AvEG-Kon: Di Newrozê de em têkoşînê mezin bikin
AvEG-Konê Newroz pîroz kir û bang li hemû karker û kedkarên li Ewropayê dijîn kir, ku bi ruhê berxwedanê dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya AvEG-Konê de hat ragihandin, ku sembola berxwedan û serketinê cejna gelan Newroz, hînê jî di dilê mêtînger û zaliman de tirs û xof e. AvEG-Konê ragihand, agirê Newrozê ne tenê wan ditirsîne, di heman demê de wan diqelihîne û got, "Newroza ji agirê îsyan û azadiyê, ku gelên me yên li Rojhilata Navîn bi kelecaneke mezin pêşwazî dike, mizgîniya jiyaneke nû û pêşerojeke azad dide gelên me. Em Newrozê li hemû gelên me, şervanên ji bo jiyaneke azad û wekhev li çeperên berxwedanê şer dikin û girtiyên xwe pîroz dikin.
Newroz berxwedan e, berxwedan jî azadî ye. Li dijî şerê topyekûn ê dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê me û tevgerên sosyalîst, şoreşger û hêzên pêşeng dimeşîne, pêwîste Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn, berxwedana yekbûyî ya topyekûn a çîna karker û kedkaran mezin bikin. Ev yek wezîfeya siyasî ya roja îro ya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan e."
Di daxuyaniyê de berxwedanên Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever, Gezî, Gazî, Rojava û Şengalê hat silavkirin û hat destnîşankirin, ku mîna dema berxwedana Kobanê, pêwîste di vê demê de jî çalakiyên piştevaniyê li çar aliyên Ewropayê werin lidarxistin û mezinkirin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Weke AvEG-Konê, em bang li hemû karker û kedkar, pêşverû û şoreşgerên li Ewropayê dijîn dikin, ku li dijî zext, mêtîngerî û zilmê, bi ruhê berxwedanê yê Newrozê re dakevin qadan û têkoşînê mezin bikin."