Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Aydinê Koçalî û Yondemlî gotin, "Em ê projeya biratiya gelan li Aydinê bi HDP'ê re bixin meriyetê" û destnîşan kirin ku ew ê ji pirsgirêkên jinan ên li qadên tûrîzm û çandiniyê keda wan tê xwarin, çareseriyê bibînin."
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Aydinê Fîlîz Koçalî û Mûzaffer Yondemlî ji ANF'ê re axivîn û bang li şêniyên bajêr kir ku berê xwe bidin HDP'ê.
KOÇALÎ: ME DANEHEVIYA XWE LI HEMAN SELIKÊ BICIH KIR
Fîlîz Koçalî ragihand ku di salên xwe yên lîseyê de nêzî tevgera şoreşgerî bûye û di salên zanîngehê de di nava tevgera ciwanan de cih girtiye û dîtiye ku li welêt ên herî zêde li pirsgirêkan rast tên Kurd û çîna karker in.
Koçalî got, "Hebûn û 'tinebûna' Kurdan jî ez di dema zanîngehê de hîn bûm. Pirsgirêkeke din jî pirsgirêka çîna karker bû. Hêza wê ya guhertinê bû, di zanîngehê de ez hînî vê bûm. Min dest ji zanîngehê berda û ji bo çîna karker birêxistin bikim, li febrîqeyê dest bi kar kir. Darbe hat, di darbeyê de li min geriyan. Dema ku qaçax bûm jî li febrîqeyê xebitîm. Dûre min dibistan qedand û dest bi rojnamevaniyê kir. Di damezrandina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de min dest bi kar kir. Li hin partiyên siyasî xebitîm û niha jî di nava HDP'ê de me."
Koçalî da xuyakirin ku ji aliyê siyasî ve ew di demeke girîng de ne û got, "Me hemû destketî û dînamîkên xwe yên têkoşînê yên salên dûr û dirêj, di heman selikê de bicih kirin. Bi HDP'ê re em hemû bi hev re dimeşin. Di nava HDP'ê de têkoşîna mafên mirovan heye, têkoşîna çîna karker heye, têkoşîna sosyalîzmê heye, têkoşîna azadiya jinê heye. Dikarim bêjim ku parçeyek ji têkoşîna min a dîrokî ye HDP. Têkoşîna min bi xwe ye."
'LI AYDINÊ KEDA JINAN LI KARÊ ÇANDINÎ Û TÛRÎZMÊ TÊ TALANKIRIN'
Koçalî da zanîn ku koçberiyeke zêde ber bi Aydinê ve çêbûye û anî ziman ku her kes wê bi nasnameya xwe, bi rengê xwe bi rêya HDP'ê di Meclîsê de be û got, "Ev yek wê pêvajoya naskirin û fêmkirina hev be. Fêmkirina derd û êşa mirovên din wê bi xwe re aştî û aramiya ku em gelekî dixwazin, bîne. Li Aydinê ev potansiyel heye ku em vê bicih bînin, bi ser bixînin."
Koçalî da zanîn ku beşeke girîng a xizanan jin e, ji bo vê jî mînaka jinên li karê çandiniyê dixebitin nîşan da. Koçalî diyar kir ku jinên di karê çandiniyê de dixebitin, nikarin mafê xwe werbigirin û got, "Qadeke din ku mafê jinan lê gelekî tê binpêkirin, sektora tûrîzmê ye. Di vir de jî tevî ku jin di karên herî giran de dixebitin, heqdestê herî kêm werdigirin. Tûrîzm û çandinî dînamîka bingehîn a karê li Aydinê ne. Dema em biçin Meclîsê wê pêşniyara me jî hebe, em ê li hemberî vê talankariyê bêdeng nemînin û em ê çareseriyê peyda bikin."
YONDEMLÎ: ME LI OVAEYMÎRÊ BI SER XIST, EM DIKARIN LI HER DEVERÊ BI SER BIXÎNIN
Ji namzetên HDP'ê yên Aydinê Mûzaffer Yondemlî jî di navbera salên 2004-2014'an de bi du serdeman li bajarokê Ovaeymîr ê Aydinê serokatiya şaredariyê kiriye. Yondemlî anî ziman ku li Ovaeymîrê Kurd, gelên ji Makedonya, Bûlgarîstan, Yûgoslavyayê koç kirine hene û diyar kir ku gelên li vir bê pirsgirêk bi hev re dijîn.
Yondemlî da xuyakirin ku dema ew cara destpêkê tevlî hilbijartinên şaredariyê bûn ji gelê xwecihî yê Ovaeymîrê wan ti deng negirtin û destnîşan kir ku di hilbijartinên 2009'an de wan ji gelên xwecihî destekeke mezin dîtine. Yondemlî got, "Eger me li Ovaeymîrê ev projeya biratiya gelan xistibin meriyetê, hingî em ê karibin li her deverê bicih bînin. Rêya yekane ya rizgariya ji vê zilmê HDP ye. Ev projeya ku hemû gelan hembêz dike, wê rêya dîktatoriyê bigire. Bang li her kesî dikim ku berê xwe bidin HDP'ê, ji bo biratiya gelan ev şert e. Aydin bi HDP'ê re wê ji nû ve bibe xwdî ruhê Şêx Bedreddîn."