Ayla Karabûlût: Bi vekirina goristanan pesnê xwe didin

Hevjîna Serokê Dev-Yapi-Îşê yê Girtî Ozgur Karabûlût, Ayla Karabûlût got, balafirgeha 3. a ku hat vekirin ji karkeran re bûye goristan.

Ayla Karabûlût, li ser vekirina Balafirgeha 3. a Stenbolê ku li pey hev bi cînayetên karkeran bûyî rojev, li dijî girtina hevserê xwe, Serokê Dev-Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût û 31 karkeran helwest nîşan da. Karabûlût ku ev 8 meh in ducanî ye, her hefte Pêrşmê diçe Girtîgeha bi Nimroya 9'an a Silîvrî ku hevserê wê lê tecrîdkirî ye. Karabûlût got lê patronên ku ji ber tevdîrên hewce nestandine bûne sedema mirina karkeran li derve dest û milên xwe dihejînin û digerin. Karabûlût got girtîbûna hevserê wê û karkeran ku şertên xebatê yên mirovî dixwazin, şerma Tirkiyê ye.

'GIRTINA HEVSERÊ MIN Û KARKERAN BI TEMAMÎ SIYASÎ YE'

Karabûlût got hevserê wê ku ji ber rêveberê sendîkayê ye û peywira wî parastina mafê karkeran e û karkeran dî bi temamî bi sedemên siyasî hatine girtin. Karabûlût got hevserê wê yê ku ev nêzî mehekê ye li Girtîgeha Silîvriyê di tecrîdê de ye, bi moralekî bilind e û got:

"Di nav mehekê de tenê 2 caran, ew bi hevdîtina girtî, ji pişt ku cama ku em ji hev veqetandin em axivîn. Moralê wî gelekî baş bû, pir kêfxweş bû ji nûçeyên derbarê geşbûna hevkariya derve. Heftiya bihurî dema ku me hev dît ji min hîn bû ku 6 karker hatine berdan û pir kêfxweş bû. Rewşa wî ya tenduristiyê pi baş bû; got, ji ber ku tenê dimîne gelek pirtûkan dixwîne. Got, bi kêmanî di mijara standina pirtûkan de pirsgirêkan dernaxînni. Hişê wî tim li ser karkeran bû. Pir xemgîn bû ku di rewşeke wiha de ne li cem karkeran bû."

Karabûlût got karker, weke li şantîyeya balafirgehê, li girtîgehê jî bi şertên pir xerab in û got, karker li koxuşa 5 kesî 10 kes dimînin.

'MIN JI KEÇA XWE RE GOT BAVÊ TE ÇÛYE SER KAR'

Karabûlût ku keddara perwerdehiyê ye, got, wê nikarîbû ji keça xwe ya 5 salî re bibêje ku bavê wê li girtîgehê ye. Karabûlût wiha axivî: "Ez neçar am ku ji keça xwe re bibêjim bavê te çûye devereke dûr da ku bixebite. Ev rewş bi rastî jî ji bo min pir giran e, ji ber ku tim pirsa bavê xwe dike."

Karabûlût ku ducanî ye û xwe hazir dike zaroka xwe ya duyan bîne, ji ber ku bi tena serê xwe divê heq ji vê rewşê derkeve pir diqilqile. Karabûlût got ew dixwaze hevserê wê çêbûna zarokê xwe bibîne, bi gotina 'Azad ji bo ku tişta ku hewce dikir, kir, di girtîgehê de ye' û helwest nîşan da.

'DEMA VEKIRINÊ BANGÎ YEK MALBATÊN KARKERÊN MIRÎ NEKIRIN'

Karabûlût got dema vekirina balefirxaneyê bangî yek ji wan malbatan nekirine ku li ser karker mirine û got, "Divê kesek pesnê xwe bi vekirina wê balafirxaneyê nede ku ji karkeran re bûye goristan."

Karabûlût xwest ku hevserê wê Ozgur Karabûlût û karkerên girtî werin berdan, banga li desthilatê û darazê kir û got, "Dawî li vê neheqiyê bînin."

Ayla Karabûlût bang li raya giştî kir ku destekê bidin Platforma Hevgirtina bi Karkerên Balefirxaneya 3'yan re û got, "Ez hêvî dikim ku di demeke kurt de hevserê min û hemû karkera werin berdan. Heta dawiyê ez li cem têkoşîna wan a mafdar im."