Avahiya HDP’ê ya Pendîkê hate şewitandin
Avahiya HDP'ê ya navçeya Pendîkê, piştî alavên di avahiyê de hatin şikandin û talan kirin, hate şewitandin.
Avahiya HDP'ê ya navçeya Pendîkê, piştî alavên di avahiyê de hatin şikandin û talan kirin, hate şewitandin.
Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Pendîkê ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne hate zanîn ve hat şewitandin. Deriyê avahiyê hat şikandin û alavên di avahiyê de hatin talan kirin û piştre avahî hat şewitandin. Ne hat zanîn ku avahiya partiyê ji aliyê kê ve hatiye şewitandin.
Di heman demê de kesê ku avahî şewitandî, ketiye kameraya ewlehiyê û hate ragihandin ku kesek hatiye binçavkirin.