Ayboga: Meşrûiyeta ÛNESCO'yê li Sûrê qediya

Hewldana Parastina Heskîfê û ji damezrînerên Platforma 'Na ji hilweşandina Sûrê re' Ercan Ayboga nerazîbûn nîşanî ÛNESCO da, ku li ber êrîşên qirker ên dewleta Tirk bêdeng ma.

Hewldana Parastina Heskîfê û ji damezrînerên Platforma 'Na ji hilweşandina Sûrê re' Ercan Ayboga saziyên navneteweyî rexne kir, ku li pêşberî hilweşandina Heskîfê û tinekirina Sûrê bêdeng mane û got, "Meşrûiyeta ÛNESCO'yê li Sûrê qediya."

'QIRKIRINÊ DIKIN, LÊ CÎHAN BÊDENG E'

Ayboga ji ANF'ê re peyivî û bal kişand ser bûyerên li Sûr û Heskîfê diqewimin. Ayboga diyar kir, ku ji bo saziyên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê wan li Ewropayê gelek çalakî li dar xistin û anî ziman, li du cihan qirkirina açndî û civakî tê kirin.

Ayboga ragihand, dewleta Tirk bi hilweşandina Sûrê re xwest, b, rengekî vekirî demografiya herêmê biguherîne û destnîşan kir, tevî ku pêkanînên dewleta Tirk di çarçoveya qanûnên navneteweyî de sûcê li dijî mirovahiyê ye, bêdengiya cîhanê ya li pêşberî vê rewşê ne ya qebûlkirinê ye.

'HESKÎF NE TENÊ YA KURDAN E, HEMÛ CÎHANÊ ELEQEDAR DIKE'

Ayboga bi bîr xist, ku 9 ji 10 pîvanên ÛNESCO'yê li Heskîfê hene, lê tevî vê yekê jî nayê parastin û got, "Ti mîrateya li ser rûyê erdê, xwedî 5 ji van 10 pîvanan nîne. Heskîf mîrateyeke cîhanê ye, ji ber vê yekê ne tenê Kurdan, lê tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê eleqedar dike."

Ayboga wiha dewam kir: "Piştî ku sala 2015'an şer ji nû ve dest pê kir, dewleta Tirk bi zanebûn lez da karê çêkirina bendavê. Berê, li dijî çêkirina bendavê çalakiyên me yên xurt hebûn, lê belê bi Rewşa Awarte re hewl didin pêşî li vê bigirin. Bendava Ilisû hem ji bo Bakurê Kurdistanê, hem jî ji bo Irqê tê wateya hilweşînê."

'MEŞRÛIYETA WÊ QEDIYA'

Ayboga da zanîn, ku rêjeya avahiyên li Sûrê hatine xerakirin gihîştiye 30-40 ji sedî û got, "Li pêş çavên tevahiya cîhanê, mîrateya cîhanê Sûr tê tinekirin û kes dengê xwe dernaxîne." Ayboga destnîşan kir, ku helwesta ÛNESCO'yê ya têkildarî Sûrê helwesteke sosret e û got, "Ev rastiyek e; Li Sûrê sedemên hebûnê û meşrûiyeta ÛNESCO qediya. Ji xwe ÛNECSO ji destpêkê ve rêxistineke cihê nîqaşê ye. Helwesta ku li Sûrê nîşan da, ev nîqaş mezintir kir. Li ti devera cîhanê, mîna Sûrê ku xwedî mîrateyan e bi rengekî rêk û pêk nehatiye xerakirin."

'SERÎ LI BER ŞANTAJA TIRKIYEYÊ TÊ TEWANDIN'

Ayboga diyar kir, ÛNESCO serî li ber şantaja Tirkiyeyê tewandiye û wiha dewam kir: "ÛNESCO, dema li cihekî din ê cîhanê êrîşeke biçûk li mîrateyeke çandî dibe dengê xwe bilind dike, lê li Sûrê deng jê derneket. Ev durûtî ye. Em çûn, rû bi rû me bi nûnerên ÛNESCO re hevdîtin kir, ji wan re qala hilweşandinê kir, rapor pêşkêş kir û wêneyên hilweşandinê nîşan dan. Ji me re gotin, 'Belê, mafê we ye, tiştên hûn dibêje rast e. Lê em naxwazin bi Tirkiyeyê re krîzeke dîplomatîk bijîn'. Em jî li pêşberî vê yekê bi zelalî vê dibêjin: Wê çaxê hûn çima hene? Çima rêxistinek bi navê ÛNESCO heye? Armanca ÛNESCO parastin e, lê wezîfeya xwe bi cih nîne."

'ALIYEKÎ KU SÛC DIKE HEYE, DIVÊ EM KIFŞ BIKIN'

Ercan Ayboga herî dawî ev bang kir: "Helwesta ÛNESCO nayê wê wateyê ku em ê zextê li vê saziyê nekin. Berevajî, divê ji bo bikeve nava liv û tevgerê em ê zêdetir têbikoşin. Ji bo rewşa li Sûr û Heskîfê ji saziyên navneteweyî re vebêjin, çi ji destê kê tê divê bike."