Aydar: Bûyera Licê dê bandorê li ser pêvajoyê bike!

Aydar: Bûyera Licê dê bandorê li ser pêvajoyê bike!

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, diyar kir ku bûyera Licê ya ku leşkeran êrîşê gel ki rû kesek jê mir, mirova dide fikirîn û got divê hikûmet ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêngavan bavêje. Aydar got hikûmet li gorî mutabakatan tevnagere û got ev dê bandorê li ser pêvajoyê bike.

Aydar di konferansa Aştî û Demokrastiyê ya Brukselê de ji ANF’ê re axivî. Aydar da zanîn ku bûyera li Licê nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî pêvajoyê nîşan dide.

BÛYERA LICÊ DIDE FIKIRÎN

Aydar wiha got: “Bûyerên li Licê mirovan dide fikirin. Çalakiyeke aştiyane bi çekan tên çewisandin. Gulebaran dikin. Niha bi pêvajoyeke wisa de her kes divê vê binirxîne. Em jî dê binirxînin. Gel raste rast hedef hatiye girtin. Berpirsê vê hikûmete. Nekare bireve. Ev encama nêzîkatiya civîna ku bi Aqilmendan re hatiye kirine. Em wisa dibînin.

GEL Û TEVGER BI BERTEKE

Aydar bang li hikûmetê kir û got çêkirina qerekolan tê çi wateyê û wiha got: “Bi dehan cariye der barê pergala cerdevanî, Înşatên qerekolan de daxuyanî tên dayîn. Em ne li gorî ruhê pêvajoyê ne. Ji ber vê gel bi berteke. Em jî bi bertekin.

Di vê çarçoveyê de şehatadeta li Licê û birîndarî nayên qebûlkirin. Li dijî vê divê em têkoşîna xwe bilind bikin û helwesta xwe nîşan bidin.

Aydar got heta hikûmetê tu pêngav neavêtiye û got divê ji parlamentoyê biryarek derkeve û got: “Divê nexşerêyeke danîn holê. Li vborî vê astengiyên li pêş fikr û ramanê, bendeva hilbijarintê, qanûna têkoşîna li hember terorê bê kirin.

Aydar nêzîkatiya hikûmetê ne taktîkeke û got: “Ev bûyera zihiniyetê ye. Di anketan de gel piştgiriyê dide pêvajoyê. Ger hikûmet vê neke, ev ji zihniyetê diqewime.

EV PÊVAJO YEK ALÎ NAMEŞE

Aydar di dawiya axaftina xwe de destîşan kir ku ev pêvajo bi tu awayî yek alî nameşe.