AvEG-Kon: Bi vê terorê hûn nikarin vê lehiya mirovan rawestînin
AvEG-Kon: Bi vê terorê hûn nikarin vê lehiya mirovan rawestînin
AvEG-Kon: Bi vê terorê hûn nikarin vê lehiya mirovan rawestînin
AvEG-Kon ku operasyonên li hemberî ESP, Rojnameya Atilim, Ozgur Radyo û ETHA’yê û binçavkirin şermezar kir, bang li rêxistin û raya giştî ya eleqedariyê nîşan didin kir da ku li sosyalîstan xwedî derkevin. AvEG-Kon bang li dewleta Tirk kir û got, “Bi vê terorê hûn nikarin vê lehiya mirovan rawestînin.”
Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropa (AvEG-Kon), operasyona dewleta Tirk a ku danê sibê li Tirkiyeyê li hemberî ESP’ê û rêxistinên wê yên bajaran, Rojnameya Atilim, Ozgur Radyo û ETHA'yê pêk hat bi daxuyaniya ku da şermezar kir.
Di daxuyaniyê de destwerdana polîsan a li hemberî berxwedana Parka Gezî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Berxwedana Gezî ku pêl bi pêl berfireh bû û mezin bû, bû sedem ku dewleta faşîst a Tirk û serokwezîrê wê Erdogan şevên bi tirs derbas bike. Li hemberî zext, zilm û tektîpkirinê ya AKP û Erdoganê faşîst dixwaze li ser civakê ferz bike, gelên me ku bi rojan derdikevin kolanan û berxwedanê mezin dikin dewleta qetlîamker a Tirk bê tehemmûl dike.”
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku êrîşên “marjînal” ên li hemberî SDP’ê îro bi ESP, Rojnameya Atilim, Ozgur Radyo û ETHA berdewam dikin wiha hat gotin, “Dewleta faşîst a Tirk ku hewl dide êrîşî hêzên herî dînamîk ê berxwedanê bike û bi vî awayî hewl dide berxwedana gelan a Taksîmê berdewam dike bipelçiqîne xwe dixapîne. Êdî tîr ji kevan derketiye. Gel û yên cuda hatine dîtin, ji rejîma zextkar re dibêjin raweste. Nikarin bi vê êrîşa li hemberî şoreşger û sosyalîstan vê biqedînin.”