Ayna: Divê AKP pêngavên samîmî bavêje
Ayna: Divê AKP pêngavên samîmî bavêje
Ayna: Divê AKP pêngavên samîmî bavêje
Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna di mîhrîcana Zîlan a Navneteewî de axivî û diyar ki rku Tirkiye û Kurdistan di pêvajyek girîng de derbas dibe û wiha got: “Şoreşger û hezkiriyên azadiyê li ser piyanin. Jin jî ji bo vê li virin. Pêşengiya vê dikin. Têkêkoşîna me li dijî înkarê ye. Têkoşîna me têkoşîna nasnameyê ye. Ya zayendê ye ya navnetewiye.
Ayna got têkoşîna vê dimeşînin û got dewleta tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê di pêvajoya çaseriyê de ji bo pêngavan neavêje israr dike û wihagot: “Ger samîmî be bila pêngavên demokratîk bavêje. Divê qanûn bê derxistin. Divê Tirkiye demokratîk bibe. An jî mahkumê çuyînê ye. Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye, hesab dipirse.
Ayna got mîhrîcana Zîlanê gelek girînge û got diyarkirina ji bo siyasetmedarên kurd girîngtire. Ayna balkişand ser konferansa li Amedê pêk hatiye û got ew ne konferansa kurd, konferansa Kurdistanê bû û got: “ Hemû gelê kurdistanê hatin cem hev.Pirsgirêka kurd bê Ocalan nayê çareserkirin. Heta Ocalan azad nebe,ev nabe. Divê Kurdistan bigihêje statuyekê.divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.