Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Aydogan: 19’ê Kanûnê operasyona qetilkirinê ye

Aydogan: 19’ê Kanûnê operasyona qetilkirinê ye

Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan di axaftina xwe ya dema hevdîtinên butçeyê ya li Meclisê de axivî û diyar kir ku komkujiya 19’ê Kanûnê ne ‘Vegera Jiyanê ye’ û got ev operasyona qetilkirinê ye. Aydogan da zanîn ku divê di bin banda Meclisê de Komîsyona Lêkolîna Heqîqet û Edaletê bê avakirin.

Hevdîtinên butçeya 2013’an ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatiye amadekirin li MeclisÊ didome. Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan li ser navê BDP’ê li xala 3’emîn axivî û salvegera komkujiya 19’ê Kanûnê bi bîr xist û wiha got: “ Li vî welatî saet di 5’ê sibê de bi awayekî hevdem bi 20 girtîgehan de operasyon pêk hat. Ji min re gotin ‘Vegera jiyanê’.

Nêzî 10 hezar peywirdarên ewlehiyê tevli vê operasyosnê bûn. Di encama vê operasyonê de 2 leşker û 30 girtî mirin. Nêzî 300 kesî birîndar bû. Bê tirs û xof bombeyên destan û gazên şewitandinê avêtin ser wan. Ew pereyê ku li operasyonê hat xerckirin wê demê pê 3-5 dibistan an jî nexweşxane dihatin çêkirin. Ev ne operasyona vegera jiyanê ye, operasyona qetilkirinê ye. Ev operasyon jî wekê pêkûtiyên girtîgeha Amedê ye û di dîroka mirovahiyê de cihê xwe girtiye. Kesên hatin qetilkirin ne mirov, mirovahî bû. Oral Çalişlar û wezîrê dadê yê demê Hîkmet Samî Turk gotibû ‘em zû bikin, di nava dewletê de hêzek bi israr dixwaze operasyonekê pêk bîne.’ Leşkerên wê demê îfade dabû. Doz 4 sal şûnde hat vekirin. Ev doz didome. Ev komkujî dvê di lêkolîna meclisê de bê derbaskirin.

DIVÊ KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ YA HEQÎQET Û EDALETÊ BÊ AVAKIRIN

Aydogan da zanîn ku divê dîroka nêz ji aliyê meclisê ve bê lêkolînkirin û got ev ji bo aştî û demokrastiyê hewceye. Aydogan da zanîn divê Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqet û Edaletê ya Meclisê bê avakirin.

Hevdîtinên butçeyê bi axaftinên parlamenteran didome.