Avahiya herî kevn û bilind a Tehranê rûxiya: Zêdeyî 30 kes mirin

Avahiya Plasko ya li Tehranê, ku avahiya herî kevn û bilind a bajêr e, ji ber şewatê hilweşiya. Di bûyerê de zêdeyî 30 kes mirin.

Danê vê sibehê, ji ber sedemek ne diyar agir bi avahiya Plasko ya li taxa Cûmhûriye ket. Ev avahiya ku temenê xwe 53 sal e û bi 17 qatan bilind bû, ji ber vê şewatê hilweşiya.

Li gorî agahiyên ji aliyê televîzyona dewletê ve hatin ragihandin, herî kêm 30 kes mirin e û 50 arkuj di binê xirbeyê avahiyê de man e.

Piştî hilweşîna avahiyê, Sefaretxaneyên Îngilîstan û Tirkiyeyê jî di nav de gelek avaniyên li nêzî cihê bûyerê hatin valakirin.

Li ser sedema şewatê, heta niha rayedaran ti agahî nedane.