten Kaplan ji her kesên destek dan wê re spas kir
Ayten Kaplan ji her kesên destek dan wê re spas kir
Siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan a di hilbijartinên duh ên li Elmanyayê de bi rêjeyeke kêm a dengan nekarî têkeve Parlamenta Federal bibe, ji her kesên piştgirî dan wê re spas kir.
Namzeta parlamenteriyê siyasetmedara Kurd Ayten Kaplan, di serî de Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) ji aliyê gelek saziyên koçberan ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Elmanyayê ve dihat destekkirin. Kaplan li Eyaleta NRW di rêza 11. a lîsteya Partiya Çep de têdikoşiya. Partiya Çep jî li vê eyalete karî 10 parlamenteran bişîne Meclîsê.
Piştî ku encamên hilbijartinê hatin aşkerakirin Ayten Kaplan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wê hilbijartin bi rêjeyeke kêm winda kiriye. Kaplan diyar kir ku Partiya Çep zêdeyî bendewariyan deng stendiye û bûye partiya sêyemîn a welêt.
Kaplan di daxuyaniya xwe de ji her kesên piştigirî dane wê û ji bo serketina wê ked dane, spasiyên xwe pêşkêş kir.